Têbîniyên Amerîkayê XXIII: “God bless them!”
Dengekî fenanî dengê maşînekê… ji nîvê şevê ve hew kêlîkek jî destûr nedabûyê ku xewa xwe bidomîne, nalet li şeytên anîbû û cara dawî ji nav cihnivînên xwe derketibû, çûbû li ber şibakê daçikilîbû, guhên xwe fît kiribûn. Dû re darikê perdeya jalûzî çar caran ba dabû, çavên xwe mûç kiribûn û kutabûn neqebê. Derve zilûmat bû, şibaka nîvvekirî daxistibû û darikê wê careke din ba dabû, dengê maşînê hinekî daketibû, lê êdî xew lê herimî bû, venegeriyabû nav nivînan, bêyî tu lambeyan vêxî, berê xwe bi deriyê derve ve kiribû, kilîda ku qet jê ne piştrast bû, saxtî kiribû, heke yekî xêrnexwaz xwe tê bida, dê bi derba êwil re vekira. Bêhna wê parîyek teng bibû, ne bi tenê ji ber fikara kilîdê, vê dawiyê li bajêr dizî û piziya Kiayan zêde bibû, qala komeke nû ya dizan dikirin ku bes tirimbêlên Kia didizîna. Xwezî bi tenê bidizîna! Îda bi wê tirimbêlê diçûn şêlandina benzînxaneyên ku çav berdabûnê, yên ku pirranî di destê hindîyan de bûn. Carcaran diketin şer û pevçûnan jî, heke çîp rep nekirana û ji endaman yek nehata kuştin yan birîndar nebûya, di heman şevê de tevlî çend şêlankerî û bûyerên din jî dibûn. Dû re, Kia dibirin û li deverekê tarî û xewle terk dikirin; bi camên hûrhêrabûyî, bi gulleyan qulqulîbûyî, palkursiyên bi xwînê avdayî. Dê qet qala toz û telaz û gend û gemara di hundirê tirimbêlê de jî nekira, ne jî qala bîhn û cureyên şilemeniyê! Tev jî xortên reşik bûn, carekê-du caran zimanê wê neqelibîbû û ji wan re gotibû Koma Kadizan, heke dezgeh rast bikirina, diziya kadizê ji bo wan karê zarokan bû! Xweşbextane, tirimbêla wê ne Kia bû, lê ev nedihat wê wateyê ku polîs ji bo tiştine pûç heya ber wir jî neyin.
Şeva borî jî guh li dengê jinikekê fît kiribû, ya ku gilî û gazincên xwe kat dikir ji du polîsên qerase re, ku bi kilçanên xwe hatibûn û derdor saxtî dikirin. Nema zanî bê esl û feslê meselê çi ye, dengê televizyonê kêm kiribû û xwe mit kiribû (wek ku nedixwest zanibin ku di mal de ye, lê dizanîn), li pêşberî şibakê tam û temam çarîkek guh dêrabû axaftinên wan. Polîsek pirs jê dikir, wê jî nerma nerm bersiv dida, qey bi tena serê xwe dijiya, lewre carinan ji bo ku çend şekir bi hev re bişkênin, pirejin û pîremêrên vira seba tiştine pûç (wek çirçirkên vê havînê yên fenanî gêrikan xwe bi qurmên darûberan ve girtibûn û her sêzdeh salan carekê li başûrê herêmê derdiketin) gazî polîsan dikirin. Bi ser halan de, bi roj jî banga ba û bahozekê hatibû ragihandin. Heye ku tiştin gêr bibûn, yan firiyabûn û hatibûn li tiştine din ketibûn, wek titikên li ber deriyê wê yan devê xeracê, yan jî ajalên şevger bela xwe di gilêşdankên jinikê dabûn, ev jî pêkan bû. Serê sibehê, bi aliyê otoparkê ve çûbû û çavek li derdorê gerandibû, nerdeyên li ber darûberên li ser milê rastê li erdê bûn, wekî din tu tiştekî awarte tune bû.
Erê, lê daneyên krîmînal yên ku wek raporên tesnîfkirî di malpera fermî ya Ewlekariya Giştî de hatibûn weşandin tiştekî din digot; di navbera 19 û 25ê Tebaxê de, li temamê bajêr 16 mêrkujî, 31 êrîşên zayendî, 178 şêlandin, 140 lêdan, 133 dizî, 453 diziya tirimbêlan, 58 rûdanên birîndariyê yên bi rêya guleyan pêk hatibûn, dû re destavêjî, fîtkirin û zivêrkirin, çav û raw, çêbibûn. Çend caran ji berdevka xwediyê xênî re gotibû, ji bo zexmkirina dêrî û guhertina kilîdê li ber geriyabû, peyam jî şandibûn, lê jinik xwe di ser guhekî re avêtibû. Hingê wê jî cinehê xwe yê beyzbolê danîbû ser sêpiya li tenişta textê xwe yê nivistinê, bêyî cineh nediçû destavê jî! Herçî xewa wê bû wek a pisîkê bû, bi xirtîniyêkê re palikên çavên wê tirp û vedibûn û guh lê mûç dibûn, te dî hema ji nava cihnivînên xwe pengizî û dest avêt cinêh, çû li pişt dêrî daçikilî. Û wê şevê, şeva ku tirretira maşînê xew lê herimandibû, dîsan bi van mitaleyan li palkursiya xwe a pêşberî televizyonê rûniştibû, lêbelê li ser qenalekî nediwestirî, deng jî venekiribû, di navbera qenalên Horror û Sci-Fi & Supernatural de çûbû û hatibû, di Alien Nationê de “Evil Encounters” dest pê kiribû, çi tiştên berradayî bûn! Emrîkî çiqas hez ji van qenalên pûç dikirin! Li vê semtê, hema bêje li pêşbexçeya hemû xaniyan, ji xêncî tabelayên ku nav û paşnavê zarên wan û logoya baştirîn lîseyên li herêmê li ser bûn, tabelayên ji bo dengdanê û namzedan jî hebûn, piştgiriya ji bo Kamala Harrisê diyar bû, lêbelê dê û bavên ku ji meseleya LGBTQ+ê û ji nimînandina wan a di dibistanan de zêde zêde dikerixîn jî ne hindik bûn. A din jî, Trump qampanyayeke agresîf bi rê ve biribû. Yekî seyr bû ya rast, di qampanyaya helbijartinê ya sala 2016an de, ji bo biryara zewacên hevzayendî ya ku di 2015an de hatibû qanûnîkirin xera bike, li ser tayîna dadyarên Dadgeha Bilind tiştin gotibûn, lê dû re, piştî ku hatibû helbijartin, gotibû “Ez ê nekim!” Di destpêka 2023yan de, heman Trump bû yê ku gotibû, “Heke ez vegeriyam Qesra Spî, ez ê wan bizîşkên ku ji bo zarokên ku daxwaza veguherîna zayenda xwe dikin, raporên erêkirinê didin, giş ceza bikim û her weha, wan mamosteyên ku di vê mijarê de bi şagirtên xwe re devjeniyê dikin jî!” Di mehên dawî yên helbijartinên vê salê de, Trump û hevkarên wî, cardin vegeriyabûn vegotinên xwe yên dijj-transan û di eyaletên bikoşîn de, ji bo qampanyaya reklamê bi milyonan dolar xerc kiribûn, yên ku dêhn û bala Emrîkîyan dikişandin ser vê meseleya netewî!
***
Awirên wê çûbûn ser refika vexurkan, ji doh biqasî qedehekê meya sor mabû di binê şûşeya Yellow Tailê de, dê têra sermestiyê nekira, erê çima bi roj derneketibû û neçûbû marketê? Tu karê wê jî tune bû! Ka çi kiribû roj pê ve? Berra jî çi kiribû? Di zûtika sibehê de şiyar bibû, deriyê sarincê vekiribû û bîraya dawî jî kerrifî bû bi zikê birçî! Li berbanikê cigare bi cigareyê ve kiribû, dû re awirên xwe kutabûn kîvroşkeke kûvî, gêjê devê xwe jî nedabû gêzerên wê! Sihorîkeke pûrtên wê reş jî li derdorê doş dibû, êmek bi şûn de cotek qazên kûvî jî tevlî wan bibûn, qajewaja a mezin bû ya ku dikuliya û serê carê li dora xwe çerx dibû, a hebekî piçûktir li çîmenzara li pişt avahiyan dest pê kiribû diçêriya. Ne hatûçûya tirimbêlan di xema wan de bû ne jî hebûna wê ya li binbanikê. Dû re ji nîşka ve bi firê ketibûn.
José Barrerayê paqijkerê pelên weşiyayî û qirş û qalên ku quncikên otoparkê xetimandibûn, zû dest bi karê xwe kiribû, bîhna mazotê ya ku ji makîneya wî ya pifkirinê belav dibû, êşa serî lê zêdetir kiribû, navberekê çavên wan ketibûn hev jî, lêbelê silav nedabûn hevûdin. Ketibû hundir û şibakên xwe asê kiribûn.
Fikrin di serî wê de bûn, dixwest dest bavêje hin vîdeoyên li mal çêkirî, yên ku xebtûkoşeke zêde a hunerî, drama û afirînerî nedixwestin. Weqfa ku ew ji nava sêsed kesan helbijartibû, li benda xebera wê bû, lêbelê nedizanî wekî ji çi dest pê bike, çi bikişîne. Kameraya wê ya erzan a soxîn gihîştibû ber destê wê, sênigek û devikekî objektîfê jî xwestibû, ew jî di nava du rojan de hatibûn. Hest pê dikir dinya ji bîrûboçûnên Duchampî pir bir dûr ketiye, Bûka bi destê azibên xwe hatî tazîkirin ne di xema kesî de ye ya ku bi kereseyên derkeleporî û konseptîvîzmê derketibû mexderê; zerengî û tewşikî di nav hev de bûn, heya tu bibêjî komîk bû û di wexta xwe de kesî pûte pê nekiribû. Jixwe yekî wek Duchamp jî derneketibû!
Serê sibehê, ew û xwediyê qamyonê li otoparkê liqayî hev hatibûn, camêr seba tirretira maşînê sed caran bexşa xwe jê xwestibû, dengê motora sarincê bû û tiştine rizînbar tê de bûn. Li gorî ku digot, temamê Emrîkayê digeriya, carin mehek sax nedihat mala xwe, dahat jî ne wek a demên berê bû, Bidenî malik li wan xera kiribû. Lawikê wî jî li dev bû, balafireke ji kaxez çêkirî di destê wî de bû û serê carê pozikê wê bilind dikir, li Emrîka ji dayik bibû û bi tenê ingilîzî dizanî. Herçî ew bû, beriya duwanzdeh salan berê xwe dabû Emerîka, dû re deng li hevala xwe yê ozbek kiribû wekî bê û silavekê bidiyê. Tiştin rû didan û ew ji devê hinekên din dibihîstin. Li deverekê qezayek rû dabû û di encama qezayê de çar ciwanên kurd ji canê xwe bibûn. “Lêbelê”, gotibû xwediyê tirê, “hatina bo Emerîka, êdî weka berê hêsan nîne.” Berê rasterast diçûn Meksîkayê û di wir re jî xwe digihandin Emerîka. Niha qaçaxçîyên Meksîkî berê wan didan welatinî din ên cîhanê. Tûşî diziyê dibûn, dihatine şelandin, dibûn rehîneyên çeteyan, bi otobûs û mînîbûsan, radibûn berê xwe bi welatên ereban ve dikirin, ji wir jî diçûn welatinî din. Ji jinên bi halekî bigire heya gede û berşîran, hemû çepelî û nebaşiyên dinyayê didan ber çavan.
Xwene wê çi bigota?
“God bless them!”
Gava vegeriyabû, ala keskesor a ku bi dîwarê xênî ve kiribû, rakiribû û biribû hundir û wê jî danîbû ber alaya xwe a rengîn. Delala wê ya zimantil a ku herî dawî xwarineke çist jê re çêkiribû, niha li ku bû gelo? Di temeneke wisa de bû ku dikariya bijî yan xwe bikuje, pora wê ya verokirî diketin nava kuwetê, firmêskên wê tevlî ava tînegerm dibûn, qet nebibû jineke bextkenok, bi çavî li xwe nenihêrîbû, hay ji bayê xwe ne bû wekî êdî pîr dibe, axîneke kur rahiştibû û derketibû.