B. R. Amed, Entered Prison at 23 and Walked Free at 53: 'I Realized I Had to Save Myself First, Not the World'"
Author and journalist Bejdar Ro Amed, who stepped into freedom at age 53 after entering prison at 23, spoke about
Oksana Baulina, xebatkara The Insiderê, di dema dîmenê hilweşîna ji ber bombebarana Rûsyayê ya li herêma Podîl a Kîevê girtiye, hatiye kuştin.
Li ser dagirkirina Ûkraynayê ji aliyê Rûsyayê ve meheke derbas bûye û hejmara rojnamegerên ku di şerî de mirine herku diçe zêdetir dibe. Herî dawî Oksana Baulina, xebatkara malbera nûçeyan ya serbixwe ya li Rûsyayê The Insiderê di êrişa hêzên Rûsî de hatiye kuştin. Oksana şeşemîn rojnameger bû ku hate kuştin.
Baulinaya 42 salî, di dema dîmenê hilweşîna ji ber bombebarana Rûsyayê ya li herêma Podîl a Kîevê girtiye de hatiye kuştin. Her weha bi Baulinayê re sivîlek jî miriye û du jî birîndar bûne.
The Insiderê sersaxî ji malbat û hevalên Baulinayê re xwestiye û gotiye, "Em ê li ser sekinandina sûcên şer ên Rûsyayê û şerê li Ûkraynayê ku di encamê de sivîl û rojnameger mirine, tevî wêrankirina cih û waran jî berdewam bin ."
Baulina piştî dagirkirina Ûkraynayê ji aliye Rûsyayê ve şeşemin rojnamegere ku miriye.
Çavkanî: Bîanet Kurdî
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...