Kurdên ku piştevanîya AK Partîyê dikin çima ne xwedîyê rojnameyeka kurdî ne?
Wergera ji îngilîzî Yonca Sarsılmaz
Di encama 'terorîzekirina' medyaya kurdî ya li Tirkîyeyê, her çîqas bi milyonan kurd piştevanîya hikûmetê dikin jî, ew cir'et nakin û newêrin rojnameyekê bi zimanê kurdî biweşînin.
Hema hema tevahîya nifûsa Amedê ji kurdan pêk tê û di hilbijartina borî da 3 parlementerên kurd ji AK Partîyê, 1 ji CHPyê û 8 jî ji YSPyê hatine hilbijartin.
Digel vê yekê jî zimanê her 20 rojnameyên herêmî yên Amedê jî bi tirkî ne. Desgehên muxalif û yên nêzîkî hikûmetê jî ji ber hinceta terorîzekîrînê naxwazin weşanên xwe bi kurdî bikin.
Encamên 'terorîzekirin'ê ne tenê yên qanûnî ne, herwiha pêşiyê li reklaman jî digire. Di heman demê da ev yek tê wê wateyê ku hemû bexş û alîkarî jî werin birin. Ew kes û desgehên piştevanîya medyaya kurdî naxwazin wekî 'alîgirên cihekî terorîzekirî' bên nîşandan.
Belkî hûn bêjîn qey ez tişteka xelet dibêjim lê na "li Tirkiyeyê bi zimanê kurdî pesindana serokkomarê dewletê Recep Tayyip Erdognî jî" karekê metirsîdar e. Hêzên ewlehiyê dikarin rasterast dest danin ser rojnameya kurdî û bi propagandaya terorîzmê sûcdar bike.
Pêdivîya medyaya kurdî bi pir-perspektîvîyê û normalîzekirinê heye û divê cemawereka demokratîk ya medyaya kurdî hebe.
Li Tirkîyeyê 544 kanal hene û tenê yek ji wan kurdî ye, ew jî TRT Kurdî ye ku ya hikûmetê bi xwe ye ku bultena nûçeyên kurdî tê weşandin. Lê belê ew narehetî û tirsa çêkirina nûçeyên bi kurdî li wir jî tê dîtin. Ez behsa alîgîrîyê nakim, qesta min formatên cûda ne.
Kanalên TRTyê yên weşanên erebî û îngilîzî dikin bi yek zimanî ne. Bi tenê îngilîzî yan jî bi tenê erebî ne.
Lê li TRT Kurdîyê navê hin programan bi tirkî ye û jêrenivîsa hin ji wan programan jî bi tirkî ye.
Ji 15 kanalên TRTyê, 12ê wan jixwe bi tirkî ne. Ji sedî 20-25ê nifûsa Tirkîyeyê ji nifûsa kurdan pêk tê û elbet ne dirûst e ku sedî 6,6ê kanalên hikûmetê bi kurdî bin. Lê belê çima jêrenivîsên tirkî di kanala kurdî da hene?
Li ser hesabên medyaya civakî yên TRTê yên kanalên ku bi îngilîzî û erebî weşanan dikin tu nivîsên tirkî tune ne. Çima di TRT Kurdîyê da parverkirinên bi tirkî hene? Ger ev rewşeke tebi'î be, çima di 12 kanalên TRTyê yên tirkî da parvekirin û jêrnivîsên kurdî nayên kirin? Ger ev tişteka ji rêzê be, wê demê çima di wan 12 kanalên din yên TRTyê da parverkirin û jêrenivîsên bi kurdî nînin?
Li Tirkîyeyê 2 rojnameyên heftane yên bi kurdî hene
Li Tirkîyeyê, ji 2,071 yek rojnameyan tenê Xwebûn rojnameya heftane ya bi kurdî ye. Ji ber vê yekê gelekî giring e ku edîsyona kurdî ya Le monde diplomatiqueê heye ku li Almanyayê diweşe. Bi awayekî aşkere Botan International piştevanîya hewldanên bi vî rengî dike.
20 milyon Kurd li Tirkîyeyê dijîn û ew derfeta wan heye ku zêdetirî 2000 hezar rojnameyan bi Tirkî bixwînin, hejmara zêdebûna rojnameyên heftane yên bi kurdî cihê kêyfxweşîyê ye, lê belê rewş hêj jî trajîk e.
Berbestên fînansî
Carna bêsebep asteng û berbestên fînansî tên kirin. Bo nimûne Botan International ji rojnamegerên serbixwe bi rêya https://kurdishphotoagency.com/ wêne dikiriya û belasebeb ew kar hate astengkirin.
Botan International ji roja avabûna xwe heta niha bes mehekê jî baca xwe kêm nedaye û her tişta kirî qanûnî bûye. Em şirketeke gelekî pêbawer in. Lê tevî van jî, 8 serlêdanên me yên ji bo sîstemên peredanê hatin redkirin. Wan serlêdanên me red kirin ku em bibin mişterîyê wan û wan qebûl nekir ku em pereyên xwe bixin jêr xizmetên wan.
Çetin Altun -edîtorê rojnameya dawî ya kurdî ya rojane bû ku li Tirkîyeyê diweşiya- ji bo MEEyê beyan kir ku çapxaneyan qebûl nedikirin ku em bibin mişterîyên wan.
Helbet rêbaz hatin guhertin, lê helwest her wekî xwe man.
Xebatkarên rojnameya Welatê hejmara dawî ya rojnameya xwe edît kirin ku di nav da raporteka derbarê girtîyan da jî hebû. Kopyaya rojnameyê ji bo çapxaneya xwe ya Stenbolê şandin. Lê belê ew tu carî nehatin weşandin. Ji ber ku polîs li bendê bûn eger were weşandin, dê çapxane jî bigirtina. Altunî her çend li derîyê gelek çapxaneyan dabe jî, çu kesan ew qebûl nekiribûn. Xebatkarên rojnameyê xwestin bi qeweta xwe printerekê bikirin û tevî hemî berbestan wisa çap bikin, lê ev jî ne çareserî bû. Di dawîyê da du rojan bi makîneya fotokopîyan kopyayên rojnameyê derxistin û li bajarên kurdan belav kirin. Ew jî hejmara dawî ya rojnameyê bû.
Botan Timesê çawa karî li Tirkîyeyê bibe medyaya kurdî ya herî zêde tê xwendin?
Li pişt vê "navdarbûnê" tu raz û sirr nînin.
Botan Times tekane cih e ku hemû siyasatmedarên kurd yên li Tirkîyeyê, ji YSPyê ta AK Partîyê, ji CHPyê, MHPyê, İYİPê, Gelecekê, Saadetê... û DEVAyê tên dîtin. Komên LGBTyan, olî, neteweperwer dikarin li wir nîqaşan bikin. Kesên aîdê paşxaneyên cûda û nifşên ji hev cûda dikarin li heman platformê - Botan Timesê- binivîsîn.
Eyan û eşkere ya ku Botan Times ji aliyê European Endowment for Democracy (EED) û Weqfa Chrestê ve tê fînansekirin. Lê ev rastiya eyan ji xeynî fonan deriyên alternatîvên din li ber me girtî ne.
Ez bawer nakim ku heta niha tu kom nemane ku em tûşî lînca wan nehatine. Lê belê piştgirên me jî gelek in.
Heke em bi kurt û kurmancî bixwazin serencama giştî ya medyaya kurdî beyan bikin:
“Medyayên muxalif yên li Tirkîyeyê ji ber naveroka xwe di bin zextê de ne. Lê zexta li ser medyaya kurdîziman ji ber hebûna wan bi xwe ye.”