Belgefîlma "Kî me ez" dê li Stokholmê bê nîşandan
Belgefîlma li ser jîyana Cegerxwînî ya Esin Akgulê dê 20ê hezîranê li Stokholma Swêdê bê nîşandan. Navê vê berhemê "
Belgefîlma li ser jîyana Cegerxwînî ya Esin Akgulê dê 20ê hezîranê li Stokholma Swêdê bê nîşandan. Navê vê berhemê "Kî me Ez!" e ku di heman demê de navê helbesteka Cegerxwînî bi xwe ye. Şivan Perwerî paşê ew helbest wek "kî ne em!" guhertiye û kiriye stran.
Ev fîlm jîyan û mîrateya edebî ya Cegerxwînî nîşan dide. Di belgefîlmê de malbata wî axivî ye. Ciwan Haco jî di fîlmî de cî girtiye. Gelek nivîskar, helbestvan û hunermend dê beşdarî şeva galayê bibin. Çêkirina fîlmî şirketa Bêje Productionê girtiye ser milê xwe. Nîşandana yekem dê li hola Hallunda Folkets Husê çêbibe.
Navê wî yê fermî Şehmus Hasan e. Ew di sala 1903an de li gundê Hesarê yê Gercûşê ji dayik bûye. Di sala 1914an de şerê cîhanê yê yekem dest pê kir. Malbata wî ji ber şerî koçî bajarê Amûdê ya Rojavayê Kurdistanê kir. Ew di zaroktîya xwe de şivantî û rênçberîyê pêk tîne.
Ew di 18 salîya xwe de tê Diyarbakırê, li vê derê li medreseyan perwerdeya dînî ji şêxan distîne. Di vê demê de ew çanda kurdî û klasîkên edebîyatê nas dike. Ew di sala 1925an de beşdarî Serhildana Şêx Seîdî dibe. Piştî şikandina serhildanê tevlî kadroyê kurê mezin ê Şêx Seîdî Şêx Elî Riza Efendî dibe. Diçin Rewandûzê û dawîyê derbasî Bexdayê dibin, li vê derê dersên îslamî ji Şêx Elî Riza distîne.
Paşê dîsa li Amûdê bi cih dibe, li cem Seydayê Mele Ubeydullah û Seydayê Mele Fethullah dixwîne û îcazeta ilmî hildire.
Şair di sala 1928an de dest bi nivîsandina helbestên kurdî dike. Helbestên xwe di kovara Hawarê de diweşîne. Ji ber rewşa giran a gelê kurd navê Cegerxwînî ji bo xwe hildibijêre. Cegerxwîn di sala 1937an de di nav rêxistina Xoybûnê de cî hildire.
Ew di sala 1946an de derbasî Qamişloyê dibe. Ew li vê derê xebatên sîyasî dimeşîne. Di heman salî de ew dibe serokê Civata Azadî û Yekîtiya Kurd. Ew di sala 1948an de dibe endamê Partîya Komonîst a Sûrîyeyê. Di sala 1954an de ji bo parlamentoya Sûrîyeyê dibe namzedê mebûstîyê. Helbestkar heta sala 1957an serokatîya Komîteya Aşîtîyê ya Cizîrê pêk tîne. Ew di sala 1957an de ji Partîya Komonîst diqete. Tevlî Partîya Demokrat a Kurdistana Sûrîyeyê dibe û di komîteya navendî de cî hildire..
Bêje Production, Botan Times û Wikipedia
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...