B. R. Amed, Entered Prison at 23 and Walked Free at 53: 'I Realized I Had to Save Myself First, Not the World'"
Author and journalist Bejdar Ro Amed, who stepped into freedom at age 53 after entering prison at 23, spoke about
Li navçeya Elkê ya Şirnexê 5 zarokên bi cil û bergên gelêrî diçûn dawetekê tê gotin ku rastî tûndîya polîsan hatine.
Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê polîsan berê 5 zarokan daye diwarî û yek bi yek nasnameyên wan kontrol kirine û GBT kirine.
Tê gotin ku 5 zarokên rastî tûndîya polîsan hatinê yê herî biçûk 12 salî, yê herî mezin jî 17 salî ye.
Di dîmenên hatine belavkirin da tê dîtin ku polîsan berê her pênc zarokan daye dîwar, destê wan rakiriye jorê û ew dane sekinandin.
Di dîmenên ku ji aliyê xizmên zarokan ve hatine tomarkirin da tê bihîstin polîsekî gef li zarokan dixwe û dibêje;
“Ji niha û pê ve dema hûn di nokteya kontrole de derbas bibin, bila nasnameyên we li cem we bin. Nexwe ez ê ceza li we bibirim.”
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...