Şûntilîyên Celadet û Îsmaîl Ebûlîz: Li logoya BotanIntê çi çi ye?
Ejderhayê li logoya Botan Internationalê, ew ejderha ye ku li berhema Îsmaîl Ebûlîzê Cizîrî hebû.Ew berhem li ser deriyê
Komeleya mafên Mirovan ya Amedê İHDyê daxuyanîyek da derbarê biserdegirtinên sazî û dezgehên kurdî da.
Ew dibêjin hûn nikarin kurdî û çanda kurdî krimînalîze bikin.
"24ê Îlona 2024an, îro serê sibê, ji alîyê Serdozgerîya Amedê ve, di çarçoveya lêpirsînekê da, polîsan bi ser Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) û Payîz Pirtûkê da girt. Rêvebirên Payîz Pirtûkê û sazîyê û gelek kes din hatine desteserkirin. Di vê lêpirsêna berbehs da biryar hatîye dayîn ku nepenî be û herwiha hevdîtinên parêzeran jî qedexe ne ku ev yek bo meqamên darazê û hêzên emnî êdî bûye rûtînek.
Sazî hene ku ji avabûna xwe heta niha li herêmê xizmeta kurdî û çanda kurdî dikin, em zext û zordarîyên li ser van sazîyan qebûl nakin. Taleba me ew e ku kesên hatine desteserkirin demildest bêne berdan."
https://www.botantimes.com/content/files/2026/05/amed-polisan-bi-ser-payiz-pirtuk-u-med-dere-da-girt-1.html
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...