Mehdî Zanayê di 86 saliya xwe de wefat kirî kî bû?

Mehdî Zanayê di 86 saliya xwe de wefat kirî kî bû?

Siyasetmedarê kurd û şaredarê berê yê Diyarbekirê Mehdi Zana di 86 salîya xwe de miriye. Zana piştî merasîmên li Diyarbekirê li Goristana Yeniköyê hatiye veşartin. Zana hevjînê siyasetmedara kurd Leyla Zanayê bû.

Jiyana wî û xebata terzîtiyê

Zana di 20ê çirîya paşiyê ya 1940î de li navçeya Farqîna Diyarbekirê ji dayik bûye. Wî di salên dibistana navîn de dest ji xwendinê berdaye, di dikaneka terzîtiyê de dest bi xebatê kiriye. Wî ronakbîrên kurdan di vê dikanê de nas kirine.

Têkoşîna siyasi û şaredarî

Zana di temenê ciwanîyê de tevlî siyasetê bûye. Rêveberîya Ocaqên Çandê yên Rojhilatê yên Şoreşger (DDKO) kiriye. Di 1963yan de navê xwe li Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TİP) nivîsandiye. Zana di hilbijartinên herêmî yên 1977an de bûye şaredarê Diyarbekirê.

Salên girtîgehê û sirgûnî

Cuntaya leşkerî ya 12ê îlonê Zana girtiye. Nêzîkî 16 salan di girtîgehên cida de zindanî bûye. Ew di 1991ê de serbest bûye. Zana di salên 1990î de çûye Swêdê. Wî nêzîkî 10 salan li Swêdê jiyana xwe domandiye. Ew di çirîya pêşiyê ya 2004an de vegeriyaye Tirkîyeyê.

Zana di 1975an de bi Leyla Zanayê re zewiciye. Ew bavê du zarokan bû.

Harika! Başarıyla kaydoldunuz.

Tekrar hoş geldiniz! Başarıyla oturum açtınız.

Botan Times'a başarıyla abone oldunuz.

Başarılı! Giriş yapmak için sihirli bağlantıyı e-postanızda kontrol edin.

Başarılı! Fatura bilgileriniz güncellendi.

Faturanız güncellenmedi.