Gotin “ma Şirnexî çi ji şanoyê fêm dikin?!” lê min şanogeh vekir - Omer Yatman
Li palika rêya Nexweşxaneya Jinan a Şirnexê, lez-û-bez û kelecaniyeka ji bo vekirina yekem şanogeha taybet a Şirnexê
Li palika rêya Nexweşxaneya Jinan a Şirnexê, lez-û-bez û kelecaniyeka ji bo vekirina yekem şanogeha taybet a Şirnexê heye.
Bajar û şanogeh li Cîyayê Cûdî dinêrin. Li gor bawerîya me misilmanan piştî tofan rabûyî gemiyê Nûh Pêxemberî dadaye ser vî çiyayî.
Piştî tofanê, Şirnex bûye warê vejîna mirovatiyê. 27ê Hezîranê roja Şemiyê, Şanogeha ArtNoah (huner Nûh) dê ji bo vejîna lehengên şanoyê vebibe.

Dema Omer Yatmanî biryar daye şanogehekê li Şirnexê veke, dost mirov û nasên wî xwestine wî ji vê “xeyala ji rastiyê dûr” hişyar bikin. Lê wî biryar vekirinê avêtibû dilê xwe. Dê ji yeka xwe nehatiya xwarê!

“Min li Izmîrê di bin rêberî û çavdêriya Haldun Dormen û mamostetîya xwendekarên wî 5 salan dersên şanoyê standin. Yek ji xwendekarên ekola wî bûm...
“Dema BKM Mutfakê li Izmîrê jî bernameya perwerdeyê vekir ez jî yek ji wan kesan bûm ku min ders distand û di skecan de dilîst. Di lîstikekê de min rola Şewketê Garson dilîst, xanima min jî di wê lîstikê de rola Pêşkêşkara TVyê dilîst. Piştî şanoyê dilê min ketibû şanogerekê, min ji wê hez kiribû. Piştî saleka evîndariyê em zewicîn. Min jê re got ez dixwazim li bajarê xwe şanogehekê vekim. Ew û malbata xwe dudil bûn lê dema wan malbata min û xelkê şirnexê nas kirin yekcar qebûl kirin. Ez di heman demê de li nexweşxaneyê jî dixebitim.

“Em ê Şemiyê şanogehê vekin. 80 kursî tê de bi cih dibin. Em niho haziriyê dikin şanoyeka zarokan bilîzin. Pêşiyê lîstikên tirkî hene lê divê em şanoyên Kurdî jî çêbikin. Piştî vebûna şanogehê xelkên eleqedar ê li dora me kom bibin û em ê bi hev re karên baş bikin. Li Şirnexê şanogehek dê hebe ku kî bixwaze dikare bê şanoya xwe bilîze. Hê avakirina şanogehê temam nebûyî ekîba “Tiştên Fehş” telefon kirin û gotin ew dixwazin li Şirnexê biçin ser dikê.
“Yên li destpêkê tevzê xwe li me kirîn, dema şanogeh temam bûyî tên û dibêjin sihet xweş. Te baş kiriye.

Li bajarên Diyarbekir, Wan, Batman û Mêrdînê jî şanogehên taybet hene. Şinex di nav wan de bajarekê biçûk e lê lîstikên şanoyî yên wek "şeva zavayî" di çanda wan de heye û qedîm e.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...