Derveyî Sînoran: Berxwedanek Sokratîk a Gelê Kurd

Share
Derveyî Sînoran: Berxwedanek Sokratîk a Gelê Kurd

Çîrokên berxwedêriya mirovî yên ku di kavilên dîrokê de hatine xêzkirin dersên kûr didin. Çîroka gelê Kurd jî yek ji wan çîrokan e, ku li hemberî zilm û zordariya bê eman, îmajeke bi hêz a berxwedan û hêzê radixe ber çavan. Di vê gotarê de ez ê çîroka Kurdan di çerçoveya felsefeya Sokratîk û têgînên psîkolojîk ên nûjen de vekolim û bi vî rengê vekolînek navdîsîplîn ya berxwedanê pêşkêşî we bikim. Tecrûbeya Kurda, ji bo hêza veguhertinê ya berxwedanê wek şahidiyek bi hêz e û ji bo civakên ku hewl didin ku ji dijwariyan xelas bibin û rêçên ber bi wekheviyê ve bimeşînin, têgihiştinên hêja peyda dike.

Sokrates, feylesofekî bibandor ê ku li Yewnanîstana kevnar, di serdemek desthilatdariyek zordar de jiya ye. Lê dîsa jî, ew wekî temsîlîyetekî berxwedanê sekiniye û bi hînkirinên xwe hêz daye derdora xwe. Mantra wî ya “Ez dizanim ku ez ti tiştî nizanim” (Platon, 380 BZ), ji bo taybetmendiyên ku pişta hêza rastîn yên wekî fezîletê û lêgerîna bêdawî ya zanyariyê re xizmet dike. Baweriya wî ya bi qenciya xwerû ya mirovî û hêza veguherîner a xwenasînê rê, bi têgehên derûnnasî yên hemdem ên wekî 'xweşbîniya fêrbûyî' re têkildar in. Ev têgehe tê jî ji bo zêdekirina berxwedanê, qabiliyeta xurtkirina nêrînek erênî diyar dike.

Di berxwedana gelê Kurd de em rastî felsefeya Sokratîk tên. Kurd tevî ku li ser sînorên gelek neteweyên cûda de -Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê- dijîn û bi zordestiya çandî û siyasî re rû bi rû mane jî, ruhek berxwedanê ya berbiçav nîşan didin. Ew bi sekna xwe ya li ber dijwariyê û parastina mafên xwe, hînkirinên Sokratîk û bi vî rengî hêzek nemir nîşan didin. Em dikarin bibêjin ku lêgerîna Kurda ya bênavber ya ji bo zanyarî, heqîqet û dadmendiyê, nîşandanek rêbazên Sokratîk û têgeha xweşbîniya hînbûyî (learned optimism) ye.

‘Xwesbînîya hînbûyî (learned optimism)’, lensek balkêş ê ku psîkolojiya nûjen ji bo dîtina vê berxwedanê pêşkêşî me dike. Ev têgehe ji hêla Seligman (1991) ve hatî derxistin e û hêza berxwedanê ya derbaskirina dijwariyan destnîşan dike. Ev fikr, di berxwedana Kurdan a li dijî hêzên mêtinger de, weke şerê li dijî DAIŞ’ê yê li Kobanê, xwe dide der. Gelê Kurd, qalibên wekî ‘grûbên bindest qurbanî ne anjî qels in’ şikandin û cesaret û berxwedaneke berbiçav nîşandan. Qabîliyeta Kurdan ya ‘guheztina zêhniyeta xwe ya li hember dijwariya, bikaranîna xweşbîniyê û vegera bi hêztir ,’ prensîbên bingehîn yên xweşbîniya hînbûyî nîşan didin.

Ji alîyekî din, çîroka Kurda, rê dide ku civak têgihîştinên xwe yên ji bo hêzê berfirehtir bikin. Hêz, ne tenê li ser laşî an serdestiyê ye, ew li ser kapasîteya ragirtin, hevgirtin û gûherandinê ye. Hêz, di çîroka Kurda de, di berxwedan, yekîtî û lêgerînek bê rawestan a wekheviyê de ye -lêgerek ku bi berdewamî pergalên zordar dixe ber xwe û diguherîne. Bi vê yeke berxwedana Kurda, prensîbên berxwedanê yên ku ji hêla psîkolojiya nûjen û felsefeya Sokratîk ve hatî pêşbînîkirin vedibêje.

Ev perspektîfa Kurda, bi rêbazên Sokratîk yên wekî pirskirin û lêgerîna heqîqetê ya bêdawî û têgeha derûnî ya ‘mezinbûna post-travmatîk(post-traumatic growth)’ re jî, ku mezinbûna kesane ya li dû tengasiyan, destnîşan dike (Tedeschi & Calhoun, 2004), têkildar e. Nimûneyeke berçav ji dîroka Kurdistanê, jenosîda Enfalê ya ku di dawiya salên 1980î de ji aliyê rêjîma Sedam Husên ve hatî kirin e. Di vê komkujîyê de li gel êş û wendahiyên mezin, gelê Kurd berxwedan û îradeyeke berçav nîşan dan û vejîna nasnameya xwe ya çandî û hesta yekîtiyê bihêztir kirin. Mînakek din jî, şerê Şingalê ye di sala 2014ê de ye. Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ligel civaka Êzidî rastî êrişa hovane ya DAIŞê hatin. Kurdan li vir jî berxwedan û yekitiyeke awarte nîşan dan û di dawiyê de careke din, kontrola Şengalê bi dest xistin û rê li ber azadkirina bi hezaran jin û zarokên Êzidî yên ku di destê DAIŞ’ê de bûn, vekirin. Ev serhatiyên berbiçav, hêza veguherîner a dijwariyê nîşan dide û ruhê mezinbûna piştî trawmayê di nav civaka Kurd de nîşan dide.

Êzîdî bi cilên kevneşopî di festîvalê de li Tel Keppe, 2021

Kurd, di dîrokê de wekî ajokarên berxwedan û bextewariya civakê ji bo wekhevî û tevlêbûnê, delîlên ampîrîk pêşkêş dikin. Lêkolînek ku di “Journal of Happiness Studies” de hatî weşandin destnîşan kir ku civakên ku tevlêbûn û wekheviyê dipejirînin, zêdetir alîkariya xweşbûna kesane dikin (Helliwell, Layard, & Sachs, 2017). Ev nîşan dide ku piştgirîkirina bindestan û xurtkirina hêza exlaqî ne nakok in, lê rêyên temamker ên başbûna civakê ne.

Di encamê de, çîroka gelê Kurd a ku bi aqilmendî û têgihiştinên psîkolojîk û Sokratîk ve girêdayî ye, derseke hêja dide. Rêwîtiya Kurdan her kesî vedixwîne ku dînamîkên civakî ji nû ve bihesibînin û bizanin ku yên bindest ne mexdûr in, berxwedêrên guherînê ne. Kurd dibêjin ku ji bo cîhaneke ku hêz ne ji zordestiyê, ji bo bilindkirin û baştirkirinê bê bikaranîn, divê hemû civak têbikoşe.

Çavkanî:

  1. Plato. (380 BC). The Apology.
  2. Seligman, M. E. P. (1991). Learned Optimism: How to Change Your Mind and Your Life. New York: Knopf.
  3. Tedeschi, R. G., & Calhoun, L. G. (2004). Posttraumatic Growth: Conceptual Foundations and Empirical Evidence. Psychological Inquiry, 15(1), 1-18.
  4. Helliwell, J. F., Layard, R., & Sachs, J. (2017). World Happiness Report 2017. New York: Sustainable Development Solutions Network.

Read more