Kurdîxane Akademî: Ji Xwebexşiyê ber bi Profesyoneliyê ve

Kurdîxane Akademî: Ji Xwebexşiyê ber bi Profesyoneliyê ve

Li Bakur û li seranserê Tirkiyeyê, polîtîkayên asimilasyonê û nebûna statuya fermî ya zimanê kurdî, her roj tesîreke girantir li ser zimanî dike. Kurdî, îro tenê li çend zanîngehan wekî lîsans/lîsansa bilind/Doktora û li dibistanên dewletê wekî derseke bijartî li ber xwe dide, hêdî hêdî ji nav xelkê, ji kolanan û ji nav malbatan vedikişe. Di vê atmosferê de, barê parastin û geşkirina ziman di serî de li ser milê weşanxane, komeleyên çandî û saziyên xwebexş e ku bi îmkanên kêm xebatên mezin dikin. Li ser vê yekê me dosyeyeke taybet amade kiribû û me ji deh kesên ji deh qadên cuda pirsîbû ka gelo rol û tesîra sazî, şexs û dezgehên taybet di parastina zimanî da çi ye.

Di atmosfereke wiha da, modeleke birîsk derdikeve pêşiya me, ew jî kursên bi pere û taybet in.Bi rîsk e, ji ber ku bazara wê kêm e. Li bakur Kurdîxane Akademî tekane şîrketa taybet e ku bi profesyonelî, dersên zimanê kurdî online û rûbirû dide. Ev modela birîsk, fêrbûna kurdî ji xwebexşî û dilxwazî derdixe, dikêşe qadeke profesyonel û sîstematîze dike. Bi rêya çend pirsan, em pêk ve guhê xwe bidin çîroka wan ka gelo bi çi saîkê û armancê dest bi vî karî kirine. Xwedî û berpirsê giştî yê Kurdîxane Akademîyê Ûsiv Bextewar bersiva pirsên me da.

Sazî, dezgeh û komeleyên xwebexş, hertim li derveyî sîstemê mane û ji ber vê yekê jî gelek caran, ji ber kar û xebatên xwe yên kurdewarî, bi hincetên cuda, bûne hedefa qedexekirin û girtinê. Lê şîrket, saziyeke qanûnî ye ku dewlet mafê hebûna wê diparêze. Fikra avakirina şîrketekê û kursên bipere û taybet çawa çêbû? Armanca we ya bingehîn çi bû?

Fikra avakirina Kurdîxane Akademîyê wekî şîrketekê ji tecrûbeya salên dirêj ya saziyên xwebexş derket. Me dît ku saziyên xwebexş gelek caran ji ber karên xwe yên kurdewarî rastî astengî û qedexeyan tên, lê şîrketeka qanûnî ji aliyê dewletê ve tê parastin û ev yek îmkanê dide ku xebat bi domdarî û profesyonel were meşandin. Armanca me ya bingehîn ew bû ku perwerdeya zimanê kurdî ji rewşa xwebexşî derxînin û veguherînin saziyeka bi kalîte, rêkûpêk û domdar, da ku zimanê me bi awayekî zanistî, aktîv û bi standardên nûjen were hînkirin. Bi vî rengî mamosteyên kurdî bêne îstîhdamkirin û qumaşê kurdî êdî pere bike.

Gava mirov ji bo zimanekî bindest û nîvqedexekirî, daxwaza pereyê qursê dike, berteka civakê û xwendekaran di destpêkê de çawa bû? Gelo ev yek wekî ticarîkirina zimanî hat dîtin, yan wekî profesyoneliyê hat dîtin?

 Di destpêkê de berteka civakê û hin xwendekaran bi awayekî têgihiştî û hinekî jî bi guman bû. Ji ber ku zimanê kurdî bi sedsalan bindest û nîvqedexe mabû, piraniya xelkê bi awayekî dilxwaz, belaş an jî bi piştgiriyên sînorî li ser ziman dixebitîn. Ji ber vê yekê, dema me wekî Kurdîxane Akademîyê pereyên qursê xwestin, hin kes belkî wekî ticaretaneyê fikirîbin, ev normal e.
Lê belê, me ji destpêkê ve ev mijar bi zelalî rave dikir jixwe: Zimanê kurdî tenê bi hewildanên dilxwazî nikare bi profesyonelî were hînkirin û parastin. Ji bo ku em mamosteyên pispor, materyalên kalîteyî, platforma perwerdeyê ya domdar, dersên rêkûpêk û piştgiriya takekesî bidin, divê dahateka aborî ya mayînde hebe. Em nafikirin ku zimanê kurdî “mal” be ku were firotin, lê em bawer in ku perwerdeya zimanî jî divê wekî her karî pisporî were dîtin.
Bi demê re ev nêrîn pir guherî. Xwendekarên ku qursên me qedandin, ferqa mamosteyên perwerdekirî, rêxistinkirina dersan, materyalên standard û pêşkeftina xwe ya zelal dîtin. Gelek kesan piştre gotin “ev cara yekem e ku ez bi awayekî rast û sistematîk kurdî hîn dibim.”
Îro piraniya civakê vê yekê wekî profesyonelî û rêzgirtina li ziman dibîne, ne wekî ticarîbûnê. Em jî bi vê baweriyê diçin: Zimanê kurdî hêjayî perwerdeya herî baş e û ev yek bêyî struktur û pisporiyê nabe.

Ev modela aboriyê çiqasî domdar e? Gelo xerc/pereyên qursê tenê mesrefên şîrketê derdixin, yan ev model dikare bibe çavkaniyek ji bo geşkirina projeyên nû yên kurdî?

Hemîyê bixwîne

Xwe belaş qeyd bike ji bo tu hemîya naverokê bibînî. Ev naverok bi tenê ji bo yên abone ye û abonetî belaş e.

Bûltena belaş bistîne
Ma ji xwe hesabekê te heye? Têkevê

Harika! Başarıyla kaydoldunuz.

Tekrar hoş geldiniz! Başarıyla oturum açtınız.

Botan Times'a başarıyla abone oldunuz.

Başarılı! Giriş yapmak için sihirli bağlantıyı e-postanızda kontrol edin.

Başarılı! Fatura bilgileriniz güncellendi.

Faturanız güncellenmedi.