Neteweperwerî, Nijadperestî û Nasyonalîzm
Ev neteweperweriya di nava ciwanan de bilind dibe sê-çar xususîyetên wê hene: Ciwan bi awayekî eşkere li nasnameya xwe xwedî derdikevin, sekûler in, ji çek û sîlehan zêdetir berê xwe didin sîyaseta sîvîl û tirkîyeyî ne.
***
Çend roj berê ez bi heyeteke biyanî re rûniştim û me li ser kurdan sohbet dikir. Ez bi tirkî diaxivîm û kesekî ji komê bo almanan axaftina min werdigerande îngilîzî. Mijar çû û hat û li ser bilindbûna neteweperwerîya di nav kurdan de sekinî. Min bi tirkî got ev pênc sal in di nav kurdan de neteweperwerî bilind dibe. Tercumanî jî bi îngilîzî wekî “kurdish nationalism” wergerand û ji ber ku muxatabê me alman bû, herhal nasyonalîzma Hitler filan hat bîrê û di cih de sekinî. Jixwe ev tişta ku bilind dibe, bi tirkî gotina “milliyetçilik” tam lê nayê, ji ber ku dema tu bi tirkî dibêjî, nijadperestîya li Tikîyeyê (Türk milliyetçiliği) tê hişê meriv. Qey ew ne bes bû, em birin û bi nasyonalîzma Hitler ve jî girêdan. Lazim bû ku ez mudaxale bikim û min kir jî. Lê wê demê ez li alîyekî jî difikirîm ka bi kurdî çi bibêjim: Neteweperwerî, neteweperestî, nijadperestî filan dihatine bîra min. Min got bi ya min ewa ku bilind dibe xuya ye ku ne nijadperstî û nasyonalîzm e, zêdetir dişibe neteweperwerî û mafparêziyê. Heta me ji hev fam kir, hinekî xwîdan ji min çû.
Lê bala min kêşa ku ziman çiqas tiştekî muhim e. Ger tu serbest berdî ew mafparêziya te diçe dibe nasyonalîzma Nazîyan. Min dîsa derdê xwe yê ku li min bûye bar hilda û min got gere ez îsal vê îngilîzîyê hal bikim.
***
Ev çend sal in di piraniya lêkolînên xwe de em du pirsan dipirsin. Yek ji wan ew e ku em dibêjin “ji nava van 20 nasnameyan, kîjan nasnameyên we ne? Du heban bibijêrin.” Pirsa din jî em ji her kesî/ê dipirsin ka “hûn çiqas neteweperwer in?” (bi tirkî: Milliyetçi). Rêjeya pirsa yekem jî, averaja pirsa duyem jî ev pênc sal in bilind dibe. Ciwanên ku dibêjin ji du nasnameyên me yek neteweperwerî ye, rêjeya wan gihiştîye ji %12yan. Baş e, av tişta ku bilind dibe çi ye?
Wek min di nivîsên berê de jî gotibû, li gor lêkolînên me sosyolojî diguhere. Di nav vê guherînê de guherîna ciwanan balkêş û muhimtir e. Ji ber ku hê jî li Tirkîyeyê -ji bilî penaberan kesên ku rewşa wan a aborîyê herî xerab kurd in- dewlet cihêkarîyê li wan dike û ji heyata xwe ne razî ne. Bi awayekî polîtîk jî ji halê xwe û ji kurdan aciz in. Ev tişt wan xurt dike û berê wan dide mafparêziyê. Ji ber vê yekê jî wekhevîyeke yasayî dixwazin û diparêzin. Lê em ê ji vê rewşê re çi bibêjin? Ez dibêjim neteweperwerî, lê dîsa jî rasterast nakeve serê min. Ji ber ku ev tişta xurt dibe ne ji perwerîya neteweyê ye, lê zêdetir bi mezlûmîyetê ve girêdayî ye.
Li gor lêkolînên me Vahap Coşkun jî destnîşan dike ku ev neteweperweriya di nava ciwanan de bilind dibe sê-çar xususîyetên wê hene: Ciwan bi awayekî eşkere li nasnameya xwe xwedî derdikevin, sekûler in, ji çek û sîlehan zêdetir berê xwe didin sîyaseta sîvîl û tirkîyeyî ne. Meseleye tirkîyeyîbûnê min di nivîsara berê de nivîsîbû, hewce nîne dubare bikim. Meseleya sekûlerbûnê jî Yusuf Ekinci di kitêba xwe de baş vekolaye. Kitêba wî ya bi navê Kürt Sekülerleşmesi hatiye weşandin. Meseleya deradîkalîzasyon û sîvîlbûnê jî me di lêkolîna li ser ciwanên kurd de behs kiribû.
Ez ê vegerime ser binavkirinê: Heta binavkirineke baştir meriv dikane ji ya kurdan ra bibêje “neteweperwerî” û ji ya tirkan re bibêje “nijadperestî”. Jixwe ev ferq, binavkirinê neke jî, ferqa wan destnîşan dike. Ji bo binavkirin û analîza ciyawazîya her du hestan em ê di demeke nêz de lêkolînekê bikin ka ciwan li ser vê meseleyê çi difikirin.