Chalak Events ê li Stenbolê ji bo dîtina şopên Kurdan "meşa bîrê" pêk bîne

Parve bike
Afîşa çalakiya Meşa Bîrê

Li bajarê Stenbolê ji bo dîtina cih û warên dîrokî yên kurdan xebateka nû dest pê kiriye. Saziya Chalak Eventsê bi piştgirîya Weqfa Friedrich-Ebert-Stiftungê (FES) meşeka bîra civakî amade kiriye. Nûnerê Chalak Eventsê Tofan Sunbul ji Botan Timesê re got beşdar dê li herêma Fatihê heşt mekanên girîng bibînin. Tahir Baykuşak dê li pêşberî her mekanî dîrokçeya cihî ji bo beşdaran bêjin.

Sazî xebata xwe bi şêweyekê profesyonel pêk tîne

Dîmenek ji meşên berê. Tahir Baykuşak agahiyên li ser avahiyê dide

Tofan Sunbul:

Ev xebat armanc dike ku hebûna dîrokî û çandî ya kurdan a li Stenbolê xuyayî bike. Di vê çarçoveyê de, dê bi rênîşandana dîroknas Tahir Baykuşak meşa bîrê pêk bê û heşt mekanên bîra civakî yên girîng werin ziyaretkirin.

Chalak Eventsê berê di salên 2019 û 2021ê de du meşên dî saz kiribûn. Sazî vê carê xebata xwe bi piştgirîya fînansî wek derfetek profesyoneltir dibîne. Organîzator dê fîlmê vê meşê wekî belgefîlm amade bikin. Ew dê paşê vê xebatê di hesabê xwe yê YouTubeyê de parve bikin.

Meşvan dê li heşt cihên cîda bimeşin

Tahir Baykuşak
Beşdar dê li ser xeta Fatihê (Nîvgirava Dîrokî) cihên wekî Xana Elî Paşa, Apartmana Erzurumê (Cemiyeta Hêvî), Peykerê Kurdê Hemal, Mala Îctîhadê (Dr. Abdullah Cevdet), Mekteba Meşrûtiyetê ya Kurd, Tirbeya Mahmudê II., Qehwexaneya Diyarbekirê û Wargeha Xwendekaran a Dîcleyê bimeşin, hem mekanê hem jî çîroka wan tecrûbe bikin.

Serlêdanên ji bo meşê berdewam dikin

Zimanê vê meşê bi temamî kurdî ye. Meş di 13ê Hezîrana 2026an de di saet 11:00an de dest pê bike. Ev çalakî dê çar saetan bidome. Kotaya meşê bi 20 kesan sînordar e. Heya niha di du rojan de 27 kesan serî lê da. Xelk dikare heya 5ê Hezîrana 2026an serlêdana xwe bişîne.

Forma Serlêdanê

Çavkanî: Botan Times, Chalak Events

Fotrafên nûçeyê: Chalak Events

Dewam bike

Biryara dadgeha Tirkîyeyê şerê rikberiyê germ kir - The New York Times

Biryara dadgeha Tirkîyeyê şerê rikberiyê germ kir - The New York Times

Dadgeheka Tirkîyeyê serokatîya partîya mixalif a serekî (CHP) guherandiye. Vê biryarê rêberê berê Kemal Kiliçdaroglu vegerandiye serokatiya partiyê. Herweha vê pêngavê destê serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan xurt kiriye. Dadgehê encamên kongreyê betal kirin Dadgeha îstînafê ya Enqereyê encamên kongreya CHPê ya sala 2023yan betal kirin. Di wê kongreyê de

ji alîyê Botan Times
----