2ê Tîrmeha 1993yan li Madimakê çi bû? Derbarê bûyerê da çi tên zanîn?

Share
2ê Tîrmeha 1993yan li Madimakê çi bû? Derbarê bûyerê da çi tên zanîn?
Qetliama Sêwasê

15 hezar kesan bi durişmeyan otêlek şewitandin û kesên di hundir da bi çepikan hatin temaşekirin.

2yê Tîrmeha 1993yan, li Sêwasê tarîxê şahidiya qetlîameke xwînî kir.

Li pêş çavên hemî kesî û li pêş kamerayan, li otêlekê 35 kes hatin şewitandin. Di ser vê bûyera trajîk re 30 sal derbas bûn.

Tevî raborîna 30 salan, 2ê Tîrmehê, li wê otêlê, li Sêwasê çi qewimî? Gelek pirs dibin meraq û xwe dispêrine bîra me.

Çima wê rojê li wê derê tu kesî tiştek nekir?

Di 30emîn salvegera komkujiya Sêwasê de, em tarîxê paşve birêsin û biçine wê roja reş.

Wê rojê, di wê kelegerma havînê de li Sêwasê mîhrîcanek li dar diket. Mîhrîcanê 1ê Tîrmehê dest pê kir ku 4 rojan berdawam kir. Kesên ku tevlî mîhrîcanê bûbûn, nivîskar Azîz Nesîn, Metin Altıok, Hasret Gultekîn, Behçet Aysan, Ugur Kaynar, Nesîmî Çîmen û Asım Bezîrcî bûn.

Di komê da kesî herî mezin Asım Bezircîyê 66 salî bû. Yê herî biçûk jî Koray Kayayê 12 salî bû ku ji bo pêşandana folklorê çûbû Sêwasê.

Azîz Nesîn bû armanc

Du rojên berîya komkujîya Sêwasê li bajêr belavokek hate belavkirin. Di wê belavokê da Azîz Nesînê ku di wan salan da sernîvîskarê rojnameya Aydınlıkê bû, bû armanca gef û guvaşan.

Nesim, jî ber pirtûka Selman Ruşdî ya bi navê Ayetên Şeytanî ya di rojnameyê da weşiyayî, bûbû hedef.

Di heman belavoka komên paşverû da ji bo Azîz Nesîn dihat gotin ku "Him tînazê xwe bi misilmanan dike him jî dikare bi rehetî di nava bajêr da bigere."

Hewayeka germ û rojeka tarî bû...

Roja înê bû. Piştî nimêja înê kesên paşverû ber bi navenda bajêr ve cihê festîval lê dihat lidarxistin meşîyan. Wê rojê ewrên reş û tarî bi ser bajêr de girtibûn. Kesên dimeşîyan hejmara wan her diçû zêde dibûn û durûşmeya "Sêwas dê bibe gora laîkparêzan!"berz dikirin.

15 hezar kes li ber Madimakê sekinandine

Hejmara komên paşverû her ku diçe zêde dibin. Dema seat 18.00an nîşan da 15 hezar ji bo komkujîye û li ber Otela Madimakê hazir sekinandibûn. Wesayît hatin şikandin, peyker hatin şewitandin. Camên otelê hatim şikandin.

Otêl hat şewitandin

Saniye bûne deqe, deqe bûne saet. Wextê derbas nedibû. Lê belê 2 saet derbas bûbûn û bi provokasyonên koma paşverû otêl hat şewidandin.

Kamerayan tiştên hate jiyîn kêlî bi kêlî qeyd dikirin. Di nava komê da deng bilind dibûn. Herî dawî ew deng hate bihîstin, "Bişewitînin, hûn li benda çi ne? bikevin hundir û bi şewitînin. Ew agirê cehnimê ye."

Dewlet wê rojê ne li wir bû

Her ku dem derbas bû planên qetlîamê dest pê kir. Wê rojê dewlet ne li wir bû. Tenê komeke leşker li wir bû ew jî bi anonsa, "Leşker ber bi baregehê ve vegere” ji qada komkujiyê hatin derxistin. Piştî vekişîna leşkeran komê bi durûşmeyan agirê bi otelê xistin û ew agir her çû bilindtir bû.

Asım Bezîrcî, Nesîmî Çîmen, Muhlîs Akarsu, Metîn Altıok û Hasret Gultekîn û 2 xebatkarên otêlê jî di nav de 35 kes hatin şewitandin û jiyana xwe ji dest dan.

Wê demê li ser komkujîyê siyasetmedaran çi gotin?

Hêj rojên ku birînên komkujîyê kalik negirtibûn Seroka DYPyê û Serokwezîrê wê demê Tansu Çîllerê axaftineke sosret kiribû û gotibû,"Şikir ji Xwedê re, gelê me yê li derveyî otêlê zirar nedîtîye."

Li aliyê din Serokkomarê wê demê Suleyman Demîrelî jî gotibû, "Bûyer bûyereke yekalî ye. Provokasyonek giran bû. Di encama vê provokasyonê de gel hêrs bûye. Ji ber şewata di oteleka da hin mirovan canê xwe ji dest dane."

Di doza Komkujiya Sêwasê da çi bû?

Rojek piştî qetlîamê 35 kes hatin desteserkirin. Di rojên pêş da ev hejmar gihişt 190î. Derbarê 124 kesên ku hatibûn desteserkirin bi îdiaya "hewldana guhertina pergala makezagonê ya laîk û avakirina dewleteke olî" doz hat vekirin û yên mayî hatin berdan.

Ger ku dadgeh vê kiryarê weke "sûcê li dijî mirovahiyê" qebûl neke, dadgehkirina 3 bersûcên firarî ji ber ku îro 30 saliya bûyerê diqede li gor qanûnê dê doz bê girtin.

9 kesên ku cezayên wan hatine erêkirin û hê jî li dervayê welêt in û ji bo wan jî doz demborî dibe.

Read more