Edebiyata kurdî di peywenda 'Edebiyata Mînor' de
Pareka mezin ya berhemên edebî yên ku kurdan bi zimanê kolonyalîstan nivîsîne, ji kanoneka edebî zêdetir, edebiyata wê çendê ye ku êrişeka giştî dibe ser bingehên kultureka kolonyal; ew, edebiyata rexnegirtin û dijûnbêjiyê û ya bênîzamî û rûxînê ye. Edebiyata mînor ew e ku dixwaze hebûna kurdan li nav axa hişk ya dîrokê biçîne û hewl bide “rêgeza zalim ya heqîqetê” sist bike.
***
“Bîra neteweyeka piçûk ji ya neteweyeka mezin lawaztir nîne, ji ber hindê neteweyên piçûk li ser keresteyên heyî kûr û hûrtir kar dikin.”
(Franz Kafka - Rojnivîsk - 25ê Berfanbara 1991)
Li gor nezera Gilles Deleuze û Félix Guattari: “Edebiyata mînor, ne edebiyata zimanekî mînor e -ji vê yekê zêdetir- ew edebiyat e ku kêmîneyek bi zimanekî major dinivîse.” [1] Deleuze û Guattari, qismek ji wan berhemên ku li ser vê xetê hatine afirandin -ku xwe dispêrine metnên Franz Kafka- wekî “edebiyata mînor” jî têgehîze dikin. Li gor wan, edebiyata mînor ne tenê ew cure ye ku ji aliyê nivîskarên kolonî û kêmîneyan (minority) ve tê nivîsîn ku mecbûr mane zimanê serdestên xwe bidizin, herwiha edebiyateka polîtîk e ku jin, hevzayend, reşik, penaber, kesên asîmîlekirî û nivîskarên cihû yên ku mecbûren bi zimanên major dinivîsin. Edebiyata mînor, ne afirandina zimanekî nû ye, lê veafirandina zimanekî ye. Deleuze û Guattari li Pragê zimanê almanî, bi gotineka din nimûna cihûyan nîşan didin, ew cihûyên ku di nav edebiyateka mezin de ne û ne aîdê wî zimanî ne ku pê dinivîsin. Çunkî “Cihû -hebe nebe- hem parçeyeka vê kêmîneyê ne, hem jî “wekî Qereçiyên ku zarokên alman ji dergûşê dizî ji vê kemîneyê hatine vederkirin” (r. 31). Edebiyata mînor ya ku di nav nerît û kevneşopiya edebiyata major de binecih bûye, helwest û boçûneka mixalif heye dijî serdestiya damûdezgahî ya edebiyata major. Edebiyata mînor, zimanê xwe “bêcihûwar” dike û bi awayekî micid xudaniyê li perspektîfa kêmîneyî dike û xwe ji meylên lihevîner û hemcurekirinê yên nivîsîna major dûr dixe.
Edebiyateka mînor, di nav kultura xwe de tercîh dike ku wekî mînor bimîne. Yek ji xusûsiyetên berçav û berceste yên edebîyata mînor ew e ku kodên diyar, qanûn û şêweyên afirandinê yên zimanê major bêcihûwar bike. “Li hember her cure bikaranîna zimanî ya sîmgeyî, heta manedarkirinê yan jî bi tenê bikaranîna nîşander, temamen binecihkirina bikaranîna zimanekî tîr e.” (r. 35) Ji vî aliyî ve edebiyata mînor, xeta reveka ji edebiyata hosteyan temsîl dike. Qesta Deleuze û Guattari ya ji nivîsîna tîr ew rewş e ku, zimanî êdî dev ji danûstandin, temsîlkirin yan jî neqilkirina vegêranên xwerû berdaye. Ev zimanê mînor ê ku xwe digehîne ser û sînorên zimanê major, bêguman êdî ne temsîlkar e. Gelek caran peyv û kelîme li hev naguncin, mîna dengê hesinên xurde diçîrrîne û wekî reşikên ku li kolanan stranan dibêjin dike qêrîn. Bi gotineka din, ne ku em bi wesîleya zimanî tiştekî ferq dikin, lê belê em ji bikaranîn rasterast ya zimanî bi xwe ferq dikin. Edebiyata mînor, baweriyê bi hindê tîne ku etîk û estetîka însanan yek e. Babeta çîrokên edebiyata mînor her çi be bila bibe, mohra xurt ya dîrokîbûn û civakîbûnê li ser e. Ji ber vê hindê, sertaser edebiyateka polîtîk e, hetta dîsa li gorî Deleuze û Guattari, “Ji edebiyata mînor mezintir, şoreşgertir çi tişt nînin” (r. 46). Polîtîkbûna edebiyata mînor, ne ji ber peyambêjiya polîtîk, lê ji ber hindê ye ku mesele bi civakîbûneka berfirehtir ve tên girêdan. Di edebiyata mînor de kirde (subject) nînin, lê tenzîmên kollektîf yên derbirrînê hene. Herwekî di edebiyata Kafka de, herfa ‘K’yê êdî ne vegêr (narrator) û ne jî kesekî destnîşan dike, ew tenzîmeka makîneyî û fa’ilekî kollektîf destnîşan dike.
Edebiyata mînor, bêguman bi hemî risteyên xwe edebiyateka polîtîk e. Bi tercîheka taybet ne mecbûr e li dor temayekê çerx bibe. Tişta ku nivîskar bi tena serê xwe derdibirre, çalakiyeka muşterek pêk tîne û qada polîtîk têkelî her cure têgehan bûye. “Tişta ku di edebiyatên mezin de diqewime û bo nimûne tişta ku tebeqeya zemînî ava dike ya ku ji bo hebûna avahiyekê ne mecbûrî ye, di edebiyatên piçûk de temamen di nav ronahî û roşeniyê de pêk tê. Tişta ku di edebiyatên mezin de dibe sebebê axaftineka demkî, di edebiyatên piçûk de dibe biryareka giring ji bo man û nemana herkesî.” (r. 32). Li Welatên Sêyemîn neteweyên mezlûm û kolonî yên her tim di rewşa kêmîneyan de ne, daîma krîza nasnameya kollektîf dijîn. Edebiyat li van Welatên Sêyemîn ji bo neteweyên wenda û “yên vedijin” xerîkî sazkirina nasnameyên nû ye.
Wextê ku em behsa mînorê dikin, bila ne tenê nasnameyên “yên din” (others) û yên kêmîneyan, herwiha divê “qewam”ên nû jî bêne bîra me yên ku sînorên norm û têgihiştinan dibezinîn. Mînorbûn, ew tişt e ku mirov zimanekî major biêxe bin xizmeta derbirrîna nasname û nirxên xwe û wî zimanê major bide veaxaftin, bitewîne, xirab û lalûte bike. Bi gotineka din, nivîsîna bi zimanê serdestan, ne danûstandineka yekalî ye ku wî zimanê serdest dewlemend dike û serî li ber ditewîne. Edebiyata mînor, li gorî Deleuze û Guattari, mecbûriyeta nivîsîna cihûyekî çekî ya bi almanî yan jî nivîsîna ozbekîyekî ya bi rûsî wekî “kûçikekî ku stargehekê digere, mişkekî ku hêlînekê çêdike” dinirxînin. Nivîskarên ku mecbûren bi van zimanên major dinivîsin, wisa difikirin ku “aliyê xwe yê kêm-geşedayî, devoka xwe ya gundewar/taşrayê, cîhana xwe ya sêyemîn û çola xwe” neqil dikin bo wî zimanê serdest. Edebiyata mînor, bi maneya xwe ya tam û kamil, “Ew Qereç e yê ku zarokê alman ji dergûşê diziye.” Qîr û qirêjiya xwe digehînin cîhana pak û pakîze ya wî zarokê, heqîqeta xwe ya mîna xencerekî tûj li ser rûyê sipî yê wî zarokî dineqşînin, hemî nirxên xwe wekî kirasekî li wî zarokî dikin. Wekî ku Artaud û Céline bi frensî kirî, qêrîn, bêhnvedan, vebir... Bi kurt û kurmancî, ew edebiyat e ku li ser sînorên binpêkirinê direqise, car caran bêdeng dimîne, car caran dike qêrîn û hawar, vebirrî û ebedî ye. Edebiyata mînor, peyvdanka xwe ya hişkbûyî di nava tîrahiya maneya xwe de dilerizîne, her cure bikaranîna sîmgeyî û nîşaneyî ya zimanî belav dike û xeteka revê ya ji zimanê kitêbî ye. Zimanekî bêgramer e ku bi peyvên dizî û koçberbûyî dijî. Bêyî ku zimanê serdestan ji meydanê rake, zimanekî wisa ye ku bo zimanê serdestan nayê wergêran, û di nav xwe de kar dike.
Lê belê Deleuze û Guattari ev têgeh zêde cîhanî kirin ku cûdabûna wê kêr nehat û sûd jê nehat wergirtin. Şêweya karkirina tişta mînor giştî kirin û îmtiyazên polîtîk bexşandinê. Piştî hilweşandina binyadî ya stratejiyên cîhanî yên edebiyatên serdest û edebiyata mînor, statûyeka temsîlî ji bo edebiyata mînor qebûl kirin. Deleuze û Guattari ew boçûn hebû ku takekes dîsa bibe temsîlkarekî/a yekûna kulturî. Ya herî giring analîzên wan xwe dispartin analîzên modelên edebiyata kêmîneyan ya ewropa-navendî (eurocentric). Ji ber van hemî sebeb û egeran, bi awayekî heqane gelek rexnegiran rexne li Deleuze û Guattari girtin.
Gelo edebiyata kurdî edebiyateka mînor e?
Baş e, li gor vê peywendê, gelo edebiyata ji aliyê kurdan ve tê nivîsîn, edebiyateka mînor e? Ev pirsyar ji bo me giring e. Edebiyata nivîskarên kurd yên kurdînûs, ji ber ku bi armanca avakirina nasnameyeka neteweyî û edebiyateka neteweyî tê bikaranîn, ne edebiyateka mînor e. Edebiyata kurdî mekanên xwe yên kulturî bêcihûwar nake û hewl nade bibe “koçerê xas-zimanê xwe”. Lê belê “Edebiyata mînor, ne edebiyata zimanekî mînor e, ji vê yekê zêdetir, ew edebiyat e ku kêmîneyek bi zimanekî major dinivîse.” Girêdayî vê yekê, kesên ku ne mensûbî nasnameya neteweyî ya tirkî ne, lê belê disa jî bi wî zimanî -tirkî- berheman dinivîsin bêguman edebiyata wan edebiyateka mînor e.
Em dikarin kurd, ermen, ereb, rûm, sûryan û hemî nivîskarên “netirk” daxilî vê pênaseyê bikin yên ku ‘zimanê wan yê dayîkê’ ne tirkî ye. Ji ber vê yekê, di nav sînorên kolonîzasyonê de edebiyata ku nivîskarên kurd yên ku “mecbûren” bi tirkî, erebî û farsî nivîsîne, di vê peywendê de edebiyateka mînor e. Kurd li ser axa xwe ketine rewşeka kêmîneyî û hetta li hindek parçeyên Kurdistanê jî ji statûya “mafên kêmîneyî yên cîhanî” mehrûm mane. Di encama polîtîkayên sîstematîk yên asîmîlayonê de zimanê wan yê dayîkê bûye zimanekî lalûte. Gelek berhemên edebî bi zimanê neteweyî yê kolonyal (“mecbûren”) hatine nivîsîn. Edebiyata mînor serhatiyeka dirêj ya nivîsînê heye ku hin caran ji çarçoveya kategoriyên trawmatîk, koçber û edebiyata mînor derbas dibe. Gelek metnên ji terefê nivîskarên kurd ve hatine nivîsîn ji ber ku daxilî zimanê serdest bûne, ev metn bûne parçeyek ji metnên edebiyata neteweyî ya kolonyalîstan û mixabin wekî edebiyata wan neteweyan hatine dîtin. Li Kurdistanê, nivîskarên kurd yên bi zimanê kolonyalîstan nivîsîne ne tenê kulliyeteka berkeftî pêk anîne, herwiha berhemên nivîskarên afirîner yên wekî Yaşar Kemal, Cemal Süreya, Ahmet Arif, Selim Berekat hwd. ji bo edebiyata kolonyalîstan bûne ava heyatê.
Pareka mezin ya berhemên edebî yên ku kurdan bi zimanê kolonyalîstan nivîsîne, ji kanoneka edebî zêdetir, edebiyata wê çendê ye ku êrişeka giştî dibe ser bingehên kultureka kolonyal; ew, edebiyata rexnegirtin û dijûnbêjiyê û ya bênîzamî û rûxînê ye. Edebiyata mînor ew e ku dixwaze hebûna kurdan li nav axa hişk ya dîrokê biçîne û hewl bide “rêgeza zalim ya heqîqetê” sist bike. Di van metnan de zimanê serdest yê edebiyata tirkî, hemî cûdahiyên kulturî û neteweyî ji meydanê tên rakirin û mîsyona afirandina edebiyeteka neteweyî ya ku muadilî nasnameya tirkî ye, heta radeyekê tê birrîn. Ji hindek qalibên kurdî yên derbirrînê mane û kelîmeyên nipînû ji cîhana hestiyarî ya kurdî li gramera rijd ya kolonyal ya zimanê major hatine zêdekirin. Mîtosên neteweyî hatine berevajîkirin, îmkanên ristina dîrokeka cûda û dij-bîreka kollektîf hatine zêdekirin. Ev nivîskar, ji nav tirkiya major re derbas bûne, û di ser de jî ev ziman nû kirine û guherandine, hetta caran temamen xirab kirine û hewl dane ziman û şêwazeka din biafirinîn.
Di van berheman de temayên serekî ne kêşûvekêşên berdewam yên rojava-rojhilat yên edebiyata tirkî û “endîşe”yên jiyana modern in. Herçiqas nav lê nehatibe kirin jî, di van metnan de Kurdistan wekî mekanekî û niştîmanekî navxweyî heye, û kolonyalîzm, zulm, polîtîkayên asîmîlasyonê, koçberiya mecbûrî, jinên ku xwe dikujin, cinayetên “faili meçhul” qehreman û mêrxasên li zindanan û tarîxa serhildanên li vê erdnîgariyê ji bîra kollektîf der bûne û niqutîne nava van metnan û karakterên xwe afirandine. Têkoşan, şexsiyeta parçebûyî ya kurdan û şiddeta dewletê ya li ser kurdan gelek caran bûne temayên serekî û berçav yên edebiyata kurdên tirkînûs. Hindek caran zimanekî hêrsok, hindek caran jî zimanekî xemgîn tercîh kirine. Di nava metnên xwe de devok û aksan binecih kirine. Ev cîhana hizrî û hestî ya kurdan ya ku di zimanê major de binecih nabe, wekî nimûneya binkeftineka edebî û nîşaneya biyanîbûnekê hatiye pêşkêşkirin. Bêguman ev nivîskar dê çu caran ji nivîsên xwe serfiraz nebin û ew dê ji hestên serkeftin û temambûnê mehrûm bimînin û berdewam dê ev nivîskar vê edebiyata mînor biafirînin ku qeyd û bendên zimanê xwe li pey xwe radikêşin. Mîrasa ku ji rabirdûyeka dûrûdirêj wergirtine dê bi ked û xîretekê dewlemendtir bikin û bûne xwediyê nerîtekê ku di vê qonaxê de hem însan û hem jî lîsanê xwe afirandine. Tevî zimanê kolonyal, vê edebiyatê kariye wehşet, êş û azar û dagiriya kolonyal ya bi serê milletekî de hatî veguherîne tomarkirineka edebiyatê û ji hevîrê edebiyatê bîreka dîrokî ava kiriye.
Edebiyat yekem huner bû ku bi awayekî girseyî û cemawerî hate afirandin û çû jêr xizmeta neteweperweriyê. Heta li welatên ku ji dagirkeriyê rizgarbûyî jî edebiyat ji amraziya xwe ya sazkirina nasnameya neteweyî dûr ketibû û wextê veguherîbû amrazeka orkestrasyona mitabiqateka îdelolojîk, di demeka kurt de bûbû vegêraneka zordest, bûbû qurbana manegeriya rasterast ya edebî û estetîk, dengên muxalif hatibûne birrîn û vegêranên dijber hatibûne aforozkirin. Çunkî "kultura millekî jî ji bo berjewendiya millî û armancên muşterek ya organîzmeyeka yekreng û yekdeng tê teswîrkirin. Ev vîzyona kollektîf bêguman efsaneyek e." [2]
Projeya dewletan ya derbarê nasnameyan de hem yekparekirin e hem jî şexsîkirin e. Dewlet hem beşdarî kategoriyên civakî û sazkirina nasnameyan dibe, hem jî sînorên dîn, ziman, orfûadet û yên komên etnîk diyar dike û şêweyên muxtelif yên hiyerarşiyan ava dike yên ku bi rengekî fermî hatine pesendkirin. Di qonaxa dîroka modern de, nayeksaniyên ji bingeha kolonyalîzm, netewe, çîn, nijad, zayenda civakî û meyldariyên zayendî dermale bûyî, di cîhana edebiyatê de jî reng vedane. Ji ber van nayeksaniyan pevçûn, kêşûvekêş û vegêranên dijber her tim hebûne. Ber’eks, rêyeka xweş ya berhemdar li ber edebiyatê vekirine. Bêguman edebiyata mînor jî yek ji van rehên edebî û berhemdar e ku nasnameyên mînor ew ava kiriye.
Wergêrana ji tirkî Ekrem Yıldız
Çavkanî:
[1] Gilles Deleuze – Félix Guattari, Kafka: Minör Bir Edebiyat İçin, (werger: Işık Ergüden) Sel Yayıncılık, İstanbul, 2020.
[2] Gregory Jusdanis, Gecikmiş Modernlik ve Estetik Kültür: Milli Edebiyatın İcat Edilişi, (wergêr: Tuncay Birkan) Metis Yayınları, İstanbul, 2018.