B. R. Amed, Entered Prison at 23 and Walked Free at 53: 'I Realized I Had to Save Myself First, Not the World'"
Author and journalist Bejdar Ro Amed, who stepped into freedom at age 53 after entering prison at 23, spoke about
Dadgeha Cezayê Giran yê 7an yê Îzmîrê li kujerê Denîz Poyraz cezayê muebeta giran û 9 sal cezayê girtîgehê birî.
Kujerê Poyraz, Onur Gencer jiber ''kuştina bi qestî ya bi plan'' ceza sitand.
Gencer di îfadeya xwe de got ku ew jiber kuştina Denîz Poyraz ne poşman e.
Wî, di 17ê Hezîranê ya 2021an de bi çêk êrîşê avahîya Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ya li Îzmîr kiribû û li wir Denîz Poyraz kuştibû.
Dîya Denîz Poyraz di roportajekê de dîyar kiribû ku keça wê, wê rojê şûna wê çûbû paqijîya ofîsa HDPê bike.
Foto: Twitter - @dpoyrazdavasi
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...