Early puberty prevents children from reaching full height — Zelal Sinayiç
Early puberty in children can restrict overall growth and trigger lasting psychological distress, according to Şervan Özalkak, a pediatric endocrinologist
Pisporê Endokrînolojîya Zarokan Şervan Özalkakî li ser xetereya zû-baliqbûna zarokan hişyarî da. Özalkakî dîyar kir ku ji ber zû-baliqbûnê bejna zarokan dirêj nabe û pirsgirêkên derûnî derdikevin.
Nûçe: Zelal Sînayîç
Keçên di bin temenê 8 saliyê de û kurên di bin temenê 9 saliyê de dikevin pêvajoya zû-baliqbûnê. Pispor Özalkakî got ku ev rewş bandoreka xirab li ser geşedana wan dike. Herweha keçên biçûk di nav kaygî û tirsê de dimînin.
Bejna zarokan dirêj nabe
Zû-baliqbûn pêvajoya mezinbûnê bilez dike. Lê belê hestîyên zarokan zû digihêjin û pişt re mezinbûn disakine. Özalkakî dîyar kir ku ji ber vê yekê bejna zarokan dirêj nabe.
Zarok rastî zorbalîyê tên
Zarokên ku laşê wan zû mezin dibe û hestên wan biçûk dimînin rastî pirsgirêkan tên. Hevalên wan zordariyê li wan dikin. Zarok ji ber vê yekê xwe tenê hîs dikin û ji civakê dûr dikevin.
Sedemên zû-baliqbûnê pênc tişt in
Zêdebûna kîloyê û xwarinên ne saxlem zû-baliqbûnê çêdikin. Demên dirêj yên li ber ekranan û jiyana bêlêvger vê rewşê bileztir dikin. Wekî dî berhemên kozmetîkî û xwarinên derveyî demsalê bandorê li hormonan dikin. Özalkakî xwest ku malbat kîloya zarokên xwe kontrol bikin.
Pirsgirêka dermanan heye
Bijîşk ji bo dermankirinê derziyên hormonan bikar tînin. Lê dermanên ku ji derve tên li bazara welatî kêm in. Derman kêm in û malbat nikarin wan bi rêkûpêk peyda bikin.
Çavkanî: Botan Times
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...