Ferhenga têgihên derûnnasiyê ji weşanxaneya Avestayê derketiye
Weşanxaneya Avestayê ferhengeka nû ya derûnnasiyê weşandiye. Nivîskarên kovara Psychology Kurdî “Ferhenga Têgihên Derûnnasiyê” amade kiriye. Amadekarên pirtûkê di nav
Dadgeheka Tirkîyeyê serokatîya partîya mixalif a serekî (CHP) guherandiye. Vê biryarê rêberê berê Kemal Kiliçdaroglu vegerandiye serokatiya partiyê. Herweha vê pêngavê destê serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan xurt kiriye.
Dadgeha îstînafê ya Enqereyê encamên kongreya CHPê ya sala 2023yan betal kirin. Di wê kongreyê de Ozgur Ozel bi ser ketibû. Dadgehê hinceta nerêkûpêkîya dengan nîşan daye û ev biryara xwe daye. Li gorî biryarê Kemal Kiliçdaroglu dibe serokê nû. Kiliçdaroglu 13 salan serokatîya vê partîyê kiribû. Ew di gelek hilbijartinan de li hemberî Erdogan têk çûbû.
Endamên partîyê li dijî vê biryarê derketin. Gelek kesan li ber avahîya navendî ya li Enqereyê xwenîşandanek pêk anî. Profesorê hiqûqê Hasan Sinarî daxuyandiyek da. Sinarî da zanîn ku desthilatdarî bi rêya dadgehê rikberîyê dîzayn dike. Parêzer Akin Atalayî jî ev biryar wekî derbeyeka li ser sîstema demokratîk nav kir.
Wezîrê Dadê Akin Gurlekî li ser vê babetê peyivî. Gurlekî dîyar kir ku dadgehê bi awayekî serbixwe biryar daye. Li gorî gotina wî ev biryar bawerîya welatîyan ya bi sîstemê xurt dike. Lê enflasyona bilind aborîya welatîyan xira kiriye. Ev rewşa xirab di sala 2024an de zirar dabû partîya Erdogan. Zagona bingehîn rê nade Erdogan ku di sala 2028an de dîsa bibe namzed. Lê parlamento dikare biryara hilbijartineka zû bide.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...