Lezgînê Çalî: Keko, Are You Coming or Should I Come and Get You?
After bone marrow cancer struck my dear brother Lezgîn, he spent exactly a year and three months in a hospital

Di van rojên ku li herêma erdhejê hîn xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewan dike, tê gotin baskê desthilatdariyê ji bo paşxistina hilbijartinan dest bi xebatan kiriye.
Heta 6ê Sibatê rojeva herî girîng ya Tirkiyeyê hilbijartinên serokomarî û parlementoyê bû.
Lê belê piştî erdhejên li Maraşê ku li 10 parêzgehan bû sedema wêraniyeke mezin, hilbijartin "ji bo niha" ji rojeva hikûmetê û ya mûxalefetê derket.
Niha jî ji ber erdhêjê taloqkirina hilbijartinan di kulîsên Enqerê de tê axaftin.
Erdheja Mereşê li 10 bajaran rasterast bandor li 13,5 mîlyon kesî kir.
Li gorî daneyên hilbijartinên 2018an, li 10 parêzgehên ku ji ber erdhêjê wêran e 8 milyon hilbijêr hene. Niha ev reqam 9 milyonan derbas kiriye.
Tê payîn ku li 10 bajaran nêzîkî 9 milyon hilbijêr ji bo dîyarkirina serokomar û 91 parlementeran biçin ser sindoqan.
Li gorî zagona Tirkiyeyê divê hilbijartin di 18ê Hezîrana 2023an de bên kirin.
Lê belê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di hemû daxuyaniyên xwe yên beriya erdhejê de bo hilbijartinan 14ê Gulanê îşaret kiribû.
Niha ev tişt tê miraqkirin, lê gelo hikûmet dikare roja hilbijartinê ya ku wek 14ê Gulanê hatibû ragihandin paşde bixe?
Di 9'ê Sibatê de yekem car rayedareke AKPê gotibû, “Di rewşeke wiha de nabe hilbijartin pêk were. Niha dîroka 14'ê Gulanê zehmet e.”
Li gor Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu taloqkirina hilbijartinan ne mumkun e.
Kiliçdaroglu got, "Destûra Bingehîn pir zelal e. Lê di şert û mercên şer de hilbijartin tê taloqkirin. Ji ber ku şer tune ye, hilbijartin nayê taloqkirin. Kes nikare bi hincetên xwe pîvaneke hiqûqî ya yekta biafirîne.”
Serokê berê yê Meclîsê Bulent Arinç xwest ku hilbijartin bên taloqkirin.
Arinç gotîbû, “Divê welat di zûtirîn dem de ji stresa hilbijartinan xilas bibe. Ne di meha Gulanê û ne jî di Hezîranê de hilbijartin çênabin.”
Hevserokê berê yê HDP'ê Selahatîn Demîrtaş jî dibêje, "Biryara paşxistina hilbijartinan bi awayekî eşkere darbeyek siyasî ye."
Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener jî got, "Ez bawer nakim ku hilbijartin bigihêje 14'ê Gulanê, lê ez difikirim ku di 18'ê Hezîranê de çêbibe.
Berdevkê Partiya DEVA Îdrîs Şahîn da zanîn ku ne Serokomar û ne jî YSK nikarin hilbijartinê taloq bikin.
Di xala 78'an a Destûra Bingehîn de tê gotin ku hilbijartin ji ber şer bi biryara TBMMê tenê salekê dikare were taloqkirin.
Yanî li gorî destûre, hilbijartin ji bilî şer ji ber sedemeke din nayê paşxistin.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...