Li Afganistanê rojnamegerî tevî zordestîya Talîbanê hê li ber xwe dide

Share
Li Afganistanê rojnamegerî tevî zordestîya Talîbanê hê li ber xwe dide
Afganistan jin

Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) di şeva duyemîn a salvegera Talîbanê ya li paytexta Afganistanê li gel rojnamegeran civiya. Di nav van rojanmegeran de hem yên Afganî hem jî yên derveyî Afganistanê hebûn. Ev demeke dirêj e tevî zextên Komara Îslamî ya Talîbanê, ji bo zindîhiştina jornamgerîyê ya Afganistanê li ber xwe didin.

Jineka ku naxwaze nasnameya wê were eşkerekirin dibêje: Roj bi roj her tişt xirabtir dibe... Gelek caran ji ber ku ez jin im mafê min ê nûçeçêkirinê tê red kirin. Rojnamegera jin li qenaleke televîzyonê ya Kabîlê dixebite. Ew gotinên xwe wisa didomîne:

Wekî rojnamegereka jin divê hemû tiştên ku dikim du caran bifikirim. Dema derdikevim ber kamerayê, neçar dimînim rûyê xwe bigirim. Rojnamegerên jin nikarin bi mêran ra beşdarî bernameyan bibin. Ji ber vê sedemê gelek rojnamgerên jin neçar man ku dev ji rojnamgerîyê berdin û li malên xwe li ser masayên xwe asê bimînin.

Rojnamger Zehra Nader ku eslê xwe ji Afganistanê ye û li Kanadayê dijî, diyar dike:

Talîbanê dixwest jinan ji civakê taybetî ji medyayê dûr bixe. Me got em nahêlin ev tişt bi ser keve. Divê em cîhanê ji tiştên diqewimin agahdar bikin.

Zahra Nader

Ji 15ê Tebaxa 2021ê vir ve zêdetirî %80 rojnamgerên jin yên Afganistanê dest ji karê xwe berdane. 12,000 rojnamgerên mêr û jin yên li Afganistanê kar dikirin, ji nîvê zêdetirî wan dest ji karê xwe berdane. Li gorî Komeleya Rojnamgerên Serbixwe ya Afganistanê ji nîvê zêdetirî dezgehên ragihandinê winda bûne. Qenalên televîzyonê ji %70î kêmtir bûne û hejmara ajansa nûçeyan ji 31an ketiyê 18an.

Rêvebirê NAI-Supporting Open Mediayê Afganistanê Zarif Karimi dibêje:

Li seranserê welat bandora herî zêde li ser dezgehên medyayê herêmî heye. Û ger ev wisa bidome dê gelek medya mecbûr bimînin derîyên xwe bigirin. Encama vê zordestîyê ew e ku rojnamgerên Afganî rastî krîzeke nasnameyî hatine.

Zarif Karimi

Ji bo temamê nivîsê bitikîne.

Wergera ji ingilîzî Yonca Sarsılmaz

Read more