Nûbihar bi dosyeya “Kurdên Anatoliya Navîn” derket
Kovara Nûbiharê jimara xwe ya 175ê bi dosyayeya “Kurdên Anatoliya Navîn” derxistiye.
Edîtoriya dosyeyê Mehtab Îdelî û Adem Özgür kirine.
Wekî tê zanîn li derdora Enqere, Qonya, Kirşehir, Yozgat, Aksarayê û pir cihên din, gundên Kurdan û navçeyên ku bigiranî Kurd
lê dijîn hene.
Ev jimar seranser 96 rûpel li ser Kurdên Anatoliya Navîn e.
Di vê dosyeya Kurdên Anatoliya Navîn de gelek kesan binivîs û helbestên xwe cih girtine.
Amadekarên dosyayê cih dane gelek mijaran û di mijarêncurbecur de nivîs hatine weşandin.
Di mijarên wekî dîrok, ziman, edebiyat, folklor, muzîk, eşîr, kesayet û hin mijarên de nivîs hene.
Tiştekî balkêş jî, kesên di vê dosyeyê de nivîsîne, jibilî çendkesan, tev jî Kurdên Anatoliya navîn in.

Gerînendeyê Giştî yê Weşanê Süleyman Çevik, di nivîsadestpêkê de, ji bo vê jimarê kêfxweşiya xwe aniye ziman û wiha gotiye: “Wisa xuyaye, Kurdên Anatolya Navîn, wan bixwe pir caran behsa xwe kirine, lê me nekiriye; me ev Kurdênvê derê terkî qedera wan kirine. Ji ber vê sedemê ez pir kêfxweş im; belkî cara ewil li ser wan dosyeyek wisa amade dibe. Weşandina dosyeyek wiha dibe nesîbê Nûbiharê.”
Naveroka jimara 175an weha ye:
-Mehmet Bayrak/Kurdên Anatoliya Navîn: Kêmneteweya dinav kêmneteweyan de (werger: Arya Bilikan).
-Şoreş Reşî/Dîroka Kurdên Anatoliya Navîn.
-Ali Duran Topuz/Barê Hespê Mîrê Qoçgîrî: Bîr û BîraHember a Şînê.
-Mehtab Îdelî/Çend Navdarên Kurdên Anatoliya Navîn.
-Mem Xelîkan/Ji Kurd Remzî heta roja îro Muzîka Kurdî liAnatoliya Navîn (werger: Bamed Serdar).
-Kadîr Çelîk/Koçberî.
-Mûrad Ciwan/Daweta “Efsaneyî’’ ya Şehzade BayezîdêOsmanî û Dewletşah Xatûna Keça Mîrê Germiyanî.
-Mustafa Kizilkaya/Ga Westiyan.
-Memê Mala Hine/Mîrata jibîrkirî ya şoreşgerekî wenda: Dr. Şivanê Kurdên Anatolyayê.
-Melik Özkan/Reşwan.
-Rohat Alakom/Di çapemeniya Tirkî de Serpêhatiya HesenêKurd.
-Mem Xelikan/Serenad.
-Muzaffer Özgür/Mem Xelikan: Bijîşk û Helbestvanê Dilan.
-Rojvan Enes/Ji malê dûr...
-Nuh Ateş/Bi dizikî: Hezkirin û Dilketin.
-Dîlan Şewqî/Ji Rojava ta Anatoliya Navîn.
-Yusuf Yeşilöz/Nuh Ateş: Sîmyagerê Çanda Kurdî.
-Çavuş Yapici (berhevkar)/Stran: Heciyê Buxircî, Gotin: Gelerî.
-Îmed Îdelî (berhevkar)/Stran Kinê Gotin: Gelerî.
-Alî Çîftçî: Bîranîn Xebateke Hebûnê ye! (hevpeyvîn: AdemÖzgür).
-Fikret Yildiz/Eşîra Mikaîlî li Anatoliya Navîn.
-Mehtab Îdelî/Çend Gotinên Devokî yên Kurdên AnatoliyaNavîn.
-Aşiq Şêxo/Hoyder Gozelê.
-Dr. Haci Çevîk/Ji Bêdengiyê ber bi siyasalbûnê ve: KurdênAnatoliya Navîn û Dînamîka Dîasporayê (wergera: BrahîmSorî)
-Kadîr Çelîk/Edebiyata Kurdên Anatoliya Navîn
-Xizan Şîlan/Êşên Bêreng.
-Xamgelî Bane/Şêxbizingel kî ye, ji ku kêçax raçe hatiyîneHeymenê?
-Osman Alabay (berhevkar)/Destana Qamişê Qul.
-Azad Celikanî/Pirtûkeke akademîk a girîng li ser KurdênAnatoliya Navîn