Her diçe cotkarî tune dibe: Em xwedîerd in, lê em ji bo xelkê dişixûlin

Share
Her diçe cotkarî tune dibe: Em xwedîerd in, lê em ji bo xelkê dişixûlin
genim-tarla
“100 donim erd di destê me da ye lê tu tiştekî me nîne. Tu van malên li derdora me dibînî. Hemû xwedîyê erdî ne, lê malên xwe terikandine û çûne li Amedê bi cih bûne.”

Cotkar Elî Guleç

Li gorî cotkar Elî Guleçîyê ku xwedîyê van gotinan e, êdî li Tirkîyeyê çandinî ne pêkan e.

Alî Guleçê 28 salî rewşa cotkarên li Bakurê Kurdistanê rave dike. Ew ji navçeya Erxenîya Amedê ye. Ji zarokatîya xwe ve cotkarîyê dike.

Ew hem cotkar e, hem jî mamosteyê zimanê kurdî ye. Cotkarî ji malbata wî jê re mîras maye.

Guleç dibêje, “Ez karê bav û kalên xwe dikim, berê me 3-4 qurûş qezenc dikir lê niha ew jî bi destê me nakeve.”

Cotkar Elî Guleç

Ji bo em Elî ji nêz ve nas bikin em ji Amedê didin rê û berê xwe didin gundê Meyadûnê yê Erxenîyê.

Gundê Meyadûnê 30 kîlometreyan ji Amedê dûr e û li ser rêya Xerpêtê ye.

Ji nava zêvîyên bêserûbin, em derbas dibin û diçin gundê Meyadûnê.

Dema em digihîjin gundî, Elî ji nav zêvîyên garisan derdikeve û me pêşwazî dike.

Ew  ciwanekî gelek rûken e. Dema behsa karê xwe dike çavên wî dibiriqin. Li gel rewşa cotkarîya li welêt ew dîsa hevîyên xwe diparêze.

Ez ji cotkarîyê hez dikim. Jixwe tu hez nekî tu nikarî vî karî bikî. Zehmeta wî gelek e. Min xwe dîtîye, nedîtîye ez bi cotkarîyê re mîjûl im. Xwezî derfeta me hebûya û em bêtir bi erdê xwe re betir mijûl bûbûna. Lê karê cotkarîyê mirîye. Êdî mesrefa te zirara te dernaxîne.

Cotkar Elî Guleç

Gotina Elî ne gotineka ji rêzê ye. Ji ber ku cotkar nekare mesrafa xwe derxîne hêdî hêdî erdên xwe diterikînîn û li bajaran binecih dibin.

Li Tirkîyeyê di nava 20 salên dawî da li gel zêdebûna nifûsê jî hejmara cotkaran kêm bûye.

Amarên Wezareta Çandinîyê jî gotinên Elîyî pişt rast dikin.

Li gor amarên wezaretê, sala 2001 2 milyon û 182 hezar û 767 cotkarên qeydkirî hebûn, lê ev reqem sala 2021ê daketîye 2 milyon û 173 hezar û 9an.

“Cotkar dev ji berhemanîna nîskan berdidin”

Bajarên Amed, Riha û Mêrdînê navenda berhemanîna nîskan e û piranîya nîskan ji van bajaran li tevahîya Tirkîyê belav dibe.

Lê belê cotkarên li herêmê ku nekarin mesrefa xwe derxînin, dev ji berhemanîna nîskan berdidin.

Me heta niha nîsk diçandin, lê niha me garis çandîye. Tê hişê min dema em zarok bûn 24 seatan patoz dihatin kirin li ser vê erdê (erdê li hemberî me nîşan dide) lê niha wekî me gelek çotkar nîskan naçin in. Ji ber bihayê mazot û gobreyê nîskên em diçînin mesrefa me dernaxe.

Cotkar Elî Guleç

Li herêmê hejmara cotkarên li şuna nîsk genim ango garisan çandine rojane zêde dibe.

Polîtîkayeka hikûmetê ya rast û baş li ser cotkarîyê nîne. Ji ber wê cotkar mane li ber rehm û însafa ticaran.

Serokê Odeya Çandinîyê ya Yenîşehîrê: Em  qezenc nakin

Li gor Serokê Odeya Çandinîyê ya Yenîşehîra Amedê Suleyman Îskenderoglu ji ber politikayên xirab yên çandinîyê cotkar zevîyên xwe cot nakin.

Li bajarên Bakur bi sedan cotkar ji ber ku mesrefa wan dernaxine, dev ji cotkarîyê berdidin. Mînak niha cotkaran nîsk çinîne, lê dewletê hê jî bihayê nîskan eşkere nekirîye. Cotkarên deynar neçar dimînin nîskên xwe bifiroşine ticaran. Wê demê nîskên ku zor û zehmet çandibûn, îro bi zerer difiroşe.

Suleyman Îskenderoglu

Li gorî amarên 2023yan yên Sazîya Amaran ya Tirkîyeyê (TUÎK) ya meha Adarê, endeksa bihayê ketina çandinîyê li gorî heman meha par ji sedî 106,81 zêde bûye.

Read more