Şûntilîyên Celadet û Îsmaîl Ebûlîz: Li logoya BotanIntê çi çi ye?
Ejderhayê li logoya Botan Internationalê, ew ejderha ye ku li berhema Îsmaîl Ebûlîzê Cizîrî hebû.Ew berhem li ser deriyê
Lîstikvanê tîma futbolê ya LDU Quito û neteweyî ya Ekuadorê Marco Angulo, piştî qezaya trafîkê ya 7ê Çirîya pêşiyê li Quito, paytexta Ekuadorê, di 22 salîya xwe de mirîye.
Angulo di qezaya li başûrê Quitoyê de birîndar bûbû û ji wê rojê ve li nexweşxaneyê radiza. Li gor çapemenîya Ekuadorê, lîstikvan piştî çend emelîyatan û hefteyekê li beşa lênihêrîna giran, şeva 11ê Çirîya paşiyê mirîye.
LDU Quito îro sibeh di daxuyanîyekê de got: "Em bi xemgînîyeka kûr radigihînin ku lîstikvanê me yê hêja Marco Angulo mir. Em sersaxîyê ji malbat û hezkirîyên wî re dixwazin."
Navgînê navendî yê ku di Adara 2024ê de wek deynî ji FC Cincinnati hatibû LDU Quitoyê, 16 caran ji bo klûba xwe lîstibû. Lîstika wî ya dawîyê berîya qezayê, di 6ê Çirîya pêşiyê de bû.
Angulo di Mijdara 2022ê de cara yekem ji bo tîma neteweyî ya Ekuadorê lîstibû û di lîstika li hemberî Iraqê de ku 0-0 bi dawî bûbû, ketibû qadê. Wî sê caran ji bo welatê xwe lîstibû.
Li gor çapemenîya Ekuadorê, di qezayê de lîstikvanê Independiente del Valle Roberto Cabezas û hevalê wan Victor Carcopa jî mirin.
Çavkanî:
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...