Pûan û kontenjanên beşa Kurdî li kîjan zanîngehê çi ne?

Pûan û kontenjanên beşa Kurdî li kîjan zanîngehê çi ne?
Wêne: Dom Fou / Unsplash

Îsal jî wekî her sal azmûnên zanîngehan (YKS) bi dawî bûn û encam dîyar bûn. Azmûn 20ê Hezîranê hate kirin. Bi hezaran xwendekar bi kelecan û belkî jî bi streseke mezin ketine azmûnê, her yek bi xeyal û fikreke cuda kete azmûnê ji bo ku xeyalên xwe pêk bîne. Ew kelecan û stres hinekî kêm bû bi dîyarbûna encamên YKSyê. Hinek kes keyfxweş hinek jî dilnexweş bûn ji ber encamên azmûna xwe. Ewên ku pûana wan bi dilê wan nebû, dê çi bikin û aniha di kîjan psîkolîyê da ne, ya rast nizanim lê kêm zêde dikarim texmîn bikim, lê heke di xeyal û daxwazên xwe da bi israr bin, texmîna min dê bigihijin armanc û xeyalên xwe. Ewên ku pûana wan bi dilê wan e, helbet rewş cudatir e, îro, 29ê Tîrmehê proseya hilbijartin û tercîha zanîngehan dest pê kir û dê 10î Tebaxê ev prose bi dawî bibe. Her kesek dê li gorî pûana xwe, li gorî daxwaza xwe ya beşê û xeyala xwe, dê zanîgehan tercîh bikin. Wekî gelek beşan, helbet beşa kurdî jî telebeke xwe heye û her sal xwendekaran qebûl dike.Baş e, xwendekarên ku dixwazin beşa kurdî tercîh bikin dê çawa bikarin? Li kîjan bajaran beşa kurdî heye û bi çend puanan dikarin qezenc bikin? Naveroka beşa kurdî çi ye û çawa ye? Piştî zanîngeh qedîya dikarin çi bikin? Ez ê di vê nivîsê da hewil bidim behsa beşa kurdî bikim.

Ji sala 2011an vir ve Beşa Ziman û Edebîyata Kurdî ya lîsansê li Zanîngehên Muş Alparslan, Bingol û Mardin Artukluyê vebûne. Herî dawî 27ê Gûlana 2024an, li Zanîngeha Dicleyê jî lîsansa kurdî vebû û îsal cara duduyan e dê xwendekaran qebûl bike. Herwiha li Zanîngeha Munzûrê û ya Bingolê jî beşa zazakî jî heye.

Puana her beş û zanîngehekê cuda ye. Beşa kurdî li gorî puana "SÖZEL"ê xwendekaran distîne. Herî dawî, li gorî bicihbûn û tercîhkirina zanîngehan puanên dawî bi vî rengî ne.

Mardin Artuklu

Li gorî salan puanên dawî yên bicihbûna zanîngeha Artukluyê wiha ne:

306.92516 (2026), Kontenjana îsal 35 kes in.

360,20367 (2023)

343,74599 (2022)

275,97235 (2021)

295,66153 (2020)

Dîcle (Dîyarbekir)

Li gorî salan puanên dawî yên bicihbûna Zanîngeha Dîcleyê wiha ne:

347,14699 (2026), kontenjana îsal 25 kes in.

375,96151 (2025)

Bingol

Li gorî salan puanên dawî yên bicihbûna Zanîngeha Bingolê wiha ne:

238,41864 (2026), kontenjana îsal 35 kes in.

246,52084 (2023)

232,71338 (2022)

Kontenjan vala man(2021)

Kontenjan vala man (2020)

Bingol Zazakî

213, 77720 (2026), kontenjana îsal 30 kes in.

232,72578 (2023)

210,36815 (2022)

Kontenjan vala man (2021)

Kontenjan vala man (2020)

Muş Alparslan

Li gorî salan puanên dawî yên bicihbûna Zanîngeha Muş Alparslanê wiha ne:

242, 10677, kontenjana îsal 30 kes in.

244,50792 (2023)

218,60505 (2022)

Kontenjan vala man (2021)

Kontenjan vala man (2020)

Munzur (Tunceli - Dêrsim), Beşa Zazakî

Li gorî salan puanên dawî yên bicihbûna Zanîngeha Munzurê wiha ne:

214, 41894 (2026), kontenjan îsal 35 kes in.

223,73620 (2023)

215,33363 (2022)

Kontenjan vala man (2021)

Kontenjan vala man (2020)

Di beşa kurdî da kîjan ders hene? Di çar salên lîsansê da, di warê edebîyatê da, edebîyata klasîk û modern heye. Di warê zimanî da zimanzanî, wergêr û muqayeseya di navbera zaraveyên kurdî da heye. Herwiha dersên wekî, dîroka kurdî, mîtolojî, folklor û çapemenîya kurdî jî heye.

Piştî çar salên zanîngehê, xwendekar bi rêya azmûna AGSyê dikarin bi awayekî fermî bibin mamoste û di bin banê MEBê da dersên kurdî bidin. Dersa zimanê kurdî di bin banê MEBê da, ji sala 2012-2013yan heta niha bo polên 5-6-7-8an tê dayîn.  An jî ew kesên dixwazin li ser kar û xebatên kurdî berdewam bikin, dikarin di akademîyê da dewam bikin û li zanîngehan dersan bidin. Mastera Kurdî li Bingol, Mêrdîn, Amed, Wan û Mûşê heye û herwiha li Amed, Mêrdîn û Bingolê jî Doktoraya kurdî heye.

Serkeftin bo we…


"Ev hevpeyvîn bi piştgiriya maddî ya Balyozxaneya Almanyaya Federal a Enqereyê, di çarçoveya Projeya ‘Hêzkirina Saziyên Medyaya Herêmî bi Riya Mentoriya Navneteweyî û Veguhertina Dîjîtal’ de hatiye amedekirin. Berpirsiyariya naveroka vê nûçeyê aîdî saziya me ye."

Harika! Başarıyla kaydoldunuz.

Tekrar hoş geldiniz! Başarıyla oturum açtınız.

Botan Times'a başarıyla abone oldunuz.

Başarılı! Giriş yapmak için sihirli bağlantıyı e-postanızda kontrol edin.

Başarılı! Fatura bilgileriniz güncellendi.

Faturanız güncellenmedi.