Diyarbakır Stadyumu Süper Lig Mesaisinde: Amedspor'un İlk Maçına Gün Sayılıyor
Süper Lig’e yükselen Amedspor’un tarihi sezonunda iç saha maçlarına ev sahipliği yapacak Diyarbakır Stadyumu, 16 Ağustos’ta oynanacak
Heke te nameyek ji xwedê ra binivîsiya dê te çi bigota?
- Hey te em xuliqandin, îjar çima berê xwe ji me diguherî, Xwedê jê razî?!
Kesayetê/a tu herî zêde jê hez dikî kî ye?
- Ew kes e ku bikaribim (bêyî ku em şer bikin:)) pê re bi saetan sohbet bikim, ji sohbeta wê/wî aciz nebim.
Heke te bo xwe cîhanek ava bikira te nedixwest çi lê biqewime?
- Konformîzm û şelaqî.
Kîtêba herî zêde tu jê hez dikî kîjan e?
-Berî bi salan bersivek min hebû ji bo vê pirsê, lê aniha tuneye.
Gava tu mirî bi taybet dixwazî kî bê ser gora te, çima? (mirî an sax ferq nake; bi du risteyan)
- Evdila Ocalan (ev tê maneya gelek kesên din!:) ji gora xwe derkeve, bibêje, wele te rast digot lê!:) Di wê jiyana xwe kurt de ne hêja bû, mirov xwe ewqas vir de wê de bibe bîne. Nebe jî dibe, helbet.
Herî zêde çi te xemgîn dike?
- Van demên dawî, konformîzm û xemsariya piraniya xwendeyên me.
Heke te navek li bircên Dîyarbekirê bikolaya ev dê navê kê bûya?
- Ji navê xwediyê wê risteyê, “Min navê te kola li bircên Diyarbekirê” çêtir tuneye, bi ya min.
Te dixwest li kîjan serdemê bijî?
- Bi min, serdemeke îdeal tuneye; her serdemê li gor xwe aliyên xwe yên çêtir û xirabtir hene. Bila dîsa ev serdem be.
Heke cardî bihatayî dinyayê, te yê çi tişt cardî bikira?
- Min ê dîsa bi ya xwe bikira û hin tiştên kêm hiştine jî, lê zêde bikirana.
Beriya mirina xwe herî pir dixwazî çi pêk bînî?
- Min dixwest bikaribim înstûtî an saziyeke din a akademîk ava bikim, ku tenê li ser lêkolînên derbarê neteweperweriyê de kar bike û xwendekarên kurd ên herî jîr li wir bixwînin û bên îstihdamkirin.
Tu herî zêde çi xeyal dikî?
- Xeyal dikim, rojekê çîneke xwende û siyasetmedarên me yên neteweperwer ên afirîner û zîrek hebin.
Li vê heyatê çi di dilê te da bûye kûl û derd?
- Diya min, xwezî min bikaribûya bêtir dilê wê xweş bikim.
Heke te bixwesta tiştekî xwe biguherî ew dê çi bûya?
- Bêsebrî.
Serkeftina te ya herî mezin çi ye?
- Xebatên min ên kurdî.
Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...