Kurd li Bajarî ne Podcast: Çima dêya min ji meta min fêm nake!
Qenala Podcastan ya bi navê "Kürtler Şehirde (Kurd li Bajarî ne)" 25 beş in behsa çîroka Kurdan a
Qenala Podcastan ya bi navê "Kürtler Şehirde (Kurd li Bajarî ne)" 25 beş in behsa çîroka Kurdan a li bajaran dike. Pêşkêşkarê qenalê Mehmet Ugur Korkmaz dibêje "li civatê qinaeteka welê heye ku Kurd gundî ne û civatên dî bajarî ne. Halbûkî wan jî wek neteweyên dî salên 1960ê dest pê kirine ku ji gundan çûne bajaran. Beşeka mezin a nifûsa kurdên ciwan li bajaran hatine dinê û qet li gundan nejiyane. Yanî Kurdên bêgund in."
Digel vê yekê jî sala 2026ê hê jî kurd li bajaran rastî astengîyên ji ber kurdbûnê tên. Ev astengî li nik wan, carinan dibe trawma, carinan dibe hêrs û acizî û carinan jî wan bêdeng dike.
Korkmaz li pey wê kêlîya şikestin, guherîna derûnî, xwenasîn û gelek caran hişyarbûnê ye. Di her beşê de kesek çîroka xwe ya li bajaran dibêje.
Mehmet Ugur Korkmaz bi xwe jî xwediyê çîrokeka wek mêvanên xwe ye. Ew kurê dêyeka ji Sêwasê ya tirk û bavekê ji Meletîyê yê kurd e. Cara pêşiyê dema ew diçin mala meta xwe lê dinêre meta wî bi zimanekê welê diaxive ku diya wî jê fêm nake. Nizane kurdî ye lê dizane tiştek cida ye. Dema piçek dî mezin dibe û bavê wî wî dibe Meletîyê dibîne ji wî zimanî re dibêjin kurdî û li taxa wan tirkîaxêv jî hene.
Podcasta me hewil nade tiştekê bibêje. Wek platformekê ye ku cih dide kurdan ew bi xwe çîroka xwe bibêje.
Min pêşiyê xwest ji tirkan re çîrokên kurdan bibêjim. Paşê min dît ku kurd zêdetir guhdariya çîrokên kurdan dikin. Min ê bikiriya belgefîlm lê paşê podcast li min xweştir hat. Ji ber ku belgefîlm di carekê de temam dibe, Podcast pêvajoyek e...
Ji tirkan zêdetir kurd rexneyên tûj li kurdînîyê dikin. Kurdînîyê kategorî dikin; mesela hin dibêjin heçî kurdî neaxivin ne kurd in, hin kes jî kurdên ne polîtîk wek kurd nabînin.
Ji Fethiyeyê xanimekê ji Korkmazî re nivîsîye û gotiye ew û yarê xwe ji hev fêm nake. Ew nizane çima yarê wê ji bo hin rewşan bertekên hişk nîşan dide. Xanimê piştî guhdariya podcastan zêdetir empatî bi yarê xwe re kiriye û ev rewşa xwe ji xwediyê podcastê re nivîsîye.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...