Lezgînê Çalî: Keko, Are You Coming or Should I Come and Get You?
After bone marrow cancer struck my dear brother Lezgîn, he spent exactly a year and three months in a hospital
Kitêba Gayle Tzemach Lemmon "Kobani’nin Kızları" û ya Gültan Kışanakê "Kürt Siyasetinin Mor Rengi" hatine qedexekirin.
Li gorî nuçeya Sansür ve Otosansüre Karşı Dadgeha Platformê, Dadgeha İzmirê ya Ceza û Sulhê ya 4emîn, li ser daxwaza serdozgerîya İzmirê, bi sebaba "propagandaya terorê" biryar daye ku kitêba Gayle Tzemach Lemmon Kobani’nin Kızları û ya Gültan Kışanakê Kürt Siyasetinin Mor Rengi bêne qedexekirin û berhevkirin.
Kitêba Gayle Tzemach Lemmon Kobani’nin Kızları ji weşanên Avestayê hatîye çapkirin û ya Gültan Kışanakê Kürt Siyasetinin Mor Rengi ji weşanên Dipnotê çap bûye.
Xwedîyê weşanên Avestayê Abdullah Keskin li ser Xê da zanîn ku haya wan ji vê qedexekirinê nîne û teblîgat jî ji wan ra neçûye.
"Jixwe ev der cihekî ecêb bû, her ku diçe ecêbtir dibe. Ez wekî weşangerê Kobani’nin Kızları haya min jê nîne ku kitêba me hatîye qedexekrin û hêj jî nîne. Teblîgat ji me ra nehatîye. Ez bawerim herî kêm me eleqar dike ji ber wê ye herî dawî haya me jê çêdibe."
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...