Ger "Arsız Yeşillik" ya herî masûm be
Carinan dema mirov kitêbekê diqedîne tiştê di bîra mirov de dimîne ne ew ên vegêrandî ne, bes ew ên îmakirî
Diyarbekirsporê li deplasmanê Bursaspor 2-0 têk bir. Lîstikvanên Bursasporê li stadyûmê êrişî listikvanên Diyarbekirsporê kir.
Her du taxim di Koma Spî ya Lîga 2yemîn a TFFyê de ne. Maç li tadyûma Bursasporê bû.
Diyarbekirsporê bi golên Yasîn Dulger (deqîqeya 25emîn) û Bunyamîn Yurur (deqîqeya 85emîn) li deplasmanê Bursaspor 2-0 têk bir. Di deqîqeya 89emîn da di navbera lîstikvanan da nîqaş derket.
Her ku diçe alozî gurtir dibe û alîgirên Bursasporê jî ji trîbûnan made avêtin qadê û lîstikvanên Bursasporê êrişî lîstikvanên Diyarbekirsporê kir.
Serokê Baroya Amedê Nahit Eren û Rêveberê Diyarbekirsporê Serkan Genç derbarê vê bûyerê da bo Botan Timesê axivîn.
Li nava sehayê êrişan dest pê kirîye û li korîdoran dewan kirîye ku lîstikvanên me Serhat Enes Çalışan, Seymen Yağmur û Cem Çelik birîndar bûne û ev bûyer bo wan bûye travma. Em dê bi rêyên resmî heqê lîstikvanên xwe yên birîndar û kluba xwe biparêzin. Heke bedelê vê wehşetê neyê dayîn sibê dê bibe sebebê bûyerên mezintir. Serokê Bursasporê û rêveberîya wê xemgînîya xwe anîye ziman. Lîstikvanên Bursasporê, yên ku bûne sebebê vê bûyerê ji ehlaqê futbolê bêpar in û alîgirên wan jî provakotor in.
Rêveberîya giştî ya Diyarbekirsporê
Mixabin, berî hemî maçên klubên li Amedê yên ligel Bursaporê bûyer û êrişên wiha çêdibin û em elimî vê yekê ne. Ev ne bûyerên normal ên di nava maçan da ne êdî ji wê yekê derbas bû.
Nahit Eren
Ew balê dikêşe ser maça Amedsporê û Bursasporê ya li seheya Bursasporê ku di maçê da hinek kes û posterên ku di hafizeya kurdan da cihekî xerab girtine. Di maçê da alîgirên Bursasporê posterên “Torosa Spî” û endamê JÎTEMê Mahmut Yildirim vekiribûn.
Li sehayê hinek poster hatine vekirin, ku ew kes û sembolên di wan posteran da cih digirin, ti caran kurdan ji bîr nekirine û ew vekirina posteran tiştekî qestî û sîstematîk e hatîye kirin.
Nahit Eren
Vê maça dawîyê, ya di navbera Diyarbekirspor û Bursasporê da hinek slogan hatine avêtin ku nefret û cihêkarîyê dihewînin. Xaleka din ya giring heye ku digel van hemî bûyeran jî sazî û kesên berpirs tedbîr û bergirîyên pêwîst negirtine. Li ser Klubên Amedê astengîya aligîran heye ku ew nikarin alîgirên xwe bibin deplasmanan û ev yek jî hêj nehatîye çareserkirin. Ji bo ku bergirî li ber bûyer û êrişên wiha bê girtin divê cezayên wisa bêne dayîn ku êdî tiştên bi vî rengî rû nedin lê mixabin li Tirkîyeyê di sazî û raya giştî da bergirî û cezayên bi wî rengî nayêne dîtin. Em li dijî bûyerên wiha ne û derbarê vê yekê da em bangî sazîyên adlî dikin ku li ser bixebitin.
Nahit Eren
https://www.botantimes.com/content/files/2026/05/di-rojeva-siyasete-de-ji-amedspor-hebu-ke-ci-got-1.html
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...