Avesta Cultural Foundation Names Renowned Historian Celîlê Celîl as First Recipient of Annual Honor Award
DIYARBAKIR — The Avesta Cultural Foundation has announced that its inaugural Honor Award will be presented to the distinguished historian and
Xelata Rûmetê ya Avestayê sala pêşî digihe Celîlê Celîl. Bi vê minasebetê 26ê mijdarê li Diyarbekrê merasîmek û panelek tê çêkirin û xelat li wir tê pêşkêşkirin.
CELÎLÊ CELÎL 90 SALÎ YE
Weqfa Kulturî ya Avestayê di 2026an de hat damezirandin û bi damezirandina xwe re biryarek jî da ku her sal li ser navê şexsiyetekî dîrokî yê kurdan “Xelata Rûmetê” bide. Xelata sala 2026an li ser navê dîroknasê kurd Şerefxanê Bedlîsî bû.
Lijneya Rêveberiyê ya Weqfê bi kêfxweşî biryar da ku Xelata Rûmetê ya Avestayê ya ji bo sala 2026an pêşkeşî rêzdar Prof. Dr. Celîlê Celîl bike.
Celîlê Celîl, ji nîvê duyemîn ê sedsala 20an heta roja me yek ji giringtirîn kesayetî ye ku di warê kurdnasiyê de xebatên xwe didomîne. Celîl, li zanîngehên Erîvan û Lenîngradê xwendina bilind temam kiriye û bi teza xwe ya li ser serhildanên kurdan ên sedsala nozdemîn di sala 1963an de pileya doktorayê wergirtiye. Celîl di navbera salên 1963-1993an de li Akademiya Zanistan ya Sovyetê mamostetî kiriye.
Wî ligel birayê xwe Ordîxanê Celîl ji bo ronîkirin û tomarkirina dîrok, çand û folklora kurdî bi sedan xebat kirine. Ji sala 1994an vir ve wî ligel komek hevalên xwe Înstîtûta Kurdzaniyê ya Wienê damezrandiye û xebatên xwe di bin banê vê dezgehê de bênavber didomîne.
Jiyan û keda Celîlê Celîl; ne tenê serkeftineke bilind a akademîk e, di heman demê de semboleke geş a berxwedana çandî û têkoşîna nasnameya kurdî ye. Ew zanyarekî mezin ê akademîk, kesayetiyekî naskirî yê qada navneteweyî û yek ji alahilgirên herî giring ên rewşenbîriya kurdî ye. Rêzdar Celîl, nirx û xezîneya kultura kurdî ji bahozên demê parastiye, ew xurt kiriye û bi mîraseke dewlemend veguhastiye bo nifşên siberojê; bi henase û ramanên xwe, bi pênûsa xwe ya zêrîn bûye deng û rengê çanda me. Ev xelat rêzgirtineke ji kûraniya dil, bibîranîneke biheybet û spasiyeke kûr e ji bo ked, xebat û temenê ku wî di hembêza çanda kurdî de derbas kiriye.
Weqfa Kulturî ya Avesta
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...