Zeitgeista “dema me”: Ergenîzm

Share
Zeitgeista “dema me”: Ergenîzm
Mihemed Şarman

Pirsa ku ev nivîs jê hasil bû, ev e: Gelo mirovahî ber bi meqamê ergeniyê ve diçe? Em bersiva vê pirsê di serî de bidin: Belê, bêşik û bêguman.

Lê belê “ergen” ne peyveke kurdî ye, di zimanê me de li şûna “ergen”ê, “balix (bûn)”, “xeşîmî” yan jî “cahil(tî)” tê bikaranîn.

Çi ecêb e -yan jî qet ecêb nîne- olana peyva balixbûnê li gel negatîvbûna peyva “ergenî”yê pozîtîv tê ber guhê min. Ev peyva “balixbûn”ê mijar û babeta xwe di çarçoveyeke xwezayî de dibîne û xwe wisa pênase dike. Xwedî feraset, şefqatê ye û vê pêvajoya dijwar jî di halê xwe de wekî tiştekî tebi’î dibîne. Gor balixbûnê, berê vê qonaxê ber bi kamilbûnê ve ye, yanî ne asteng e li hember kamilbûnê, ji kamilbûnê re sermiyan e.

Lê peyva “ergen” li gel vê peyvê di hişê min de pêtir negatîv e, ne tenê mijara xwe pênase dike, herwiha pê re rexne jî dike û piçûkdîtineke veşartî jî di nav xwe de dihewîne. Dîsa mirov dikare îddîa bike ku bikaranîna peyva “ergen” xasma van salên dawî bi hebûna “nifşê z”yê re, ne ji bo xeşîmbûna laş û temen, ji bo xavî û bêferasetiya zêhn û dilî tê bikaranîn.

Xeşîm. Mirov dibêje qey ji vê peyvê dildariyek difûre û di çavên wê de berketin û dilsoziyek heye. Berê wê ne li rexneyê ye, lê li toleransê ye. Jixwe bi dengê xişxişê yan bi xişexişa xwe tevneke zarokatiyê li xwe pêçaye, lewma mirov nikare zêde ciddî bigire, ew jî nikare xwe mezin bike.

Cahil(tî). Bêguman beriya her tiştî patenta vê peyvê li cem Kerem Gerdenzerî ye(Koma Wetan) ku di strana xwe ya şahane, Venagereyê de wiha dibêje “Cahiltî êdî ji me bar kir.” Piştre bi tevneke xemgîn, jidestdana cahiltiyê bi venegerîna zarokatiyê ve girêdide. Bi min Gerdenzerî bi saya vê hevok û stranê li hember kalbûnê li ber xwe dide. Wek îksîreke xortaniyê bi salan e ji xwe re û ji me re distire. Ger em vegerine ser vê peyva “cahiltî”yê, empatiyeke xwe ya xweş heye ku gelek caran wiha tê ziman: “Hê cahil e heyran, lê negire.”

Ev nivîsar niyet dike ku vê serdemê -wek îşaret û uslûba gelek halên nûjen- bi ergenîzmê pênase bike ku ez li ser navê xwe jê ne razî me. Ji bo tercumeya dil û nêrînên min, bo min peyveke negatîv lazim bû. Peyva “ergenî”yê ji bo vê yekê bi kar tînim. Helbet hêrs, rik û rexne di dilê min de wek kincekî fireh û sakil li ser peyvê xuya dike, ji peyvê re mezin; peyv jê re piçûk e.

***

Weke we hemiyan – şa nebin, ya rast ne hemî wek we hinekan- ez jî caran li ser ruhê demê (Zeitgeist), li ser derbirrîn û lansekirina mirovên dema xwe difikirim. Nexasim pêşkêşî û îmajên li ser medyaya civakî; fikir, retorîk, vegotina ciwanan yan ya me hemiyan, doneyên enterasan pêşkêşî mirovan dikin. Arezû, daxwaz, xewn, xeyal an jî rev; tirs û xofên demê têra xwe eşkere bûne. Ji bo ku bikarim van yekan ser esasekê yan di nav çarçoveyekê de tesnîf, tehlîl û belkî teşxîs bikim, li pey hin peyv an têgehan ketime. Di van demên dawî de piştî vê lêgerînê pêtir peyva “ergen” tê hişê min. Ez dibêm qey di gelek tiştan de mirov dikare wesfên mirovên dema me wek ergeniyeke nû yan vegerîna li ergeniyê te’rîf û pênase bike. Welhasil, ev ergenîzm ji meseleya temen û ji merhaleyeke tekamûlê wêdetir xuya dike û ji bo te’rîfa ruh û nêrîneke kolektîv a demê hatiye bikaranîn.

***

Wekî ku li me hemiyan ‘eyan e, mirov bivê nevê bi awayekî ji bo tekamûlê dê di vê pêvajoyê re derbas bibin, balixbûn tê serî herkesî, lê caran seriyan difirîne. Kêm kes bi rihetî yan normal ji vê serdemê diborin, piraniya wan tê de asê dimînin. Hin kes bi laş jê xilas dibin; lê wekî hiş heta heta tê de dialiqin. Mixabin “bedellî ergenîzm” jî nîne da ku li gorî derfetan mirov zû jê xilas bibe. Li ser navê xwe di qonaxên tekamûla temenî de qonaxa herî jê aciz im, ev qonax e. Ew qonaxên din; bebikî, zarokatî yan ciwanî, hemî di nav xwe de wesfên zindî, kelecan, sempatîyê dihewînin, lê balixbûn ne wisa ye. Beden mezin e, ruh piçûk e; binhiş zarok e, serhiş nepixî ye. Tu tişt li tiştekî rûneniştiye; rêveçûn şildim bildim e, kelam xav, nêrîn bêmîzan, raman rizî, di ser de jî ergen egosantrîk e.

Em hinekî din te’rîfa xwe ya ergenîzmê sarih û zelal bikin.

***

Dema mirov li tevgerên ergenan dinêre her tişt dubare yan jî cot e. Lewre ergen, gava tiştekî dikin yek ji bo tevgerê ye, ya din jî ji bo çavên yê din (bi gotina Lacan, yê din ê mezin) e. Hem tevger heye, hem çîroka tevgerê. Hem binên jestên wan, hem jî serên wan xêzkirî ne. Di ser de jî îtalîk û bold e. Ergen gava cigareyê dikşînin, mesala hem cigareyê dikşînin hem ji poza kêşana cigareyê didin. Çavê xwe dikuskusînin û melûl melûl dinerin. Pê re teqlîda yekî dike ku çavên xwe kusandiye û melûl melûl dinêre. Poza tevgerên wan beriya tevgeran tê, loma ergen di rastiyê de tevnegarin. Ergen, her tim li ser sehneyê ne. Listîkvan ew e, hemî dinya sahne, herkes temeşevan in. Ji ber vê yekê serî heya binî poz, teqlîd û rol e. Mirov li pişt tevgerên erganan li hebûna wan digere, lê mixabin mirov nikare bibîne. Li şûna hebûna wî, hebûna yê din heye. Loma tenê nîne, qelabalix û tevlihev e. Ji her kesî re nameyeke dilsoj û xav e. Bo hemî navnîşanan vekirî ye, lê navnîşaneke wî ya sabit nîne. Ergen, hem hazir -niha- xuya dikin, hem jî ne li cihê xwe ne. Hem bi muxatabên xwe re ne, hem jî bi muxatabên xeyalî re dipeyevin. Gelek caran dê û bav didin û nadin nikarin dengê xwe bigîhinin zarokên xwe yên ergen, lewre ergen bi hemî dinyayê re dipeyevin. Dinyayê jî guhê xwe bel kiriye û li ber devê wan sekiniye. Deng naçê, tenê deng dide. Xulase ergen, muqalitekî bêarmanc, bêbinyad, bêmenzîl û nepixî ye.

***

Xavbûn û vulgarîzm, ji vê mesaiya bîst û çar seatan ya muqalitbûnê tê. Di hiş û çavên ergenan de wek filmên Gaspar Noé dîmen li ser dîmenan, deng li ser dengan siwar bûne ku, Gaspar Noé jî, hem bi terza xwe hem bi tesawira xwe ya jiyanê bi min ultra ergenek e. David Lynch jî, ku ew jî ergenîzmeke di bin zarokatiyê de fetisiye û ji xwe re dike mijar helbet. Bi nezera min ji Gaspar Noé çêtir û kûrtir.

Ergen dixwaze daxilê qelabalixan yan civat û cimeatan bibe û di wir de olan bide. Ji bo vê yekê bilêtê ser bilêtan distîne, lê di nav qelebalixê de jî bi tenê dimîne, lewre kesekî ku bi herkesî re be; bivê nevê ne bi tu kesî re ye. Ergen me’na an qîmeta tiştan nizanin lê giranî, buha, hejmar an tesîra wan dizanin.

Baş e, ma ne bes e ewqas pesindana erganan, em bêne ser meseleya xwe: Zeitgeist.

***

Demekê, rastî vîdyoyeke pir seyr û wateder hatim ku ruhê demê bi aweyekî zelal aşkera û eyan dikir. Listîkvanê meşhûr Messi di maçekê de golekê diavêje, ji coşa golê ber bi temaşevanan ve dibeze. Destê xwe li ba dike û şabûna xwe bi wan re parve dike. Di nav temaşevanan de du kes radibin ser piyan: Yek kal e û yê din jî ciwanek e. Yê kal bi heman hereketa Messi bersivê dide Messi, coşa wî rû bi rû parve dike yan jî dijî. Yê ciwan radihêje telefona xwe vîdeo/wêneyê Messi digire. Yanî ne ji bo xwe, ne ji bo dema niha, lê ji bo çavên yê din. Ciwan bedenen li wir e, lê ruh û zîhnen ne li wir e.

Tevgerên ciwanî çiqas dişibin yên erganan ku me li jorê behsê kirin. Loma em dikarin bibêjin ew sifetên ku li jor bi awayekî gelemperî, hinekî jî keyfî, me derbarê ergenan de got hema bêje hemî li mirovên vê dem û zemanî tên. Bi rêya înternet û medyaya civakî hemî mirovên vê demê bala xwe dane ser dîtbariyê. Dev, guh û poz betal bûne, hemiyan cihê xwe bo çavan hiştine.  Çav bûye organekî serekî yê hestan. Mirovên demê bîst û çar saet online û li ber çavan in. Hebûna wan, wek erganan ne ji bo wî ye, ji bo poz û olana yê din e. Hemî bal li ser personaya wî ya li medyaya ditbarîyê ye. Loma li ser tiştekî nikare hûr bibe û dûr û dirêj bifikire. Mirovên vî dem û zemanî rojê bi sedan fotoyên xwe digirin. Pêşangeha selfiyan vedikin û darikê selfîyê bûye milên wan ên sêyem. Diçin seyranê, lê ne ji bo xwe, li mekanên betlaneyê digerin, lê ne ji bo xwe, hwd. Dixwazin her tiştî bikin û li her derê bin, lê ne bi xwe, bi rêya persona û avatarê xwe. Loma dişebin ergenan. Lewre tevger ne ji bo wî ne, bes ji bo yekî din in; bal ne li ser tiştekî sabit e, li ser her tiştî ye; muxatab ne yek e, hezar û milyon in. Derî ji herkesî re vekirî ye.  Ew jî wek ergen qelabalix, geramol û tevlihev e û di her tiştî de bêtatmîn e.

Encam

Ergen an jî mirovên demê ji ber ku ne ji bo xwe, ji bo yê din û anonîm tevdigerin, bêhizûr û bêtatmîn in. Estetîk bûye qurbana îstîfbûnê. Çawa ku uslûba ergenan ya jiyanî îstîf e; ne mahiyet an qîmeta tiştan e, ya mirovên demê jî hejmar, mezinahî û skora tiştan e. Hejmar, zehfbûna şopîneran ji bo xwe dike tekane meziyet.

Em hemî ber bi xulkê ergeniyê ve diçin. Em li ser tiştan hûr nabin, li qîmeta wan nanêrin, bêsebir, her tiştî dihêrin, zû kevin dikin û davêjin; di ser de jî şerker û xeydok in. Ev yek bi saya telefonên destan û bi saya înternetê diqewime. Baş e dê çawa be?

Bi min, ev nivîsar jî wek kitêbên J. Baudrillard, yên Byung-Chul Han, wek rêzefilma Black Mirror yan jî gelek hişyarî û şîretên bi vî rengî, bi kêrî tiştekî nayê û dê neyê jî. Jixwe nivîsar an şîret, pir kêm tesîrê li ser xulkê mirovan dikin. Wisa nebûya, piştî Şer û Aşitîya Tolstoy Rûsyayê berê xwe nedida Ukraynayê yan piştî wan filmên derbarê dijwariya şerî de ev mesele cardin nediqewimîn.

Lewre bi min, mirov li ser fitrateke nebaş, xirabker û bêtatmîn hatiye dinyayê. Ancax mirov dikare bo yên wekî xwe bibêje yan li gel wan bipeyive da ku hinekî ber bi bêhna wan ve were. Ev nivîsar ne bi naveroka xwe, lê bi tesîra xwe bêfayde ye. Xwezî di nav çar deqîqeyan de xwe bipeqanda an jî xwe jê bibira.

Dîsa jî hûn dikarin ji xwe re yan muxatebên xwe re li ser qewlê replîkeke klîşe ya fîlman wiha bibêjin:

“Hey, ergen, kerr! Telefona di destên xwe de deyne erdê, fîşa înternetê jê bikêşe û hinekî li xwe vegere.”

Yan, ergen! Te xwe kuşt û êdî dikarî me hemiyan jî bikujî!

Read more