KURTEPIRS: Sadiq Ûskan

Share
KURTEPIRS: Sadiq Ûskan
Black and Orange Minimalist Youtube Thumbnail (50)

Heke te nameyek ji xwedê ra binivîsîya dê te çi bigota?

-Nizanim!

Kesayetê/a tu herî zêde jê hez dikî kî ye?

-Kêfa min herî pir ji Feqîyê Teyran re tê. Dilê mirov, ji bo dilnizmî û feqîtîya wî, bi xweber dibije wî.

Heke te bo xwe cîhanek ava bikira te nedixwest çi lê biqewime?

-Girîyê dayikan.

Kîtêba herî zêde tu jê hez dikî kîjan e?

-Klasîkên kurdî li hêlekê, Krokodîl ya Dostoyevskî.

Gava tu mirî bi taybet dixwazî kî bê ser gora te, çima? (mirî an sax ferq nake; bi du risteyan)

-Evdalê Zeynikê.

Herî zêde çi te xemgîn dike?

-Rewşa kurd û kurdî.

Heke te navek li bircên Dîyarbekirê bikolaya ev dê navê kê bûya?

-Rojen Barnas.

Te dixwest li kîjan serdemê bijî?

-Ku derîyê xêrê ji kurdan re vebe, serdema me, ne xerab e.

Heke cardî bihatayî dinyayê, te yê çi tişt cardî bikira?

-Xwezî bibûma necar û min sebra xwe bi karê xwe bianîya.

Beriya mirina xwe herî pir dixwazî çi pêk bînî?

-Xwezî min berhemek baş ku karibûya klasîkên kurdî giş derbas bikira, binivîsîya.

Tu herî zêde çi xeyal dikî?

-Azadî!

Li vê heyatê çi di dilê te da bûye kûl û derd?

-Azadî!

Heke te bixwesta tiştekî xwe biguherî ew dê çi bûya?

-Keseyayetîya min ji kêmanîyên min pêk hatîye. Ma kîjanê biguherînim û kîjanê neguherînim?!

Serkeftina te ya herî mezin çi ye?

-Xwendevanekî ne xerab im.

Read more