IPI: Ne cara ewil e ku MHP rojnamegeran wekî hedef nîşan dide
Enstutîya Çapemenîyê ya Navneteweyî (IPI), guvaşa MHPyê ya li ser rojnamegeran şermezar dike ku wan rojnamegeran qetilkirina Sinan Ateş kiribûn nûçe. MHPyê daxwaznameyek pêşkêşî mehkemeyê kirîye û tê da 63 rojnameger aşkerayî wekî hedef hatine nîşandan, ev hewl rasterast êrişek e li ser azadîya çapemenîyê û di heman demê guvaşek e li ser medyayê.
IPI bangî hikumeta Tirkîyeyê û hemî partîyên sîyasî dike ji bo ku rêzê li rola çapemenîyê bigirin û ewlehîyê bo rojnamegeran pêk bînin.
Sinan Ateş serokê berê yê “Ülkü Ocakları” ku şaxa ciwanan ya MHPyê ye, 30ê Berfanbara 2022yan li Enqereyê rastî suîkastekê hat û ew hat kuştin. Di danişîna dawî ya Ateş da parêzerên partîyê daxwaznameyek da û teleb kir ku “MHP mexdûr e û alîyê mexdûr e” lêbelê mehkemeyê ew teleb red kir.
Ne cara ewil e ku MHP rojnamegeran wekî hedef nîşan dide. Herî dawî, 13yê Hezîrana 2024an, di qenala Halk TVyê da pêşkêşkarê bernameya “Xeta Sor” Gözde Şeker û beşdarê bernameyê rojnameger İbrahim Kahveci, bi peyaman ji alîyê endamên MHPyê ve hatine tehdîtkirin. Piştî du hefteyan, Seroka MHPyê Devlet Bahçeli, berdewamî Halk TV û sazîyên wê sucdar kir û îda kir ku ew manîpîlasyonê dikin.