Lezgînê Çalî: Keko, Are You Coming or Should I Come and Get You?
After bone marrow cancer struck my dear brother Lezgîn, he spent exactly a year and three months in a hospital
Li ber derîyê Şirketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) bi rojan e dengê karkeran tê bihîstin.
Li 6 bajaran karker li dijî şertên xirab yên xebatê ji 21ê tîrmehê vir ve dest ji kar berdane û daxwaza zêdekirina heqdestên xwe dikin.
Li şûna ku rayedar dengê karkeran bibihîzin û şert û mercên wan çaktir bikin 300 karker bê tezmînat ji kar derxistine. Bi tenê li Amedê hejmara van karkeran 100 kes in.
Xebatkarekî ku ji kar hatîye derxistin û li ber derîyê DEDAŞê rûniştiye sedama çalakîya xwe wiha rave dike:
Min 10 salên xwe dan vê şirketê. Rîska karê me gelek zêde ye. Berîya çend rojan 2 hevalên me ji ber teqîna trafoyeke ceyranê bi giranî birîndar bûn. Ev çalakî hema di rojekê da çênebûne. Ev encama 10 salan e.
Karkerekî DEDAŞê
Li gor wî 10 sal in ji aliyê rêvebirên şirketê ve mafên wan tên binpêkirin. Karkerê ku naxwaze navê xwe beyan bike, dibêje ku:
Îkramiyeyên me û heqdestên me yên mezîyetê kêm didin me. Mafê yên sendîkabûnê nîne. Li gor şert û mercan em gelekî li dû şirketên belavkar yên rojavayê Tirkîyeyê mane. Ev salek û nîv e di beşa me da kêmasî hene lê xebatkar nayên girtin. Karê wan jî li me didin kirin.
Karkerekî DEDAŞê

Em her roj tûşî mirinê dibin. Berîya hefteyekê em çûne gundekî, kûçikan êrişî me kirin. Ji ber êrişa kûçikan heta niha çend hevalên me birîndar bûne. Ji ber fatûrayên giranbiha jî em rastî lêdana xelkê tên. Karê me karekî bi vî rengî ye.
Karkerekî DEDAŞê
Karkerên DEDAŞê ji mafên xwe yên herî rewa bêpar in. Ew dixwazin bibin endamên sendîkayê. Lê her çiqas di zagonê da ev mafê wan yê rewa be jî, ev mafê wan jî tê astengkirin.
Ew meaşên xwe ji bankeyan werdigirin. Lê promosyonên ku banke dide wan, rêvebirên şirketê ji wan distînin.
Tevî zehmetîyên karê me, meaşê ku em werdigirin kêm e. Rayedar nahêlin em bibin endamên sendîkayê. Ji ber van daxwazên me, heta niha bi sedan hevalên me ji kar hatine derxistin.
Karkerekî DEDAŞê
Li Amedê û li 5 bajarên din Sendîkaya Enerjî SENê ya girêdayê DÎSKê, piştevanîya karkerên DEDAŞê dike.

Yek ji rêvebirên ji DİSK Enerji SENê Cihan Çiçek ji bo Botan Timesê axivî:
Karker bi KOD-49ê, bi hinceta ku "karê xwe nekirine" bê tezmînat ji kar hatine derxistin. Patronên şirketan bi van kiryarên xwe dixwazin hemû karkeran ji mafên wan mehrûm bihêlin.
Yek ji rêvebirên DİSK Enerji SENê Cihan Çiçek
Di nava sînorên Tirkîyeyê da 21 herêmên belavkirina elektrîkê û bi heman awayî şirket hene.
Lê belê bi tenê li bajarên Kurdistanê karker bêsendîka dixebitin.
Patronê şirketê ji karkeran ra gotiye ku 'dev ji sendîkayê berdin û vegerin ser karê xwe'. Şirket zagona heyî bin pê dike û ev yek sûc e. Ji ber ku sendîkabûn di zagona Tirkîyeyê da mafê rewa yê karkeran e.
Yek ji rêvebirên DİSK Enerji Senê Cihan Çiçek
Karkerên DEDAŞê niha li 6 bajaran çalakîyan li dar dixin.
Ew dixwazin kesên ji kar hatine avêtin, li karê xwe vegerin û wekî endamên sendikayê kar bikin.
Gelo ev daxwaza karkeran dê bi cih bê yan na, ev alozî dê di paşerojê da diyar bibe.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...