Amed - Polîsan bi ser Payîz Pirtûk û MED-DERê da girt

Share
Amed - Polîsan bi ser Payîz Pirtûk û MED-DERê da girt
Ji bo malpera nû - 2024-09-24T093720.277

Li Amedê Polîsan bi ser Payîz Pirtûk û MED-DERê da girt.

Payîz Pirtûk kitêbfiroş e û ew zêdetir kitêbên kurdî difiroşe. Herwiha Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê MED-DER jî sazîyeka zimanî ye û li wir zimanê kurdî tê fêrkirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê polîsan vê sibêhê li Amedê bi ser avahiya Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) ku xebatên zimanê kurdî bi rê ve dibe û avahiya Payîza Pirtûkê ve girtin. Hat zanîn ku gelek xebatkarên MED-DER'ê hatine binçavkirin. Li avahiya MED-DER'ê û Payîz Pirtûkê lêgerîna polîsan didome.

Nûçegihanê Rûdawê, Maşallah Dekak bo Rûdawê da zanîn ku gelek mamoste, xebatkar û rêvebirên MED-DERê hatine desteserkirin.

Hevserokê berê yê MED DERê Rifat Ronî, Hevserokê MED-DERê Mehmet Remzî Azîzolu, Hevserokê MED-DERê Ramazan Holat Şukran Yakut û Rêvebera MED-DERê Dîlan Guvenç hatin desteserkirin.

Her wiha ji bilî van, Nazan Çelîk, Rezan Aktulum, Berîtan Gurbet Orak, Bêrîvan Duman, Ayhan Karatekîn, Belkis Bîtkîn Cîhat Guneylî, Mehmet Salih Ongun, Îlyas Gun û Hebûn Yagmur Mîne Karakaş jî hatin desteserkirin.

Read more