Hunermend Rûken Ekîncî bi tiştên jibermayî berheman çêdike

Share
Hunermend Rûken Ekîncî bi tiştên jibermayî berheman çêdike
Ekran-Resmi-2023-06-22-12.52.53

Wênesaz û peykersaz Rûken Ekîncî, ku berhemên xwe ji malzemeyên jibermayî yên wekî pel, telpa qehweyê, kincên kevn, xalîçe û komirên ku bi derfetên xwe berhev kirîye, çêdike.

Wênesaz Ekîncî ji Elîhê ye û dîya 2 zarokan e. Ew xwe wekî karker jî bi nav dike. Ekîncî, 7 salên dawîyê vî karî bi awayekî profesyonel dike. Hunermend Ekîncî dibêje "ew ji zarokatîya xwe ve ji boyax û xêzkirinê hez dike. Lê belê hiha dema berhemên xwe çêdike li şûna boyaxê, malzemeyên jibermayî û li şûna firçeyê jî derzîyan bi kar tîne. Di berhemên wê da fîgûrên jinan bêtir derdikevin pêş bîneran.

Di nav şert û mercên zehmet da min li mala xwe dest bi xêzkirina resman û sazkirina peykeran kir. Bo nimûne mitbaxa xwe wekî atolyeya min bû. Ji bo pirsgirêkan min demekê dev jê berda, lê belê gava derfetên min kamil bûn min dîsa dest pê kir. Min cara yekem bi xêzkirina jinekê dest pê kir. Ez berhemên xwe bi tiştên jibermayî çêdikim.

Hunermend Ruken Ekîncî heta niha 5 pêşangeh vekirine û ji niha şûnda jî dê berhem ango wêneyên xwe li meydana navneteweyî nîşanî bîneran bide.

Rûken Ekîncî dê îro (Pençşem) heta 9ê Tîrmehê bi berhemên xwe yên bi navê Qêrîna Dîlgirtî ya Şahmaranê, Hêvîya Azadîyê ya Şahmaranê û Prensesa Medî Amytisê li Îzmîrê beşdarî çalakîya çand û hunerê ya Şahmaranê bibe.

Min Qêrîna Dîlgirtî ya Şahmaranê bi singer, karton, kilspî, sîlîkon, morî, jelatînên cixareyan û tûlan çêkir. Di dîroka Mezopotamya û mîtolojîya kurdan da wateya peyva Şahmaranê tê wateya mirovê/a qenc û dirûst. Min jî xwest cih bidim vê qêrîna dîlgirtî. Mezopotamyayê her cûre dewlemendîyeka sersuriştî heye. Ji dilê min hat ku ez vê xweşikîya dîlgirtî ya mezopotamyayê nîşan bidim.

Read more