Weşanxaneya Avestayê xelateka navneteweyî ya azadîya weşangerîyê stand - AP

Weşanxaneya Avestayê xelateka navneteweyî ya azadîya weşangerîyê stand - AP
Abdullah Keskin, li ofîsa Avestayê, foto: Murat Bayram

Komeleya Weşangerên Amerîkayê Xelata Azadiya Weşangeriyê da Weşanxaneya Avestayê. Avestayê ji ber parastina çanda kurdî û azadîya xwe-îfadekirinê ev xelat wergirt. Vê komeleyê di sala 2005an de jî heman xelat dabû Avestayê û weşanxaneya navborî dibe yekem saziya ev xelat du caran standî.

Dîroka Avestayê û astengîyên li ser vê weşanxaneyê

Weşanxaneya Avestayê di sala 1995an de hat damezirandin. Avestayê bi sedan pirtûk bi zimannên cida yên li ser kurdan weşandin. Hikûmetê di van salan de gelek astengî xistin pêşîya Avestayê. Karbidestên dewletê gelek pirtûkên wan qedexe kirin. Kesên nenas berê depoya Avestayê jî şewitandibûn. Karbidestan di sala 2023yan de malpera Avestayê asteng kir. Wan nûçeyên malperê wekî propagandaya rêxistinê pênase kirin.

Daxuyanîya serokên dezgehan û helwesta rêveberîyê

Seroka Komeleya Weşangerên Amerîkayê Maria A. Pallante daxuyanîyek da. Pallante behsa têkoşîna Avestayê ya dirêj kir. Wê got ku têkoşîna ji bo azadîya îfadeyê mijareka bingehîn e. Damezirînerê Avestayê Abdullah Keskinî jî daxuyanîyek da. Keskinî got ku wergirtina vê xelatê ya cara duyem piştgirîyeka mezin dide xebatên wan yên ji bo wêje, lêkolîn û çanda kurdî. Wî destnîşan kir ku ev xelat dê rêya wan ya dirêj ronî bike.

Harika! Başarıyla kaydoldunuz.

Tekrar hoş geldiniz! Başarıyla oturum açtınız.

Botan Times'a başarıyla abone oldunuz.

Başarılı! Giriş yapmak için sihirli bağlantıyı e-postanızda kontrol edin.

Başarılı! Fatura bilgileriniz güncellendi.

Faturanız güncellenmedi.