A Revolutionary of an Era: Celadet Alî Bedir-Xan
Before Celadet Alî Bedirxan was even born, the stamp of exile had already been placed on the foreheads of his
Ejderhayê li logoya Botan Internationalê, ew ejderha ye ku li berhema Îsmaîl Ebûlîzê Cizîrî hebû.Ew berhem li ser deriyê Mizyefta Mezin a Cizîrê bû. Vê gavê sembola Herêma Botan e.
Pêlên reş ên ji devê ejderhayî derdikevin destxetê Celadet Alî Bedir Xan e ku wek logoya kovarên Hawar û Ronahiyê bi kar aniye.
Pêlên reş diherike ser nivîseka şîn, ew şînbûn jî çemê Dîcleyê sembolîze dike.
Rengê ejderhayê ji rengê tavê û ji rengê axê pêk tê.

Rengê ejderhayî[1] zer+qehweyî ye. Zanîn (rengê zer, tava rojê) digihe axa me û tevlihev dibe êdî ne bi tenê qehweyî ye ne jî bi tenê zer e.
Ew "zanîna xwemalî" hêzê dide ejderhayê Îsmaîl Ebûlîzê Cizîrî. Ejderha sembola qedîmî û hêzê ye. Ebûlîz jî pêşengê zanîna fenî ye.
Min dizanî kesek wek Melayê Cizîrî semboleka xurttir e, Medreseya Sor gelekê delal e... Lê divîya me ne ji dinyayeka me'inewî ya bilind dest pê bikira. Ya giring ew bû em ji hesab û kitabên matematîkî dest pê bikin. Em li ser qanûn, fon, potansîyel û her tiştên dî hesaban bikin. Pêşengê robotên sîbernîtîk ê dîroka mirovatiyê Ebûlîz ji ber wê bû hevrêyê fikirîna min ji bo logoçêkerîyê.
Li berhema Ebûlîz du ejderha hene yek li rastê dinêre yek jî li çepê dinêre ya li çepê dinêre çemê Feradê ya li rastê dinêre Dîcleyê sembolîze dike. Ji ber min ji Botanê (Gundikê Melî) dest bi rêyê kir min ejderhaya li rastê dinêre hilbijart. Yanî Dîcle!

Devê ejderhayê vekirî ye. Qêrîn û "hewarê" dike. Kurdan de'iwetî rengên xwe (zerê zanînê, qehweyîya xwemalîbûnê) dike. Destxeta Celadet a ku logoya Hawar û Ronahiyê ye pêlên dengê ejderhayê ye ku ji devê wê derdikeve. Min rengê reş ê destxetê Celadet neguhert. Ji ber ku hem ew rengê reş, rengê hewara ji ber rewşeka "reş" e. Hem jî rengê hibra Celadet e.
Hibr de'iwetek e ji bo nivîsînê. Celadet bi kovara Ronahiyê damezrînerê rojnamegeriya me ya modern e û ez bi xwe û saziya min divîya şopajoyê Celadet Alî Bedirxan ba. Bi gelek zimanên dizane agahiyên li medyaya Fransî, Ingilîzî... bi pîvanên rojnamegeriya hingê ya navneteweyî bi asteka bilind nivîsîye. Ev ji bo me mînakekê mûazzam bû!
Slogana me jî "çîrokên kurdî, standardên navneteweyî..." bû. Ji bo vê fikirînê semboleka ji Ronahiyê û Celadet çêtir nebû. Wek Cizîrî dibêjin "ser re nîne!!"
Zanîna ji tavê hatî ket nav axê, bi hawara ejderhayê Ebûlîz û pêlên hibra Celadet kir qêrîn. Min xwest ew hibir biherike ser navê Botan Internationalê yê bi rengê şîn hatî nivîsîn. Navê ejderhayê Ebûlîz Dîcle bû min xwest hewara wê bigihe rengê şîn ê çemê Dîcleyê. Bila hibra Mîrê Botanê jî biçûya ser "Şetê Cizîrê" (beşa Dîcleyê ya bi Cizîrê re derbas dibe. Erê rast e wek Mîrê min gotî "ava şetê me şerbet e!" lê min ne ji ber wê xwest hibra Mîrî biherike ser Dîcleyê. Ji ber ku av diherike, li cihê xwe namîne û tîna bîra me wext diçe divê em guh bidin vê hewarê.
Çavê feqîrîyê kor be! Piştî ez ji YouTubeyê hîn bûm logoyan li Adobeyê xêz bikim, ji ber ku min nekarî qelemeka tabletan bikirim min bi tiliya xwe xêz kir. Li hinek cihan dema hûr lê binêrî xuya dikir ku tiliya min recifîye. Min jî hewara xwe gihand pispora kompîternasîyê, xweharzîya xwe Semîha (Yildiz). Min çîrok jê re got û jê xwest cihên tiliya min recifî rast bike. Wê pirsî gelo xeteka ji rengê zêrî li dora sînorê ejderhayî (ax û tav) çêbike çawa ye. Qusûrên min ên xêzkirinê jî dê winda biba û me got "sînorên me zêrîn in!" Xeleka li dora ejderhayî berhema wê ye.
Dema 2020ê min nîyet kir şirketê ava bikim. Min dixwest teknîkên rojnamegeriya navneteweyî ji bo medyaya kurdî bi kar bînim û çîrokên kurdan jî ji bo medyaya navneteweyî Ingilîzî binivîsim. Û bernameyên perwerdeyê çêbikim, rojnamegerên Kurd ên ji bo BBC, NYT, DW, VOA, Reuters... li saziyekê kom bikim û ji wan re bêjim ka vêca teknîk û tecribeyên xwe ji rojnamegerên nû re bêjin. Îro şikir ji Xwedê re me ew pêk aniye. 102 cararan me kargeh pêk anîn û zêdetirî 400 kesan beşdar bûn.
Deriyek ji malê (Botan) ber bi cîhanê ve (International) û deriyek ji cîhanê ber bi malê bû.
[1] Ejderha: Gelek teorî û îzah hene yek ji wan bi vî rengî ye. Di logoyê de du ejderha hene ya çepê çemê Feradê ye û ya rastê çemê Dîcleyê ye. Ejderha nîşana bihêzbûna xelkê herêmê û qedîmbûna kurdan e. Şêrek heye ew jî bizeravbûn û wêrekîya kurdan nîşan dide. Du teyr hene ew jî nîşan dide ku xelkê herêmê li ser axa xwe ji pileyên bilind ve hakim in û birûmet in.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...