Diyarbakırlı kadınların emeğiyle bin yıllık zanaatlar hayat buluyor
Kentte yürütülen kültürel restorasyon projeleriyle unutulmaya yüz tutmuş bin yıllık zanaatlar kadınların emeğiyle yeniden hayat buluyor. Haber: Veli Baltacı Doğu
Komeleya Rojnamegeran a Başûrê Rojhilatê (GGC) Xelata Azadiya Çapemeniyê da Botan Internationalê.
GGC 40 sal in ku "Pêşbirka Rojnamegerên Salê" pêk tîne. Ji bilî pêşbirkê xelatên taybet dide sazî û kesayetên girîg.
Saziyê diyar kir:
"Botan Internationalê bi xebatên xwe yên ji bo rojnamegeriya serbixwe, ji bo medyaya Kurdî û ji bo azadiya xwe-îfadekirinê, bi xizmeta ji bo rojnamegeran vekirina stûdyoyeka belaş, vekirina mekanekê xebatê, bi dayina ekîpmanên rojnamegeriyê û perwerdeya rojnamegeriyê piştgirîyeka gelek xurt daye azadiya çapemeniyê.
Botan Internationalê bi xebatên xwe di şert û mercên zehmet de kapasîteya berhemanînê ya rojnamegeran zêde kir, rêya îmkanên nû ji bo rojnamegerên ciwan vekir û piştgirîya rojnamegeriya pirziman kir bi vê yekê sazî hêjayî Xelata Azadiya Çapemeniyê hatiye dîtin."
Murat Bayram sala 2020ê Botan International ava kir.
Sala 2021ê bi partnerîya RSFyê stûdyoyeka ji bo hemî rojnamegeran belaş ava kir. 19 sazî û 55 rojnamegerên serbixwe, 4 salan, salane zêdetirî 400 bernameyan li wê derê qeyd kirin. Di heman demê de ji bo rojnameger û xwendekarên rojnamegeriyê ekîpmanên wek kamera, mîkrofon, trîpod û hewceyîyên pêwîst dan.
Heta 2026ê 102 caran bernameyên perwerdeyê pêk anîn. Di bernameyan de zêdetirî 500 kesan perwerde standin.
Digel RSFyê di bernameya Piştgirîya Derûnîyê de ji bo rojnamegerên xwedî trawma digel pisîkîyatrê Psp. Dr. Erkan Kakdaş salekê ji bo 11 rojnamegeran piştgirî hat dayin.
2023yê bi piştgirîya Weqfa Demokrasîyê ya Ewropayê (EED) û Weqfa Chrestê 36 nivîskar, 2 edîtor û 2 nûçegihanan li malpera botantimes.com kar kirin. Beşeka mezin a arşîva îro ya malperê bi wê projeyê hat temamkirin: 356 Podcast, 1100 Vîdeo-Bernameyên You Tubeyê, 4000+ makale û nûçeyên taybet bi Kurdî hatin amadekirin.
Di sala 2023yê de Botan International bû partnera daîmî ya RSFyê.
Herî kêm salê 15 caran heyetên dîplomatîk, herî kêm 20 caran lêkolînerên navneteweyî dibin mêvanên saziyê û pirsên li ser medyaya Kurdî û azadiya xwe-îfadekirinê ji saziyê dikin.
BotanInt salê herî kêm 10 caran li civînên navneteweyî beşdarî bernameyên li ser rojnamegeriyê dibe û axiftinan pêşkêş dike.
BotanIntê bi koordînatoriya Murat Bayram 18 projeyên navneteweyî temam kirine û ya 19ê bi rê ve dibe.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...