Botan Internationalê “Xelata Azadiya Çapemeniyê ya 40 Saliyê” stand

Komeleya Rojnamegeran a Başûrê Rojhilatê(GGC) rêxistinek e ku nêzîkî 400 endamên wê hene, 49 salî ye û 40 sal in her sal “Xelatên Rojnamegerên Serkeftî” dide. 

GGC herweha carinan xelatan dide saziyan jî. Rêxistinê îsal biryar daye di 40 saliya xwe de “Xelata Azadiya Çapemeniyê ya 40 Saliyê” bide saziyekê. 

Em pê şanaz in ku em ji bo vê xelatê hatin hilbijartin. Xelat min stand lê keda Botan International anî vê astê ya 10 xebatkarên tamdemî; Wahdet Uçar, Ekrem Yildiz, Semîha Yildiz, Berîl Caymaz, Gulistan Korban, Yonca Sarsilmaz, Engîn Olmez, Kubra Sagir, Laleş Ongun û min e. Ji bilî xebatkarên daîmî zêdetirî 100 kesan wek mamoste, nivîskar, kamêreman, wênegir, edîtor… kar kirine û em gihandine îro. 

Ez dîsa şanaz im ku îlan dikim em vê xelatê li ser navê Laetitia Chesseronê diyarî Rojnamegerên Bêsînor (RSF) dikin. 

Îro dema em li 6 salên Botan Internationalê dinêrin: 

Me 18 projeyên navneteweyî temam kiriye, projeya vê gavê em bi hevkariya Komeleya Medyaya Dîjîtal û Sefareta Almanyayê bi rê ve dibin projeya 19ê ye, 28 kes jê re dixebitin. 

520 kes beşdarî 102 kargehên me yên Medyaya Kurdî bûne, 25 kesan di kargehan de ders dane. 

Di projeya me ya ji bo rojnamegerên ji ber karê xwe travmaya wan heyî de digel Pispor Dr. Erkan Kakdaş 11 kesan salekê piştgira derûnî stand. 

Di stûdyoya me ya belaş de 19 sazî û 55 rojnamegerên serbixwe di çar salan de nêzîkî 2000 bernameyan qeyd kirine. 

Li Botan Timesê 56 nivîskaran zêdetirî 4000 nivîsên fikrî nivîsîne. Li You Tubeyê 1100 vîde/vîdeo-program li Botan Podcastê  357 podcast hatine weşandin. 

Di Tora Rojnamegerên Serbixwe de 407 rojnamegeran xwe qeyd kirine. 

Heyeta Sefîrê Almanyayê, ya sefîrê Hollandayê, cihgira Sefîra Brîtanyayê jî tê de heyetên sefaretan herî kêm 50 caran hatine Botan Internationalê. 

Saziyê herî kêm li 30 civîn û panelan de li ser azadiya xwe-îfadekirinê panel daye, beşdar bûye an jî bi rê ve biriye. 

Ji ber çi divîya me ev xelat bidaya RSFyê? 

Sala 2020ê piştî ez li Zanîngeha Oxfordê beşdarê kargehên Ingilîzî û li Stenbolê jî li Sendîkaya Rojnamegeran û AtolyeBiayê beşdarê kargehên Tirkî bûm, min  biryar da kargehên Kurdî jî çêkim. 

Divîya min şirketek ava bikira lê pandemî bû, min bi heqê telîfa nûçeyên min  ji bo medyaya navneteweyî çêkirîn şirket ava kir. Avahiyek lazim bû, diya min fermî xwediya mala me ya Gund bû. Min jê xwest odeyeka kehrikên xwe lê xweyî dike bide min, kesa pêşiyê ji xeyala min bawer kirî diya min bû. Ew ode da min. 

Min difikirî ku perwerdeya rojnamegeriya Kurdî qedexe ye lê kargeh li gor qanûnan ne sîstema perwerdeyê ye lê “çalakiyên/aktîvîteyên perwerdeyê ne” pirtûkên dersan qedexe ne divê Wezîrîya Perwerdeyê destûrê bide lê çêdibû ku em kitêbên xwe-bi-xwe hînbûnê çêbikin. Yanî nîyeta min hebû di dîroka Tirkiyeyê de yekem saziya perwerdeya rojnamegeriya kurdî çêkim û ti qanûnan binpê nekim. 

Min çar caran ji çar saziyên fonan yên navneteweyî re proje nivîsîn. Hemî hatin redkirin. Zehmet bû ew baweriya xwe li min bînin ku ez ê bikarim bi ser bikevim. Saziya pêncê RSF bû. 

Wan tiştek ji yên dî cidatir kir. Gotin were di civîneka online de meseleya xwe bêje. Wan 20 deqîqe plan kiribû lê 45 deqîqeyan guhê xwe dan min. Laetitiayê di civînê de got em dikarin ji bo 20 rojan bi 7000 Euroyan piştgiriya te bikin, em ê paşê lê binêrin ka em dikarin çi bikin. 

RSF yekem sazî bû ku şansek da min. Di wan 20 rojan de 15 mamosteyan li 15 kargehan ders dan. Pênc xebatkaran û stajerekê her roj dersên kargehan bi Ingilîzî û Kurmancî nivîsîn. Edîtora kitêban ji wan notan û makaleyên rojnamegeran kitêba xwe-bi-xwe perwerdekirinê ya rojnamegeriya dîjîtal amade kir. Dîzaynerî dîzayn kir. Pispora meteryalên perwerdekirinê stratejî danî… Em tam 23 kes bûn. 

Piştî 20 rojan du kitêb, 15 kargehên pêkhatî, bi seetan vîdeo û zêdetirî 50 nivîsên Kurmancî û Ingilîzî amade bûn û min hemî hemî rapor kir. 

Me yekem kitêbeka xwe diyarî Laetitia Chesseronê û yek jî diyarî Kurdologê navdar ê Fransî Roger Lescot û Mîr Celadet Alî Bedi-Xan kiribû.

Harika! Başarıyla kaydoldunuz.

Tekrar hoş geldiniz! Başarıyla oturum açtınız.

Botan Times'a başarıyla abone oldunuz.

Başarılı! Giriş yapmak için sihirli bağlantıyı e-postanızda kontrol edin.

Başarılı! Fatura bilgileriniz güncellendi.

Faturanız güncellenmedi.