Diyarbakır Stadyumu Süper Lig Mesaisinde: Amedspor'un İlk Maçına Gün Sayılıyor
Süper Lig’e yükselen Amedspor’un tarihi sezonunda iç saha maçlarına ev sahipliği yapacak Diyarbakır Stadyumu, 16 Ağustos’ta oynanacak
Heke te nameyek ji xwedê ra binivîsîya dê te çi bigota?
- Silav, perçeya min a nîvcoyî, ji kerema xwe bes e. Bisekine û bêhna xwe bide. Te em fetisandin.
Kesayetê/a tu herî zêde jê hez dikî kî ye?
- Mixabin ji kesayetan zêdetir berhem û tevger bala min dikşînin. Nayê wê wateyê ku ji mirovan hez nakim. Û ev demeke dirêj e gotina “herî zêde” di jiyana min de tuneye. Ku hewce be navek bêjim, helbet ji ber xebat û xizmetên wan, malbata Bedirxaniyan.
Heke te bo xwe cîhanek ava bikira te nedixwest çi lê biqewime?
- Platon di kitêba xwe ya Dewletê de cih nade hunermendan. Ez jî naxwazim cih bidim siyasetmedar, muhafazakar û nijadperestan.
Kîtêba herî zêde tu jê hez dikî kîjan e?
- Hêj jî ji bo hiş û rihê min kitêba sereke, ya Gabrîel Garcîa Marquez “Tenêtîya Sedsalî” ye.
Gava tu mirî bi taybet dixwazî kî bê ser gora te, çima? (mirî an sax ferq nake; bi du risteyan)
- Dr. Abdurrahman Qasimlo çîrokek gotiba, Mîrza Metîn binivisîya, dansvan û koreograf Pîna Bausch bireqsîya, derhêner T. Angelopoulos jî derhênertî bikira û min jî lîstikvanî bikira. Dem diguhere, lê giyan li ku be jî digihêje hezkiriyên xwe. Li ser gora min, me bi hev re civateke têr û tije û hunerî derbas bikira.
Herî zêde çi te xemgîn dike?
- Şikestina bawerîyê, zarokên karker û kesên ji empatîyê dûr.
Heke te navek li bircên Dîyarbekirê bikolaya ev dê navê kê bûya?
- Ne navek lê min dixwest risteyekê ji helbesta Keştîya Bayê bikolim:
“Min birînek di bîr anî nizanim di sînga kê de”
Te dixwest li kîjan serdemê bijî?
- Hesreta min a rabirdûyê tuneye lê dahatûyê meraq dikim. Herwiha fezayê meraq dikim û serdema ku hêj pere nehatiya kifşkirin bala min dikşîne.
Heke cardî bihatayî dinyayê, te yê çi tişt cardî bikira?
- Helbet Şano, bêhtir jî dîsa derhênertî.
Beriya mirina xwe herî pir dixwazî çi pêk bînî?
- Sehnekirina mîtolojîyeke kurdî û pê re jî navnetewîkirina şanoya kurdî.
Tu herî zêde çi xeyal dikî?
- Jiyaneke ekolojîk li ber qeraxa çemekî an jî li giravekê digel dost û hezkiriyan.
Li vê heyatê çi di dilê te da bûye kûl û derd?
- Dûrî desthilatdaran, ji bo kurdan jiyanek û axeke azad.
Heke te bixwesta tiştekî xwe biguherî ew dê çi bûya?
- Dilzîzbûn û dilnermîya xwe.
Serkeftina te ya herî mezin çi ye?
- Weke jineke kurd serîrakirina min a li hember malbatê û civaka baviksalar û herwiha afirîneriya min a hunerî. Her bijî dayika min, jinên Zenderiyan û ez.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...