5,000-Year-Old Diyarbakır Walls Face Risk of Destruction
DIYARBAKIR — The Diyarbakır Walls, a UNESCO World Heritage site, face ongoing threats of destruction, vandalism, and encroachment despite extensive restoration
Sûrên Diyarbekirê yên ku di Lîsteya Kelepora Cîhanî ya UNESCOyê de ne, tevî xebatên restorasyonê jî rûbirûyê metirsî, talan û dagirkeriyê ne. Endamê Weqfa Kuzey Yildiziyê Prof. Dr. Aziz Yağan derbarê vê avahiya dîrokî de agahiyên girîng dan
Nûçe: Zelal Sinayiç, Amîda Haber

Sûrên Diyarbekirê yên xwedî dîrokeke nêzî 5 hezar salî ne û mêvandariya gelek şaristaniyan kirine, îro ji ber dagirkerî, bikaranîna neyasayî û nebûna kontrolê bi rîskên mezin re rûbirû ne. Piştî xebatên restorasyonê yên ku bi mîlyonan lîre hatine kirin, di gelek birc û avahiyên dîrokî de ji nû ve xerabûn çêbûye û li beşên hundir û derve yên sûran dagirkerî berdewam dike.

Yağan destnîşan kir ku Sûrên Diyarbekirê li cîhanê yek ji giringtirîn qadên kelepora dîrokî ne û got: "Çawa ku Roma an jî Brugge giring in, Sûrên Diyarbekirê û Keleha Diyarbekirê jî xwedî heman nirxî ne. Eleqeya mirovan a ji bo vir her ku diçe zêde dibe. Lê belê li gel zêdebûna eleqeyê, talankirin jî zêde dibe; ji ber ku sûr bi awayekî guncav nayên parastin."
Yağan anî ziman ku pirsgirêk ne tenê restorasyon e, şêwazê bikaranîna qadê ye jî û wiha pê de çû: "Berê bêtir xelkê herêmî serdana sûran dikir, lê îro bi geşbûna tîcaret û turîzmê re hejmara mêvanan gelek zêde bûye. Ji ber ku tedbîrên parastinê bi heman astê nehatine zêdekirin, zirar jî mezin dibe."

Prof. Dr. Aziz Yağan bal kişand ser dagirkeriya li Sûrê û qadên dîrokî û diyar kir ku ev pirsgirêk ne nû ye, bûye adeta salan. Yağan got: "Hinek kes vê wekî mafê xwe dibînin. Heta ku kontroleke çalak neyê kirin, her kes dikare destwerdanê li qadan bike. Piyarê (piyade) nayên valakirin, firoşkarên gerok nayên kontrolkirin."
Her wiha diyar kir ku ji ber nebûna kontrolê, îro li qiraxên rêyan bi mînîbusan firotina kutilk û xwarinê tê kirin û heman nêzîkatî li ser sûran jî xwe nîşan dide.

Li ser pirsgirêka bêbandoriya saziyan, Yağan destnîşan kir ku tenê bi serê xwe şaredarî an jî walîtî nikare vê pirsgirêkê çareser bike: "Divê her du sazî di nav koordînasyonê de bixebitin. Car caran gav tên avêtin, lê ne mayînde ne. Heta ku polîtîkayeke hevpar û berdewam neyê avakirin, pirsgirêk dê bidome. Divê mesele bi nêzîkatiya 'mirov nanê xwe qezenc dikin' neyê nirxandin. Çendî zû polîtîkayeke hevpar were pêşxistin, çareserî jî dê ewqas zû pêk bê."

Yağan da zanîn ku vekirina kafe û restorantên ku di sala 2005an de hatibûn rakirin, paşvebûneke eşkere ye: "Berê kafe û restorantên di bin sûran de hatibûn rakirin. Heta dîwarê paşîn ê hinek xaniyan rasterast dispartin sûran. Rakirina wan biryareke rast bû. Lê îro bi rêyên nerasterast heman tişt dubare dibe. Bi danîna kursiyan, avakirina semaveran an jî bi rêbazên cuda, sûr dîsa ji bo armancên bazirganiyê tên bikaranînan. Divê bi ti awayî rê nedin vê yekê."
Yağan destnîşan kir ku divê birc û cihên dîrokî li şûna çalakiyên bazirganiyê, ji bo xizmeta giştî, çalakiyên çandî û hunerî werin veqetandin: "Li şûna nêzîkatiya ku hewl dide ji sûran dahatê bi dest bixe, divê nêzîkatiyek ku vê mîrasê diparêze were pejirandin."
Prof. Dr. Aziz Yağan li ser sedema neşebandina hevpar a saziyan jî got ku ev rewş dibe ku ji pirsgirêkên borî derketibe, lê ev dabeşbûn nayê qebûlkirin: "Mîraseke hezar salan bi metirseya tunebûnê re rûbirû ye. Heger sazî nikaribin bi hev re bixebitin, divê mekanîzmayeke nû ya koordînasyonê were avakirin. Hemû dînamîkên bajêr divê di vê mijarê de însiyatîfê bigirin."
Yağan anî ziman ku ev rewş hem rûniştvanên bajêr diwestîne hem jî dibe sedem ku geştiyarên tên bajêr, nêzîkatiyeke neyênî li ser Diyarbekirê ava bikin.
Yağan pêşniyara avakirina "polîsên turîzmê" ji bo parastina Sûrên Diyarbekirê û qadên dîrokî gelekî guncav dît û wiha bi dawî kir: "Yekîneyeke taybet a polîsên turîzmê ku dê tenê li qadên dîrokî û tûrîstîk kar bike û balê bikişîne ser parastina qadê, dikare were avakirin. Cilûberg û pergala xebatê ya vê personelê dikare taybet be. Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê jî dikare piştgiriya vê avahiyê bike. Bi pergalên kamerayan û polîsên turîzmê re, gelek pirsgirêkên li qadên dîrokî dikarin bi asteke girîng werin pêşîlêgirtin."
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...