Ger "Arsız Yeşillik" ya herî masûm be
Carinan dema mirov kitêbekê diqedîne tiştê di bîra mirov de dimîne ne ew ên vegêrandî ne, bes ew ên îmakirî
Serokê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî xelata herî bilind a dewleta Îtalyayê, "Nişana Mezin a Xaça Şovalyetîyê, Stêrka Îtalyayê" standiye.
Serokkomarê Îtalyayê ev xelat wekî sembola hevalbendîya stratejîk û bawerîya tam daye serokê herêmê.
Serkonsolosê Îtalyayê yê Hewlêrî Tommaso Sansone di merasîmê de axivîye û keda Barzanî ya ji bo têkilîyên piralî bilind şîrove kiriye. Sansoneyî dîyar kiriye ku Barzanî di xurtkirina têkilîyên navbera Îtalya, Iraq û Kurdistanê de roleka sereke lîstiye.

Serokkomarê Îtalyayê vê nişana taybet bi pêşniyara Wezareta Karên Derve û bi pejirandina Konseya Nişanê amade dike. Dewlet vê xelatê tenê dide kesên serkeftî yên ku di warê dostanî û hevkariya navneteweyî de kedeka mezin dane. Sansone giringîya xebatên Barzanî yên di dema Serokwezîrî û Serokatîya Herêmê de nîşan daye. Barzanî di van her du serdeman de bi Balyozxaneya Îtalyayê ya Bexdayê û Serkonsolosxaneya Hewlêrê re hevkarîyeka nêzîk pêk aniye.
Piştî hilweşîna rejîma Baasî, fîrmayên îtalyanî bi hêsanî ketin bazarên Iraq û Kurdistanê û Barzanî ji bo pîşesazîya wan rê vekiriye. Wî di navbera salên 2007 û 2010an de piştgîrîyeka xurt da fûarên "Italy Expo" û aborîya herêmê geş kiriye.
Nûneratîya Îtalyayê ya Hewlêrî jî bi saya vê piştgîrîyê gav bi gav pêş ketiye. Buroya Balyozxaneyê di sala 2011an de li Hewlêrê dest bi karî kiriye û ev sazî di sala 2016an de bûye konsolosxane. Di dawîyê de, yanî di sala 2024an de ev nûneratî gihîştiye asta serkonsolosxaneyê/sefaretê.
Barzanî ji bo saziyên Kurdistanê fermanên nû derxistine û rênîşanderî kiriye. Sazîyan bi vê fermanê alîkarîyeka mezin daye leşkerên îtalyanî yên li herêmê. Her weha saziyên herêmê parastina 12 tîmên arkeolojîyê yên Îtalyayê jî pêk aniye û rê li ber xebatên zanistî vekiriye.
Çavkanî: X, Rûdaw
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...