Kurdistan Center for Art and Culture (KCAC): Mission, Heritage & Impact
In this special Botan Times episode, we take an in-depth look at the mission, history, and work of the
Bernameya Mehdî Mutluyî ya bi navê "Mehdî Mêvan e" dest bi beşên li Ewropayê kir. Navê bernameya li Waar TVyê tê weşandin wek "Mehdî Mêvan e Ewropa" hat guhertin. Beşa yekem îro li YouTubeyê jî hat weşandin.

Ez dema hûnermendên li vê derê (Kurdistanê) û yên li Ewropayê tînim bîra xwe ferqa herî mezin di strangotina wan de bû. Yên vê derê bi devê xwe distirin yên wê derê ji nava kezeba xwe distiran. Ew tehsîra xerîbî û dûrbûnê, tenêbûn... di stranên wan de diyar dibû.
Mehdî Mutlu

Gelek stranbêjên em pê re axivîn wesiyeta xwe ji me re gotin. Wesiyeta wan ew bû ku wan dixwest li ser axa xwe bimirin û gora wan li ser axa wan be.
Mehdî Mutlu
Li kolanên Ewropayê min xwe azadtir hîs dikir. Stresek li ser min nebû. Ji bo nimûne dema me bi Berfîn Aktayê li Stenbolê bername çêkirî stresek hebû. Min digot çêdibe ji nişkê ve yek derbikeve û bêje ev çi ziman e, we xêr e!
Mehdî Mutlu
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...