Ferhenga têgihên derûnnasiyê ji weşanxaneya Avestayê derketiye
Weşanxaneya Avestayê ferhengeka nû ya derûnnasiyê weşandiye. Nivîskarên kovara Psychology Kurdî “Ferhenga Têgihên Derûnnasiyê” amade kiriye. Amadekarên pirtûkê di nav
Rêxistina Rojnamegerên Bêsînor (RSF) li dijî gefên ser azadîya medyayê serkeftinên nû bi dest xistine. Rêxistinê li Swîsre, Fransa û Amerîkayê ji bo parastina mafên rojnamegeran çalakîyan pêk tîne. RSFê li ser asta cîhanê jî li dijî sansura înternetê xebatên taybet kirine.
RSF bi Operasyona Collateral Freedomê astengên ser malperan rakiriye. Vê xebatê 11 sal berê dest pê kiriye. Rêxistinê 177 dezgehên medyayê ji sansurê rizgar kirine. Zêdetirî nîvê van malperan li Çîn û Rûsyayê bûn. Niho mirov dikarin li van welatan bêyî VPNê xwe bigihînin nûçeyan.
Piştî serlêdana RSFê Dadgeha Amerîkayê biryareka girîng da. Dadger Royce Lamberthî, tayînkirina CEOya nû ya ajansa medyayê betal kir. Bi vê biryarê 500 xebatkarên Voice of America (VOA) vegerîyan ser karê xwe. Berê ew rojnameger bi awayekê bêhiqûqî ji kar hatibûn derxistin.
Welatîyên Swîsreyê li dijî kêmkirina budçeya medyaya giştî derketin. Di referandûmê de ji sedî 61ê xelkî dengê "na" da. Bi vê encamê kampanya "200 frank têrê dike" bi ser neket. RSFê li dijî vê kampanyayê xebat kir. Dezgeha SSRê bi vî rengî serxwebûna xwe parast.
Li Fransayê firotina kovara Challengesê bû sedema fikarên mezin. Milyarder Bernard Arnault dixwest vê kovarê bikire. RSF û sendîkayên rojnamegeran ev mijar birin dadgehê. Wan daxwaza parastina piralîbûna medyayê kir. Dadgeha Bilind a Fransayê dê li ser vê yekdestîyê biryarekê bide.
Çavkanî: Botan Times Reporters Without Borders (RSF)
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...