Abdullah Keskîn: Yek ji xalên sereke dê ziman be ji bo dayîna xelatê - Hevpeyvîn

Abdullah Keskîn: Yek ji xalên sereke dê ziman be ji bo dayîna xelatê - Hevpeyvîn
Abdullah Keskîn, wêne: Murat Bayram

Weqfa Kulturî ya Avestayê, ku ji bo pêşvebirin û parastina kultura kurdî hatiye avakirin, biryareke nû û girîng ragihand. Weqfê da zanîn ku ji sala 2026an pê ve ew dê her sal "Xelata Rûmetê ya Avestayê" bibexşînin wan kesan ên ku di qadên kulturî yên cuda de xebitîne, xizmeta ziman û çanda kurdî kirine û rê li ber nifşên nû vekirine.

Di beyannameya weqfê de hat diyakirin ku armanca vê xelatê berçavkirin û qedirgirtina wan kedên giranbuha ye ku xizmeta bîr û hizra kurdî dikin. Pêvajoya serlêdan û pêşniyazkirina namzedan heta 15ê Îlona 2026an berdewam dike. Biryara dawî dê ji aliyê Lijneya Rêveberiyê ya Weqfê ve bê dayîn û di meha Cotmehê de, li Diyarbekirê bi merasîmeke taybet dê xelata yekem bê pêşkêşkirin. Kesê ku bibe xwediyê xelatê, ligel plaket û seteke kitêban a taybet û dê xelateke darayî ya bi miqdara 100 hezar lîreyî jî wergire.

Me li ser armanc, hûrgilî, pîvanên hilbijartinê û bandora vê xelatê ya li ser çand û edebiyatakurdî, ligel berpirsê Weqfa Kulturî ya Avestayê Abdullah Keskîn hevpeyvînek kir.

Weqfa Kulturî ya Avestayê ragihand ku dê her sal Xelata Rûmetê ya Avestayê bide kesekî di qada kulturî ya kurdî de xebitiye û berhem dane, xelata ewil jî dê îsal bide. Fikra xelateke wisa çawa bo we peyda bû û çima we hewcehî bi xelateke wisa dît?

Wêne: Murat Bayram
Meseleya xebatên çandî û kurdî, xelat tu caran nayên bîra mirovî. Tam bêravajî wê, her tim êş û azar û binçavkirin û qedexekirin, yanî tiştên negatîf tîne bîra me. Ev demeke dudirêj e, ji 91ê heta niha 35 sal derbas bûne, hema bêje em digihijin nîvê sedsalekê, lê her tim kêm zêde baş xirab bi eynî awayî diçe. Yanî ne em dikarin wê xeleka teng ku em pêçane bişkênin û derbas bikin, ne jî em bibêjin yên li hemberî me, yanî dewlet, karibe van xebatan bi dawî bîne. Di destpêka avakirina weqfê de me xwest, çarçoveya Avestayê ne tenê weşanxaneyek e, dema mirov karê kurdî dike mixabin mirov wî karî tenê nake. Tu bixwazî nexwazî tu derveyî wê mecbûr î gelek karên din bikî, an jî bi te didin kirin. Ji berê ve jî ew fikra me hebû ku derveyî çapkirina kitêban, em hinekî vê çarçoveya xwe ya kulturî berfireh bikin. Em gelek li ser fikirîn, ev fikir ji zû ve ye heye. Me got dê weqf baş be ji bo karekî wisa. Li ser avakirina weqfê me gelek xebat kirin ku herî dawî piştî vê sersalê vebû. Em ligel biraderên weqfê axivîn û me nîqaş kir meseleya xelateke bi wî rengî. Her kesî gelek baş dît. Piştî wê jî me çarçoveya wê ya giştî diyar kir. Li gorî welatên din û rewşa ziman çand û miletên din, rewşa me ne wekî hev e. Me rewşa kurdî li ber çavan girt. Ev xelat dê xelateke dînamîk be. Her sal dê wekî hev nebe. Me xwest ev xelat bibe destpêkek baş, bi rêk û pêk bê dayîn. 

 

Di dayîna xelatê de hûn dê rêbazeke çawa bişopînin, kîjan şert û mercan (wek xebat, berhem, temen hwd) li ber çavan bigirin û xelatgir dê ji aliyê lijneyeke serbixwe yan endamên Weqfê bi xwe ve bê diyarkirin?

Rêveberiya Weqfê dê xelatgiran diyar bike. Em ê bi tenê nedin yek xebatê, piştre dibe ku ev biguhere. Em dixwazin hemû serpêhatiya wan di vî warî de li ber çavan bigirin û li gorî wê xelat bikin. Gelek remzên kultura kurdî hene, bi qasî emrekî xebat kirine lê  belkî haya me jê tuneye. Yek em dixwazin wekî wefayekê, wê deyndariya xwe ya li hemberî wan bînin bîra nifşê ewil û niha. Dudu piçekî wan ji aliyê maddî û manewî ve destek bikin. Sisê ji bo ku xebat û berhemên wan bêhtir bêne dîtin, em ê vê yekê bikin. Ez bawer nakim em tengasiyê bibînin, bi hezaran kes hene ku vê xelatê heq dikin. Tiştekî din ê ku karê me hêsan dike ev e, di vî warî de gavek cîddî nehatiye avêtin. Aniha em pirsa hev bikin dê bi sedan nav derkevin. Lê helbet dawiya dawî mirov xelatê dide kesekî.

 

We di tweeteke xwe de wiha gotiye, “Xelat ê ne statîk be, hersal dikare biguhere, bêhtir ihtiyac bi çi hebe, em dixwazin li gor wê tevbigerin. Jixwe çarçoveyek kulturî hatiye diyarkirin, gelek tişt dikevin navê de, ê bi edebiyat û lêkolînê ne sînorkirî be.” we qadeke berfireh ya kar û xebatan deynaye ber xwe ev dê karê we zehmet neke, ji ber ku di gelek qadên cuda de her kesekê li gorî şiyanên xwe faydeyek li çand û zimanê kurdî kiriye, hûn ê çawa tespît bikin ka ihtiyac bi kîjan qadê heye. 

Me xwest em “îşaret fîşegî” vêxin, gava ewil em biavêjin. Kes û derdorên din jî belkî çav lê bikin û li gorî şertên xwe tiştan bikin. Bo destpêkê me ev baştir dît ku di her warî de xelat bê dayîn. Xelatên ku heta niha hatine dayîn an jî rewşa me û welatên din wekî hev nîne. Heke mirov qadê bertang bike tu mecbur dibî ji wê qadê an jî wî tiştî xelatî bidî. Gelek organîzasyon hene bi salan e xelatan didin, lê tu lê dinêrî, dibêjin me kesek ji bo xelatê hêja nedît, yanî ku qad bertang be hinekî dixetime. Ew kesên ku bi rastî jî di qadekê de rê vekirine, kedeke pir cîddî dane, me xwest em wan hilbijêrin, bi qasî ku derfetên me têr dike. 

 

-Tê zanîn ku di qada xebatên derbarê kurdan de gelek kesan li derveyî kurdî, bi tirkî û zimanên din jî berhem dane. Xelat dê ji bo berhemdarên bi zimanê kurdî be an kesên bi zimanên cudatir li ser kurdan berhemdayî jî dê bikarin xelatê wergirin? Ziman ji bo we dê xaleke diyarker be?

Ziman, nexasim kesên bi karên kurdî ve eleqedar, xala herî giring e. Nasname bi ziman ve girêdayî ye. Di wî warî de jixwe hewce nake mirov nîqaşekê jî bike. Xelatdayîn dê li gorî rewşê biguhere. Em ji niha ve dest û piyên xwe girê nadin. Bê şik û guman kurdî dê di ser her tiştî ra be. Piştî çend salan kesek rabe bi zimanê fînlandî mesela li ser kurdan tiştekî binivîse, em naxwazim rê li ber wan jî bigirin û wan jê mehrum bikim. Nizanim ew ê ber bi kû ve biçe. Lê ziman ji bo me çiqas muhîm e jixwe ne pêwîst e em li ser biaxivin. Her kes bi her awayî vê qebûl dike. Demeke dirêj, belkî jî heta hetayê dê yek ji xalên sereke ziman be ji bo dayîna xelatê.

 

We diyar kiriye ku her kes dikare namzedan pêşniyaz bike an jî xwe bixwe bibe namzed (heya 15ê Îlona 2026an). Heta niha eleqeya ji bo vê banga we çawa ye?

Qet xerab nîne eleqe. Hem li ser medyaya civakî, hem maîl û hem jî şexsî, em wekî anketek biçûk fikirîn. Me negotiye em ê pêşniyazan esas bigirin, lê em ê hemiyan li ber çav bigirin. Li çar parçeyan û li diyasporayê û li her deverê belkî hin kes hebin haya me jê tunebe, em ji hev qut bûne û pêwendî kêm bûne. Ji ber wê jî me anketek biçûk çêkir û me got bila rê li ber wan tiştan jî bê vekirin. 

 

We diyar kiriye ku xelat dê her sal li ser navê kesayetekî dîrokî/navdar ê cuda bê dayîn. Gelo ew navê kesayetiya dîrokî ya ji bo xelata sala 2026an diyar bûye, heke diyar bûbe xwendevanên Botanê dê keyfxweş bibin li vir bibînin, an hûn dê di merasîmê de eşkere bikin?

Heta ku xelatgir diyar nebe, ew kesê ku em ê xelatê li ser navê wî bidin, ew jî diyar nabe. Ji ber ku piçekê pêwendiya wan bi hev ra heye. Mesele Ehmedê Xanî, Şerefxanê Bedlîsî. Em dixwazin van navan jinûve, bi awayekî din, bi berhem û tiştên din, bînin rojevê. Dê pêwendiya xelatgir û wan jî hebe. Mesele em bêjin me li ser navê Şerefxanê Bedlîsî da, em plaketeke plastîk çênakin, em ê heykelê wî çêbikin. Pêwendiyeke dîrekt an jî îndîrekt di navbera xelatgir û navê xelatê de heye. Niha em bêjin ka em ê li ser navê kê dbdin, dibe ku xelatgir jî bellî bibe. Gelek nav hene bi qasî ku pêwîst e nayên zanîn. Me xwest piçekî bi vî awayî li xelatî binêrin. Yê berî sêsed-çarsed salan bînin îro, û ji îro jî em neqil bikin bo nifşên nû. 

 

- We di tweeteke xwe de diyar kiribû (dibe bi henekî) ku ji ber ku li cem kurdan kes xelatan nade (we), loma we xwestiye hûn bi xwe xelatê bidin. Gelo em dikarin bibêjin li cem kurdan xelatdayîn nîne û hûn rewşa xelat/pêşbaziyên heyî ji bo kurdî çawa dinirxînin?

Rewşa ku em tê de ne jixwe bellî ye. Lê bi taybetî, em tenê bi gotinan, dilê xwe xweş dikin, lê li derveyî wê zêde tiştek tune. Her kesê ku tiştekî baş kirî û karekî baş kirî bi niyetek baş kirine, şika min ji niyeta tu kesî nîne. Lê mixabin niyet tenê têr nake. Xelateke ku mirov zêde cîddî bigire û bibêje wala tesîrek kir an jî pir baş li ser fikirîne, kêm in. Em bi salan li ser vê xelatê fikirîn ka em ê tiştekî çawa bikin. Li gorî şert û mercên çand û zimanê kurdî û helbet li gorî derfetên xwe jî, dilê mirovî belkî bi hezaran tiştan dixwaze, lê mirov nikare pêk bîne. Mecbur î xwe li gorî wê sînor bikî. Di vê çarçoveyê da, xelatên heta niha hatine dayîn, tevî ku tesîrekek wan a baş jî çêbûye, lê ez kêm dibînim, divê rewşa kurdî gelek baştir bûna, yanî divê xelatên me êdî di her warî de hebûna. Mîrateya xwe em ji berê bînin îro û ji îro bibin pêşerojê. 

Ev xelat dê çi tesîrê li ser kar, xebat û rewşenbiriya kurdî bike û dê rê li ber çi geşedanên nû veke?

Ji niha ve em tiştekî bibêjin dê ne rast be, nexasim em bi xwe bibêjin. Helbet gelek hêvî, xeyal û pêşbîniyên me hene lê ji niha ve ez naxwazim bibêjim. Bi qeneata min heta 3-4 salên din jî ne rast e em li ser vê bipeyvin. Jixwe te tiştek kiribe û kêr hatîbe însan dê bibînin. Bi qasî ku pêwîst e bi rêk û pêk, em pêk bînin. Bê kêmasî, êdî encama wê çi dibe em ê paşî bibînin. 


Wekî Weqfa Kulturî ya Avestayê, xeynî vê Xelata Rûmetê, paşerojê projeyên we yên nû dê hebin ji bo piştgiriya ziman û kultura kurdî?

Gelek tişt hene lê em naxwazin heta ku bingehek cîddî jê ra çênekin di destpêkê de îlan bikin. Li ba me yek ji tiştên em jê dîkkat dikin ew e. heta neyê merheleya îlan kirinê em naxwazin ji niha ve bêjin. Pişte re ku pêk neyê dibe sebeb ku mirov xwe mehcup hîs bike. gelek fikrên me hene, lê ji bo van tenê daxwaz û fikir têra nake. Gerek e ji gelek aliyan ve bingehek bo bê amadekirin.

"Ev hevpeyvîn bi piştgiriya maddî ya Balyozxaneya Almanyaya Federal a Enqereyê, di çarçoveya Projeya ‘Hêzkirina Saziyên Medyaya Herêmî bi Riya Mentoriya Navneteweyî û Veguhertina Dîjîtal’ de hatiye amedekirin. Berpirsiyariya naveroka vê nûçeyê aîdî saziya me ye."

Harika! Başarıyla kaydoldunuz.

Tekrar hoş geldiniz! Başarıyla oturum açtınız.

Botan Times'a başarıyla abone oldunuz.

Başarılı! Giriş yapmak için sihirli bağlantıyı e-postanızda kontrol edin.

Başarılı! Fatura bilgileriniz güncellendi.

Faturanız güncellenmedi.