Gîrîzgahek ji bo rexne û teoriyên postkolonyal
Yek ji mijarên sereke yên teorî û rexneyên postkolonyalîzmê dîroknûsiya pêkhatina dinyaya modern e. Berhema Empire Writes Back: Theory and Practice in Post-Colonial Literatures bi vê tespîtê dest pê dike, “Jiyana ji sêyan du parên nifûsa dinyayê di bin bandora mêtîngeriyê de şikil girtiye.” [1] Ashcroft, Griffiths û Tiffin, piştî wê tespîtê armancên xwe wekî bersivdana vê pirsê pênase dikin, “Gelo mêtîngeriyeke wisa dûrûdirêj û berbelav bandoreke çawa li ser nivisîn û edebiyatên gelên mêtinkirî hiştiye?” Kitêba Robert Young a Postcolonialism: An Historical Introduction jî bi tespîteke bi vî rengî dest pê dike, “Di serdema Şerê Cîhana Yekemîn de ji dehan nehê dinyayê rasterast an jî bi awayekî din di bin hukmê hêzên emperyalîst de bûn. [2]
Li gel vê bandora mezin, di zanistên civakî û beşerî de analîzên li ser avabûn û pêkhatina dinyaya modern ya ku cih nedan mêtîngeriyê yan jî cihekî talî dan, qaşo ku di navbera avakirina dinayaya modern û mêtingeriyê de têkîliyek tune bûye. Têkoşîna li hember mêtîngeriyê jî, di gel ku bi qasî dîroka mêtîngeriyê kevn e, li derveyî dîroknûsiya pêkhatina dinyaya modern hatin hiştin.
Ji ber ku di serî de dîrok, zanistên civakî wekî dîskûr û îdeolojî xizmeta mêtîngeriyê kirine, rexneya postkolonyalîzmê, li alîyekê hewl da ku rê û rêbazên dîroknûsiya mêtînger raxe ber çavan û li aliyê din jî ji bo nivîsîna dîroka dinyayê pêşniyaz bikin ku cih dide reng û dengên wan têgeh û rêbazên nû. Wekî ku Ania Loomba di kitêba xwe ya Colonialism/Postkolonialismê de bal kişandiye, di destpêkê de teoriyên postkolonyal mêtîngerîyê di navbera Ewropa û parzemînên din de ji xwe re kiribû mijar, lê piştre li gor taybetmendiyên serdem û cografyayên cihê çarçoveyên teoriyê berfiretir kirine. [3]

Civaknas, Gurminder K. Bhambra di berhema xwe ya Rethinking Modernity: Postcolonialism and Sociological Imagination de li ser têkiliya postkolonyalîzm, dîroknûsî û civaknasiyê hûr dibe. Bhambra rave dike ku civaknasiya ewropa-navendî bi du tegehên sereke yên wekî rupture (veqetîn) û difference (cihêbûn) Ewropayê wekî avakarê dinyaya modern pênase dike, “Li dinyayê cara ewil ewropa xwe ji serdem û sîstema feodalîzmê veqetand û bi şoreşên siyasî û îqtisadî sazî û dezgehên modern ava kirin, bi vî awayî xwe ji ‘dinyaya mayî’ cihê kir. Li gor wê teoriyê ew ‘dinyaya mayî’ -ku tu rola wan di avakirina dinyaya modern de tune bû- tenê bi teqîb û teqlîdkirina ewropayê karibûn modernîteya xwe pêk bînin. Li gor Bhambra, siyaseta hilberîna zanînê hem serkeftinên gelên mêtînkirî yên wekî Şoreşa Haîtî û serhildanên li hember mêtîngeriyê li derveyî dîroknûsiya dinyayê dihêle û hem jî rola gelên mêtînkirî û ne-ewropî di avakirina şaristaniya hemdem de bêdeng dike. Bhambra, mînakek ji xebatên Michel Foucault yên li ser îqtîdar û teknîkên dîsîplînê dide û dibêje;
Li pey xebatên Foucault, guherîna taybetmendiya rêvebiriyê ya dewletên Ewropayê bi Şoreşa Fransayê tên girêdan. Lê belê, piraniya analîzên bi vî rengî têra xwe balê nakêşin li ser rola mêtîngeriyê di avakirina rêvebiriyê de, tevî ku gelek ji wan lêkolîneran warê mêtîngehan wekî laboratuarên siyasetên zordar rave dikir ku li welatên wan hatin tesîskirin. [4]
Bhambra, îlhama xwe ji xebatên beriya xwe digire û ji bo xwendina pêkhatina dinyaya modern vê têgehê pêşniyaz dike: dîrokên pevgirêdayî (connected histories). Beriya Bhambra, antropolog Eric Wolf di berhema ya xwe ya Europe and the People Without History de bal kêşandibû ser pevgirêdayîbûna (interconnectedness) dîroka mirovahiyê. ‘Gelên Bêdîrok’ wekî îronî bersivek ji bo Hegel bû. Li gor Wolf, li tu derê dinyayê civakek yan miletekî îzole tune ye, lewra gelên bêdîrok jî tune ne. Dîrokên gelên dinyayê bi hev re girêdayî ne û divê wisa bên nivîsîn [5]. Dîroknas Sanjay Subrahmanyam ew têgeh di xebatên xwe de wekî rêbazeke nû bi kar anîbû [6].
Rexneyên postkolonyalîzmê bi vî awayî îlham da dîroknûsiyeke nû ku armanc dike cih bide ‘dinyayên mayî’ ku li derveyî dîroka dinyayê hatine hiştin. Dîrokên nû yên global bêhtir guh didin rexneyên poskolonyalîzmê da ku dîrokeke demokratîktir û temsîlkar binivîsin. Du xebatên antropolog Jack Goody, The Theft of History û Ronesans di vî warî de du mînakên balkêş in. [7]
Piştî salên 1990an di warê edebiyatê de jî meylek li ser nivîsîna dîroka edebiyata cîhanê zêdetir bû. Hilweşîna Yekîtiya Sovyêtê di texeyûla dinyayê de qonaxeke nû da destpêkirin. Wekî ku Goethe di sedsala 19emîn de xeyal kiribû, careke din hêviyek derbarê pêkanîna edebiyata cîhanê de bilind bû.
Di destpêkê de nîqaş û berhem li dor sê şaxên sereke kom dibûn. Şaxa yekem, îlham û motîvasyonên xwe heta radeyekê ji proseya globalîzasyonê, felsefeyên lîberalîzmê û teoriyên postmodernîzmê werdigirt. Hilweşandina Yêkitiya Sovyetê û Dewletên Perdeya Hesînî wekî îmkanekê ji bo avakirina dinyayekê hat şîrovekirin ku xwe ji bazinên otorîteryanîzmê azad kiriye. Helbet edebiyat jî di vê qonaxê de xwe ji lepên partî, dewlet û serokan rizgar bikira.
Şaxa duyemîn referansên xwe ji teorî û rexneyên postkolonyalîzmê werdigirt. Dîroka tevgerên dij-kolonyalîzm, jiyan û bîranînên pêşengên wan, stranên gelêrî, berhemên edebî, rexne û teorîyên rewşenbîrî paşxaneyên wê şaxê bûn. Arşîvên mêtîngeriyê û dij-mêtîngeriyê bi xebatên arkeolojîk ji dosyayên veşartî, ji bîranînên zindî, ji bermayiyên şerên têkçûyî û şoreşên netemamkirî hatin berhevkirin û bi xebatên jeneolojîk daxilî dîroka dinyayê kirin.
Şaxa seyemîn jî îlhama xwe ji teorî û rexneyên marksîzmê werdigirt. Wekî ku di berhema Aijaz Ahmad a bi navê In Theory Classes, Nations and Literatures tê nîqaşkirin, di serdema nû ya kapîtalîzmê de mijara nasnameyê derketibû pêş, lê belê têkiliyên ekonomîk û mijara kedxwarî û bêmulkkirinê li derveyî teoriyên nû hatibûn hiştin. Arif Dirlik jî di kiteba xwe ya bi navê Postcolonial Aura: Third World Criticism in the Age of Global Capitalism de şerh û raveyeka bi vî rengî derdixe pêş. Li gor Ahmad û Dirlik, rewşebîrên postkolonyal xwe ji rexneyên kapîtalîzmê û fîkra şoreşa gel dûr xistibûn û xwe di nav qefesa nasnameyê û neteweperweriyê de heps kiribûn. Ew teorîsyenên marksîst hewldan meseleyên ‘nasname’yê, neteweperweriyê û çînan bi rêbazên nû bi hev re girê bidin [8].
Lê belê, pêşgotina rexnegirê marksîst Terry Eagleton ya ji bo sî saliya jinûve-çapkirina Myths of Power: A Marxist Study of the Brontës eşkere dike ku ew ne karekî hêsan e. Eagleton bi dilxemgînî dibêje di çapa yekem de ew bi helwesteke marksîst li ser çînan hûr bûye, lê peywenda kolonyal piştguh kiriye. Xwişkên Brontë ji Îrlandayê koç kirine. Mêtingehkirina Îrlandayê û bandora wê li ser derhişmendiya siyasî ya xwişkên Brontë li derveyî analîza çînî ya marksîst hatiye hiştin. Di Wuthering Heights de lehengê ciwan ê romanê Heathcliff “zimanekî nefambar” dipeyive li gel sefalet û hejariya xwe. Mîna hemû îrlandiyên feqîr bi zimanê îrlandî dipeyive, lê zimanê wî li gor îngilîzan nefambar û çewtomewto ye. Ew peywenda kolonyal ku ziman “mîna bêzimaniyê” tê temsîlkirin, li derveyî analîzên xwe hiştiye. [9]
Di qada akademîk de bi tevlibûna akademîsyenên ji welat û disîplînên cihêreng derbarê wate û taybetmendiyên ‘edebiyata cîhanê’ û ‘edebiyatên postkolonyal’ de lîteratureke mezin tên hilberandin. Ew her sê şaxên navborî û rexneya femînîst ku mohra xwe li her sê şaxan xistiye, ji bo fêhmkirin û xebata edebiyatê pirsên nû kir û ji bo xebatê rê û rêbazên nû nîşan da.

Kitêba Pascale Casanova ya World Republic of Letters yek ji wan xebatan e ku di wexteke kin de di nav derdorên rexnegirên edebiyatê de deng veda [10] Hin rexnegiran, xebata Casanova ji bo rexneya edebiyata cîhanê wek stûnekê pênase kirin. Lê belê hinekên din jî bi awayekî tund ewropa-navendiya vê kitêbê rexne kirin [11].
Nivîsara Franko Moretti, “Conjectures on World Literature”, kitêba David Damrsoch, What is World Literature? xebata berhevkirî ya Christopher Prendergast, Debating World Literature, ya Emily Apter, Against World Literature: On the Politics of Untranslatability, ya Aamir Mufti’s, Forget English! Orientalisms and World Literatures, ya Ian Almond, World Literatutre Decentered: Beyond the “West” Through Turkey, Mexico and Bengal bi hev re bingeha nîqaşan danîne û çerçovek ji bo nîqaşan tespît kirine.
Di qada rexne û edebiyatên postkolonyal de kulliyateke mezin heye bêguman. Têkiliyên di navbera îqtîdar û hîlberîna zanînê di bingeha wan xebatan de heye. Her sê xebatên Edward Said, Orientalism; Culture and Imperialism; The World, The Text, and The Critic bingeha nîqaşên akademîk danî. Said di berhemên xwe de hewl dide ku hem stratejiyên temsîlên li metnên edebî deşîfre bike û hem jî cihên ku wan berheman bêdeng mane şirove bike. Metnên edebî yên Shakspeare, Daniel Defoe, Jane Austen, Rudyard Kipling, Joseph Condrad ne tenê berhemên netewî yên îngilîzan in, di heman demê de berhemên împaratoriya Britanyaya Mezin in. Ji ber vê yekê bi qasî ku têkîldarî bi Îngîltereyê, bi mêtîngehên împaratorî jî têkildar in û divê bi vê awayî were xwendin. [12]
Lê helbet, derbarê hin pratîkên mêtîngerî û emperyalîzmê de berhemên Said jî bêdeng dimînin. Emperyalîzma lînguîstîk ya împaratorî û dewletên modern ên ereb li dervayî analîzên wî dihêle. Di vê xalê de, xebatên postkolonyal ji aliyê zeman û mekan ve asoyên xwe berfirehtir kirin, tecrûbeyên rasthatinên kolonyal ên li cografyayên din ji xwe re kirin mijar. Wekî mînak, xebata edîtoryal ya bi navê Literature for Our Times: Postcolonial Studies in the Twenty-First Century nîqaşên sereke yên qadê tîne û dide berhev.
Dawiya salên 1990an û serê salên 2000an, di heman demê de, li Bakur, ji bo edebiyata kurdî destpêka serdemeke giring e. Hem berhemên edebî bi awayekî legal hatine çapkirin û hem jî xebatên di warê rexne û teoriyên edebiyatê de dest pê kir û bi pêş ketin. Gelo hem berhemên edebî û hem jî teorî û rexneya edebiyatê bi nîqaş û pêşketinên di warê edebiyata cîhanê û edebiyatên postkolonyal de bi çi awayî têkildar bûne? Edebiyata kurdî û rexneya edebiyatê têkiliyên xwe bi edebiyatên cihanê re çawan saz kir? Edebiyata kurdî xwe çawan di nav edebiyatê cîhanê de bi cih kir?
Di hefteyên pêş de, di ser xebata Pascale Casanova re, ez ê bi detay û hûrgilî li ser lîteratûra cîhanê û edebiyatên postkolonyal hûr bibim. Piştre jî rengvedanên wan li ser edebiyata kurdî analîz bikim.
Çavkanî:
[1] Bill Ashcroft&Gareth Griffiths&Helen Tiffin, Empires Writes Back: Theory and Practice in Post-Colonial Literatures, 1989.
[2] Robert Young, Postkolonyalizm: Tarihsel Bir Giriş, 2015.
[3] Ania Loomba, Kolonyalizm/Postkolonyalizm, 2002.
[4] Gurminder K. Bhambra, Moderniteyi Yeniden Düşünmek: Post-Kolonyalizm Ve Sosyolojik Tahayyül, 2015.
[5] Eric Wolf, Avrupa ve Tarihsiz Halklar, 2019.
[6] Sanjay Subrahmanyan, Connected History: Essays and Arguments, Verso, 2022.
[7] Jack Goody, Tarih Hırsızlığı, 2019; Rönesanslar, 2019.
[8] Aijaz Ahmad, Teoride Sınıf, Ulus, Edebiyat; Arif Dirlik, Postkolonyal Aura: Küresel Kapitalizm Çağında Üçüncü Dünya Eleştirisi.
[9] Terry Eagleton, Güç Mitleri: Brontë Kardeşlere Marksist Bir Bakış, Can, 2017, rr. 18-19. Ji bo nîqaşên berfirehkirî bnr., Serdar Şengül, “Peywenda Mêtingeriyê di Hilberîn û Rexneya Edebî de: Ngũgĩ wa Thiong’o û Azadkirina Hiş ji Mêtingeriyê” wer. Fexriya Adsay, Zarema, Hej. 14, 2021.
[10] Pascale Casanova, Dünya Edebiyat Cumhuriyeti, 2009.
[11] Ganguly, Debjani, “Reading Pascale Casanova’s The World Republic of Letters in the PostCold War Era”, Ashcroft, Bill&Ranjini, Mendis&McGonegal, Julie,&Mukherjee, Arun, Literature for Our Times: Postcolonial Studies in the Twenty-First Century, 2012, rr. 15-35.
[12] Edward Said, Kültür ve Emperyalizm, Metis, 2021.