KURTEPIRS: Murad Demîr

Share
KURTEPIRS: Murad Demîr
Black and Orange Minimalist Youtube Thumbnail (21)

Heke te nameyek ji xwedê ra binivîsîya dê te çi bigota?

Gelo ji kerema xwe tu dikarî hindek mirovan dîsa bînî ser rûyê dinê?

Kesayetê/a tu herî zêde jê hez dikî kî ye?

Bap pişt e lê dayik her tişt e

Heke te bo xwe cîhanek ava bikira te nedixwest çi lê biqewime?

Fesadî

Kîtêba herî zêde tu jê hez dikî kîjan e?

Seneca- Nameyên Exlaqê

Gava tu mirî bi taybet dixwazî kî bê ser gora te, çima? (mirî an sax ferq nake; bi du risteyan)

Daholvanê herî baş :)

Herî zêde çi te xemgîn dike?

Xerîbî

Heke te navek li bircên Dîyarbekirê bikolaya ev dê navê kê bûya?

Nabêjim :)

Te dixwest li kîjan serdemê bijî?

Serdema kalkê bavê xwe û li gund..

Heke cardî bihatayî dinyayê, te yê çi tişt cardî bikira?

Dîsa minê stran bigota :)

Beriya mirina xwe herî pir dixwazî çi pêk bînî?

Bi xîreteke mezin min dixwest hemû zarokên kurd fêrî kurdî bikira

Tu herî zêde çi xeyal dikî?

Ez nikarim bêjim dê min bigirin :)

Li vê heyatê çi di dilê te da bûye kûl û derd?

Nekarîna gotina xeyala xwe :)

Heke te bixwesta tiştekî xwe biguherî ew dê çi bûya?

Ez zêde radizêm ya :) min ê ew biguheranda

Serkeftina te ya herî mezin çi ye?

Min dev ji zanîngehê berda û ketim pey xeyalên xwe :)

Bi Ingilîzî bixwîne

Read more