B. R. Amed, Entered Prison at 23 and Walked Free at 53: 'I Realized I Had to Save Myself First, Not the World'"
Author and journalist Bejdar Ro Amed, who stepped into freedom at age 53 after entering prison at 23, spoke about

Hunermendê navdar yê ji bajarê Dêrsimê Mîkaîl Aslan û bi tevî zarokên xwe bang li malbatên Kurd kir û xwest xwendekar li dibistanan zimanê xwe yê zikmakî hilbijêrin.
Ji bo hilbijartina dersên zimanê Kurdî li dibistanên Tirkiyeyê ji aliyê sazî û dezgên Kurd kampanya hatibû dest pêkirin.
Hunermend Mîkail Aslan jî bi tevî videoyeke ku ji hesabê xwe yê medyaya civakî belavkir piştgirî da kampanyayê.
Aslan bi zarokên xwe re bi Zazakî bang li malbatan kir.
Li Tirkiyê, ji sala 2012an ve zimanê Kurdî wek dersa bijarte bo polên 5,6,7,8 li dibistanan tê xwendin.
Xwendekar di sala perwerdehiyê ya 2023-2024an de heta 10ê Sibata dê bikaribin dersa Kurdî hilbijêrin û dibistanên xwe ji tercîhên dersa hilbijartî agahdar bikin.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...