Belgefîlma "Kî me ez" dê li Stokholmê bê nîşandan
Belgefîlma li ser jîyana Cegerxwînî ya Esin Akgulê dê 20ê hezîranê li Stokholma Swêdê bê nîşandan. Navê vê berhemê "
Lêkolîneka nû ya rojnameya The Guardianê eşkere kiriye ku amûra lêgerînê ya ChatGPTê ji bo manipulasyon û xapandinê vekirî ye. Li gorî lêkolînê, ev amûr dikare bi rêya nivîsên veşartî bê xapandin û encamên şaş û zirardar bide.
Lêkolîneran dîtiye ku ChatGPT dikare kodên zirardar ji malperên ku lê digere bigihîne. Ev yek rê dide hackeran ku bi rêya malperên taybet bikaribin bikarhênerên ChatGPTê bixapînin.
The Guardianê ji bo testkirinê malpereka sexte ya kamerayekê çêkiriye. Dema ji ChatGPTê hatiye pirsîn ka ev kamera baş e yan na, bi rêya nivîsên veşartî bersivên wê hatine guhertin. ChatGPTê li şûna nirxandineka objektîf, tenê alîyên erênî yên kamerayê anîne ziman.
Jacob Larsenê pisporê ewlehîya sîberê yê CyberCXê gotiye ku eger ev sîstema lêgerînê bi vî halî bê weşandin, dê "metirsîyeka mezin" hebe ku kes dikarin malperan ji bo xapandina bikarhêneran bikar bînin.
Thomas Roccia, lêkolînerê ewlehîyê yê Microsoftê, bûyereka rojane pêşkêş kiriye. Li gorî wî, kesekî eleqedarê kriptopereyê ji ber kodeka zirardar a ku ChatGPTê daye, 2500 dolar winda kiriye.
Karsten Nohl, zanyarê sereke yê şirketa ewlehîya sîberê SR Labs, pêşnîyar kiriye ku divê xizmetên çatê yên hişê çêkirî wek "alîkarek" bên bikaranîn û encamên wan bê kontrol neyên bikaranîn.
Çavkanî: The Guardian
Botan Times
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...