Kurtenivîskên weşangerekî şevger

Kurtenivîskên weşangerekî şevger


Deftera Mezin
 a Agota Kristofê hat. Ergin Öpengin ji fransî wergerand. Ev roman kitêba ewil a Sêbareya Cêwiyan û kitêba 30em a Pallê ye.

II.

Gava min dest pê kir, min got heta ku pereyê min hebe ez dê berdewam bikim û bi têkçûna wê jî û bi serkeftina wê jî qayîl im. Pereyê min hîn neqediyaye, lê hîn jî ber xwe nabînim. Çar sal berê jî min ber xwe nedidît, niha jî nabînim. Bi vê nedîtinê jî çar sal in bi heman hewesê didomînim. Loma li ber xwe nanihêrim, li karê xwe dinihêrim. Teqlên wê dê min ber bi ku ve bibin, ez jî gelekî meraq dikim. Ev bi serê xwe heyecanek e.

III.

Ergin Öpengin ji bo min yek ji wan kesan e ku çi bike dikarim çavgirtî çap bikim. Pelên teqwîmê û prospektusên dermanan jî tê de. Dizanim, tişta ku divê mirov carekê lê bifikire, ew sed caran lê difikire. Dizanim, dê kar ji min re nehêle. Lê dîsa jî kar dimîne. Dilê wî rehet nabe. Piştî her xwendinekê cardin serrast dike, piştî her xwendinekê cardin diguherîne, piştî her xwendinekê dixwaze cardin bixwîne. Heta çapê dosye di nav destê me de diçe û tê, û heta ku em neşînin çapê xuya ye ev dê her wiha berdewam be. Îhtimala qusûreke biçûk a piştî çapê, ziravê me diqetîne.

IV.

Di weşangeriyê de mirov li sed tiştan difikire, lê carinan tenê dikare yek tiştî pêk bîne. Niha tenê min kariye yek tiştî pêk bînim. Şert û mercên ku dikarin ne 99 be jî lê wan 90 tiştên din pêk bînin, heta niha jî li rû min nebişirîne. Zêde tiştekî naxwazim, qet nebe hevkarek bo min çêbibe û meaşek bo hebe. Lê nebûna wan şert û mercan jî ne ewende muhim e, heta niha çawa hatibe, dê her weha biçe.

V.

Deftera Mezin romaneke têra xwe kûr û sade ye ku di nav şer de bi mesafeya zimanî ya dûrî şer xwendevanên xwe gelekî nêzî şer dike. Xwendevan ji vê romanê hez dikin, û dê ji wergera Ergin Öpengin jî gelekî hez bikin. Ez dibêm qey ev metna wî ya herî sade ye, ji ber ku wî jî xwest tam li gor ruhê romanê be. Min fam nekiriye çima xwendevan belaheq ewqasî miriyê sadeyiyê û dijminê giriftiyê ne, û her ku diçe bêhtir dibin dijminê metnên nesade. Nerîteke bi hezar salan a xwendinê heye, mirov li bendê ye repertuara xwendevanan qewîtir û rengîntir bibe, bêhtir berbihêr bin li hember rêçên cuda yên di vegêranê de, bi egzersîzên xwendinê yên li ser metnên girift sînorên xwe hinekî bibezînin, ewqasî zû nebêjin pass, îmkanê bidin rêwîtiyên cuda yên xwendinê, filan û bêvan. Lê bêtehemuliya ku di serdema me de bêbask difire, li ser ezmanê edebiyata me “firînên kamîkazeyî li dar dixin” bi qewla Janyaya Rênas Jiyan. Repertuara me tengtir dibe, xwendinên piraniya me dişibin hev. Ev jî li ser navê sadebûnê tê kirin, û hin nivîskar û rexnegir bi zanebûn vî agirî gur dikin. Ewçend gur dikin ku êdî metnên sade jî girift didin xuyakirin. Çendek berê xwendevanekî hêja gotibû ji kerema xwe Revdegurga Husên Arif di çapa duyem de sadetir bikin. Ez şok bûm û hîn jî hin şevan tê bîra min û ji ber vê şokê nikarim razêm. Lê xeyala çapa duyem kêfa min anîbû.

VI.

Bila hêvî û motîvasyona me kêm nebe (ya min qet kêm nabe), problema herî mezin a civat û edebiyata me meraq û heyecan e. Heyecana heyî jî pir zû ditefe. Nexasim bêmeraqî û bêheyecaniya hevalên ji min ciwantir, li ser navê wan min xemgîn dike. Nizanim belkî jî ew ji halê xwe gelekî razî ne û yê ku divê mirov li ser xemgîn bibe, ez bim. Emrê min jî ji sihî bihurî û êdî ji min re jî dibêjin “abê”. Şexsen min dixwest çendek ji van abêcanan xwe li serê min bikira bela û ji edebiyatê heta nivîsîn, xwendinê, weşangeriyê, edîtoriyê, qeşmeriyê hwd bi min re di nav danûstandinê de bûna. Ez amade me çiyê min hebe, bidime wan û çiyê wan hebe, ji wan bigirim. Ê qey her kes bi derdê xwe ketiye, mimkin e.

VII.

Tu carî bi weşanger û edîtorekî obsesîf re nexebitin.

Harika! Başarıyla kaydoldunuz.

Tekrar hoş geldiniz! Başarıyla oturum açtınız.

Botan Times'a başarıyla abone oldunuz.

Başarılı! Giriş yapmak için sihirli bağlantıyı e-postanızda kontrol edin.

Başarılı! Fatura bilgileriniz güncellendi.

Faturanız güncellenmedi.