Muzîkjen Sîmir Rûdan, albûma xwe ya sêyem Ez û Gîtara Xwe di 9ê Cotmehê de digihîne ber destê guhdarên xwe. Albûm ji deh stranên solo pêk tê. Di tevahiya albûmê de tenê dengê hunermend bixwe û gîtara wî tê bihîstin. Ev tercîh ji sînordarkirineke teknîkî wêdetir, wek şêwazeke estetîk a vegotinê dixuye. Rûdan, bi vê mînîmalîzmê qelebalixiya amûran naxîne pêşiya gotinê û balê bi temamî dide ser hêza gotin û peyvan. Lê gîtara wî jî ne amûreke li pişt vokalê ye, berevajî ew dibe hevala vegotinê.
Nûçe: Kulilk Şen
Stranên albûmê vegotineke kûr di nav xwe de dihewînin. Li vir ne tenê gotin, navên stranan bixwe jî xelekeke rêzegotinê ava dikin. Navê her stranekê wekî berdewamiya hevoka beriya xwe diherike û gotinê temam dike. Strana dawî Muzîk Heye, dibe noqteya girêdanê ya vê xelekê.
Em di vê albûmê de hin kêliyan rastî dengê Rûdan ê lerizî an jî xişîna dengê gîtara wî jî tên. Hunermend, li şûna ku bi teknîkên dîjîtal wan sererast bike an jî qeydê ji nû ve bigire, wan kêmasiyan bi vî halê wan ê xwerû diparêze. Bi vê helwestê bi çavekî xwezayî li îcrayê dinêre, “bêkêmasiyên stûdyoyan” li aliyekî dihêle û girîngiya “wê kêliyê” derdixe pêş.
Albûma yekem a Rûdan Bi Çîrokî, ji akordeonê heta saksafonê gerdûneke dengî ya berfireh ava kiribû. Di albûma wî ya duyem Kevî de ev xêz ber bi hilberîneke xurt a stûdyoyê ve çûbû ku bi formên cazê re hatibû hûnandin û bi partîsyonên basê geş bibû. Ez û Gîtara Xwe li hemberî qelebalixiya amûran û aranjeyên qat bi qat ên van her du albûman, wekî vekişîneke berbiçav e. Hunermend wan amûran bi temamî li derve dihêle û tenê bi deng û gîtara xwe aramiyekê saz dike. Mirov dibîne ku gava qatên hilberînê ji holê radibin, akûstîka xwezayî û deng dibin hêmanên sereke yên kompozîsyonê. Ez û Gîtara Xwe xwedî şêwazekî nerm û xwerû ye, aranjeyên berfireh û amûrên qelebalix li paş dihêle, xwe dispêre mînîmalîzmeke akûstîk.
Rêwîtiya Sîmir Rûdan a Muzîkê
Albûma yekem a Sîmir Rûdan Bi Çîrokî ku gotin, muzîk û aranjeyên wê bi tevahî aîdê wî bûn, bi prodûksiyona Ayhan Orhuntaş ji aliyê Ütopya Müzikê ve di sala 2013an de hat weşandin. Ev berhem ji aliyê Hawar.netê ve wek albûma salê hat hilbijartin. Albûma wî ya duyem Kevî di sala 2019an de derket. Hunermend di sala 2024an de du xebatên bi navê Hê jî Digerim û Yekî Gotibû wek EP, di sala 2025an de stranên Sira Sibê, Fîncan, Reng Esmerê, Ez Berf im û Her Evîndarê Caran im wek single pêşkêşî guhdarên xwe kir. Rûdan, di sala 2026an de bi albûma xwe ya sêyem Ez û Gîtara Xwe derdikeve pêşberî guhdarên xwe.